Partiyên Kurdistanî êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin!

Tevgera Goran, Nifşê Nû û PDK êrîşa dewleta Tirk a duh li bajaroka Dêralokê ya ser bi Amediyê ve pêk anî û 4 ciwan hatî qetilkirin de daxuyaniyek hevpar dan û dewleta Tirk şermezar kirin. 

Duh danê şevê balafirên şer ên dewleta Tirk geliyê Reşawa ya ser bi bajaroka Dêralok a ser bi navçeya Amediyê ya Dihokê bombebaran kir û di encamê de 4 ciwanên Dêralokê şehîd bûn, 2 jî birîndar bûn. Heta niha jî welatiyan nekariye xwe bigihînin cenazeyên 2 ciwanên winda ne. 

Li dijî vê êrîşa dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê ku êdî bi sîstematîk pêk tên gel û partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê nerazîbûn raber kirin.

Koma PDK’ê ya li Parlementoya Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa dewleta Tirk şermezar kir û nerazîbûn nîşan da.

Serokê Koma Tevgera Goran a Parlementoya Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih jî ji ajansa Rojnewsê re axivî û êrîşênd ewleta Tirk şermezar kirin û diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk binpêkirina serweriya xaka Iraqêye. Heme Salih, ji Tirkiyê xwest ku demildest êrîşên xwe rawestîne.

Parlementerê Nifşê Nû a Parlementoya Herêma Kurdistanê Mem Burhan Qane jî dîsa bi heman awayî êrîşa dewleta Tirk a li dijî welatiyên Dêralokê şermezar kir û got, “Em li dijî her cûre êrîşeke li dijî Hêrêma Kurdistanêne. Ew êrîşa ku şevê din pêkhatiye li dijî serweriya axa Iraqê û qanûnên navnetewî ya mafê mirovan e.”

Sala 2018’an zêdeyî 21 welatiyên sivîl di encama êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şehîd bûne.

Tevî ku bi dehan caran li herêma Dihokê dewleta Tirk li dijî sivîlan komkujî pêk anîne jî heta niha tu pêkanînê vê li ser dewleta Tirk nehatiye kiri. Parlemento û hikûmeta herêmê heya niha têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk pêkaniye daxuyanî ne daye.