Parlementerê YNK’î Zêbarî nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê û bêdengiya hikûmetê da

Parlementerê YNK’ê Zikrî Zêbarî diyar kir ku divê li ber êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bê sekinîn û got: “Kurdistan bi xwîna hezaran şehîdan hate rizgarkirin. Divê Tirkiye derkeve.”

Parlementerê Partiya Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Zirkrî Zêbarî yê li Parlementoya Herêma Kurdistanê axivî, bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikûmetê da.

Zêbarî got: “Demek dirêj e, leşkerên Tirk her roj erdnîgariya Kurdistanê bombe dikin, nêzî 50 roj in êrîşî herêma Kurdistanê dike. Gundan vala dikin, mirovan şehîd dixin. Hikûmeta Kurdistanê ya Federal li ber vê bêdeng e. Divê hikûmet li ber van êrîşan rabe. Bêdengî nabe.” Li ser vê gotinên Zêbarî ji aliyê seroka parlementoyê ve hate birîn û got: “Birêz Zêbarî qala muçe bike, mûç e.”

Zêbarî destnîşan kir ku operasyonên derveyî sînor pirsgirêka herî mezin a Başûrê Kurdistanê ye û got: “Îro ji bo gelê Kurdistanê ya Federal ji mûce zêdetir pirsgirêkek mezin heye. Tirkiye li herêmê 70 navend avakirin. Divê tavilê dewleta Tirk ji herêmên Kurdistana Federal derkevin. Kurdistan bi xwîna bi hezaran şehîdî hatiye azadkirin. Ji bo wê tavilê divê Tirkiye derkeve.”