Partiyên Kurd cara yekem ji bo Kerkûkê li hev civiyan
Piştî ku artêşa Iraq û Haşdî Şabî di 17’ê Cotmehê Kerkûk û herêmên bi nanok kontrol kir, cara yekem partiyên Başûrê Kurdistanê li hev civiyan û rewşa vê herêmê gotûbêj kirin.
Piştî ku artêşa Iraq û Haşdî Şabî di 17’ê Cotmehê Kerkûk û herêmên bi nanok kontrol kir, cara yekem partiyên Başûrê Kurdistanê li hev civiyan û rewşa vê herêmê gotûbêj kirin.
Civîn bi beşdariya nûnertiyên hemû partiyan li navçeya Karahîncîr a Kerkûkê pêk hat. Piştî civÎnê li ser navê partiyan daxuyaniyeke hevpar a ji 7 xalan pêk tê hate weşandin.
Partiyên Kurd daxwaz kirin ku li Kerkûkê vesayeta leşkerî bi dawî bibe û polîtîkayên Erebkirinê bê sekinandin.
Daxuyaniya ku ji 7 xalan pêk tê wiha ye;
1-Di civînê de êrîşa Komara Îslamî ya Îranê li ser herdû Hizbên Demokratên Kurdistanê hate şermezarkirin. Sersaxî li we, hizbên Demokrat dikin û şifaya lezgîn ji bo birîndaran dixwazin.
2-Biryar hate dayîn ku civînên hizbên Kurdistanî li ser asta peywendî û dema pêwîste bên aktîfkirin.
3-Em piştgiriya yekhelwest, yek gotar a aliyên Kurdistanî di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de dikin. Her wiha vegera baweriya di nava aliyan de.
4-Guftûgokirina zêde û xwerêxistinkirina ji bo lîstên aliyên Kurdistanî di hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê de baş dibînin.
5-Daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin desthilata leşkeri ya li Kerkûkê bidawî bike. Pêvajoya xerakirinê rawestîne ku niha bi şêweyek berfireh tê meşandin. Ev binpêkirina destûra Iraqê ye.
6-Hizbên Kurdistanî yek fikir bûn ji bo karkirina encûmena parêzgeha Kerkûkê.
7-Di civînê de hate diyarkirin ku bawerî aliyên Kurdistanî bi jiyana hevpar û aştiyane ya neteweyên Kerkûkê heye. Li gel vê jî nabe Kurdistaniyên li Kerkûkê li gel pêkhateya sereke ya Kerkûkê ne di aliyê ewlehî û desthilata medenî de bêne paşguhkirin.