Partiyên Kurd: Bi hevre em li ber xwe bidin

Li Wanê Nobeda Demokrasiyê di roja 37’an de ye. Partiyên Kurd beşdarî çalakiyê bûn û peyamên yekîtî û berxwedanê dan.

Nobeta Demokratiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman ên şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HPD) a li Wanê dest pê kir, di roja 37’an de dewam kir. Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê hat lidarxistin û pankarta “Ne vîna qeyûm, vîna gel” di çalakiyê de hat vekirin.

Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê ( PIA ) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partiya Koministên Kurdistanê ( KKP ) Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Platforma Demoraktên Kurd ( PDK-Bakûr ) Sertaç Bûcak, Serokê Partiya Azadî Ayetûllah Aşîtî, Rêveberê Komeleya Kurdên Demokratîk ên Şoreşger Abdulhay Okûmûş, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Îmam Taşçier, Muazzez Orhan û gelek welatî beşdarî çalakiya îro bû.

Serokên partiyên siyasî di axaftinên xwe de bal kişandin ser têkoşina hevpar ya ku li dijî zilmê tê dayîn û diyar kirin ku soz didin ku dê bi hev re têbikoşin. Parlamenter û hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û bal kişand ser Nobeta Demokrasiyê.

Gulîstan, destnîşan kir ku 37 roj in li qadan têkoşîna xwe bilind dikin û wiha axivî: "Hikûmeta ku rizî, dejenerebûyî êdî nikare tiştek bide civakê. Kesên ku ji bo xwe digotin em demokrat in, li gorî standartên Ewroyayê tevdigerin, di mijara azadî û maf de li pêş in dawiya Tirkiyeyê anîn. Destkeftiyên demokratîk ên herî biçûk jî ji holê rakirin. Her wiha ji bo HDP'ê dibêjin 'dixwazin welat parçe bikin' lê divê em bipirsin kê/kî Tirkiye parçe dike? Ji bo demokratîkbûn û azadiya Tirkiyeyê kurd ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelên bindest di nav têkoşînê de bûn. Ne kurd kesên ku Tirkiyeyê parçe dikin AKP û MHP'ê ye."

Gulîstan, di axaftina xwe de bal kişand ser biryara girtina Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Der barê hevserokên mê yên giştî biryara girtinê hat dayîn û ev tişt tê wateya rehîneyên siyasî. Êdî li welat edalet û hiqûq nemaye. Edalet êdî wekî navê partiyê tê bikaranîn. 81 milyon kes bi hesretêa edaletê dijîn."

Gulîstan, di çalakiyê de bang li gelên Tirkiyeyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta demokrasî bê vî welatî dê têkoşîna xwe bidomînin. Lê divê di nav têkoşînê de hemû gelên Tirkiyeyê dijîn cih bigirin. Em bang li hêzên demokratîk, partiyên kurdîsanî û gelên li Tirkiyeyê dikin ku bên em bi hev re hesab bipirsin."

Piştî axaftinan çalakî bi gotina stran û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.