Partiyên Kurd: Êrîşa li ser Efrînê dagirkerî ye

Partiyên Kurd ên li Amedê diyar kir ku Tirkiyeyê bi piştgiriya çeteyên OSO, bi erêkirina Rûsya û bêdengiya DYA'yê êrîşê Efrînê kiriye û anîn ziman ku ti dagirkerî nikare xwe li ber berxwedanê bigire û banga yekîtiya neteweyî kirin.

Tirkiye bi piştgiriya çeteyên xwe yên DAÎŞ û El Qaîdeyê li dijî Efrînê êrîş da destpêkirin û di roja 42'emîn de dewam dike. Partî û Rêxistinên Kurd yên Amedê nerazîbûn nîşanî hewldana dagirkirinê dan û ji ANF’ê re axivîn.

‘HÊZÊN KÛR NAXWAZIN KURD BIBIN XWEDÎ STATU’

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Filiz Buluttekîn diyar kir ku êrîşên li dijî Efrînê "Dagirkerî" ye, hem di hiqûqa navxweyî û hem jî di ji hiqûqa navneteweyî de ev "Dagirkerî" ye. Buluttekîn da zanîn ku AKP/MHP û hêzên kûr naxwazin Kurd bibin xwedî statu û ji bo wê hatine gel hev û êrîşî destkeftiyên Kurdan dikin. Buluttekîn anî ziman ku heta roja îro li Rojava tenê yek kevir neavêtine hêzên Tirkiyeyê û wiha axivî: “Tirkiye bi êrîşa li ser Efrînê bi aqilê salîm tev nagere û welatên Ewropayê jî bi bêdengiya xwe hevparê vê dagirkeriyê ne. Êrîşa dagirkeriyê di 42’an de didome û berxwedanek bê hempa tê meşandin. Li Efrînê nikarin pêş de biçin, di qada bejahî de pêşketineke cidî nayê dîtin û windahiyên mezin yên Tirkiyêyê hene.  Ji ber êrêşên hewayî, her roj gelke sivîl jiyana xwe ji dest didin. Li hemberî qetilkirina sivîlan jî raya giştî bêdenge.”

‘YEKITIYA NETEWEYÎ WÊ PÊŞÎ LI ÊRÎŞAN BIGIRE’

Buluttekîn anî ziman ku yekîtiya neteweyî wê rêya hemû êrîşên li dijî Kurdan bigre û ev tişt got: “Divê ku gelê Kurd yekîtiyê ji xwe re bike derd. Pêwîste hemû partî û saziyên gelê Kurd berjewendiyên xwe şexsî deynin aliyekî û aqilek hevbeş ava bikin. Dema em li derdora yekîtiyê bibin xelek em ê bibin netewe û dê pêşiya hemû êrîşên li dijî Kurdan bê girtin.

‘GELÊ EFRÎNÊ ŞERÊ RÛMETÊ DIKE’

Serokê Komeleya Şoreşgerên Demortîk a Kurdistanê (DDKD) Weysî Askar jî anî ziman ku êrîşa li dijî Kantona Efînê “Dagirker” ye û ev tişt got: “Efrîn axa pîroz ya Kurdan e, hezar salan e Kurd li ser vê axê dijîn. Niha ji Tirkiye bi çeteyên OSO êrîşê Efrînê dike û dixwaze Efrînê dagir bikin. Êrîşa li ser Efrînê ne mirovahî û ne exlaqî ye, ev êrîş li dijî rûmeta mirovahiyê. Ji ber ku şervanên Kurd li Rojava rûmeta mirovahiyê parast û li dijî çeteyên hovane têkoşîn dan. Ji ber ku gelê Efrînê axa xwe diparêze, îro bûye hedefa êrîşên dagirkeriyê. Li hemberî dagirkeriyê gelê Efrînê şerê rûmetê dide meşandin. Ji bo pêşî li şerê qirêj yê li dijî Kurdan bê girtin divê hemû partî û rêxistinên Kurdan ji bo yekitiya neteweyî bixebite û ji derveyî yekitiya neteweyî ti çareya Kurdan nîne.”

‘LI SÛRIYEYÊ CIHÊ BI EWLE ROJAVA YE’

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek jî nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî Efrînê da û wiha got: “Tirkiye bi hinceta ewlehiyê, li ser Kantona Efrînê êrîş daye destpêkirin. Li Efrînê tenê yek kevir neavêtine hêzên Tirkiyeyê û tenê armanca sereke ya Tirkiyeyê dagirkirine. Her wiha Tirkiye îdia dike terorîst hene û ji bo ewlehiya xelkê Efrînê êrîş dike. Di dîroka Efrînê de û dîroka Sûriyeyê de ti caran weke ji beriya êrîşan Efrîn ne bi ewle û aram bû. Piştî Kurdan axa xwe parast û çete ji axa xwe derxist êdî li hemû bajarê Sûriyeyê berê xwe dan li axa Rojava. Li herêmê cihê herî bi ewle axa Rojava ye. Êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê bi ti awayî nayê qebûl û li her derê divê Kurd li dijî vê dagirkeriyê derkeve. Paradîgmaya Tirkiyê li ser înkar û pişaftina Kurdan hatiye avakirin û li kû derê Kurd hebe li wir êrîş dike û naxwaz Kurd bibe xwedî statu.”

‘DIVÊ KURD LI DERDORA EFRÎNÊ BIBIN YEK’

Endamê Meclîsa Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) Henefî Turan jî nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Kantona Efrînê dan û ev tişt got: “Tirkiye ji pêşketinên li Rojava ditirse û dixwaze Kantonên Rojava dagir bike. Tirkiye dibeje eger li Rojava sîstemek were rûniştandin, wê Kurdên Bakur jî mînak ji bo xwe bigre û li hemberî me serî rake. Ev êrîşa li dijî Efrînê bi ti awayî nayê qebûlkirin û divê li her derê Kurd li derdora Efrînê bibin yek.”