Partî û aliyên siyasî yên Kerkûkê li ser rewşa Kerkûkê civiyan

Partî û aliyên siyasî yên Kerkûkê li ser rewşa Kerkûk û hilbijartinên pêşwext yên Iraqê civiyan. Hizbên siyasî piştgiriya xwe ya ji bo daxwazên karmendan anîn ziman.

Partî û aliyên siyasî yên li Kerkûkê, li baregeha Herêma Kerkûk ya Hevpeyamana Nîştimanî, li ser rewşa Kerkûk û tevlîbûna hilbijartinên pêşwext yên Iraqê civiyan. Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê ji aliyê berpirsê Peywendiyên Herêma Kerkûk ya Hevpeymana Nîştimanî Tariq Teha ve hate dayîn.

Tariq Teha diyar kir ku wana di civînê de behsa rewşa niha ya bajêr, siyasî, ewlekarî û aborî ya bajêr kirine. Teha got: “Me bal kişand li ser pêwîstiya jiyanek hevbeş a di nava pêkhateydan de. Ev jî bi armanca parastina aramiya Kerkûkê gelek girîng e. Mijarek din a civînê, hilbijartinên pêşwext ên Iraqê bû. Me behsa egera bi yek lîsteyê ya tevlîbûna li hilbijartinan kir.”

Li gorî agahiyan di civînê de partî û aliyên siyasî piştgiriya xwe ji bo daxwazên hemû karmendên Kerkûk yên ser bi Hikumeta Herêmê anîne ziman.

Li ser erdarkirian waliyek Tirkmen ji bo Kerkûkê, rêveberê peywendiyên malbenda Kerkûk yê YNK’ê Cengî Îzedîn bersiva pirsa nûçegihanê Rojnewsê da û got: “Me jî tenê bihistiye, lê di rastiyê de tiştek wisan nîne, ev yek tenê gote got in. Me daxwaz kiriye dosyaya ewlekariya parêzgehê radestî polîsên xwecihî yên parêzgehê were kirin. Em dixwazin hêza di nava Kerkûkê biçe dervey bajêr, Iraq dikare hêzek berfireh ji hemû pêkhateyan ava bike û li nav bajêr belav bike.”