Parlementeran li Sûrê dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Ji bo nerazîbûna hilweşandina taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê parlementerên HDP’ê û gel dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Di destê sibehê de gelek polîs hatibûn taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê û dora avahiyên ku wê werin hilweşandin, pêçandibûn. Gel ji bo hilneweşandinê li ber xwe didin û li ser banga Platforma li dijî Hilweşandina Sûrê gelek kes hatin taxê.

Parlementerên HDP’ê Sîbel Yîgîtalp, Ziya Pîr û Îmam Taşçier tevî endamên Platforma Sûrê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Parlementeran li Meydana Çêlekan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsan nehiştin xebatkarên çapemeniyê û gel têkevin cihê çalakiyê. Hilweşandina hin avahiyên li taxê didomin.

Ji ber qutkirina avê gel av ji dêr û mizgeftan dikişand û piştî ku ava vê derê hate qutkirin, bi metereyan dest bi kişandina avê kirin. Polîs destûrê nadin ku gel têkevin malên xwe û gel li ber bariyeran sekinîne.

Parlementerên HDP’ê li ber xaniyên ku wê werin hilweşandin çalakiya rûniştinê didomînin.