Parlamenterê YNK'ê: Divê em hêzê bişînin Rojava

Wekîlê YNK'ê Osman Sederî got li dijî dagirkeriya Tirk divê Başûr hêzê bişîne Rojava û PDK jî got,''Divê helwesta me hevpar be''.

Komeke parlamenter a ji Başûrê Kurdistanê bang li Parlamentoyê kir ku bi lezginî bi rojeva Rojava kom bibe. Bi daxwaza parlamenteran îro parlamento kom bû, wekîlê YNK'ê Osman Sederî got ew hazir e li Rojava şer bike.

Li Başûrê Kurdistanê helwesta li dijî dagirkeriya qirker a Tirk li ser Kurdistanê (Rojava) her ku diçe geştir dibe.

'PARLAMENTO DIVÊ BI LEZGINÎ KOM BIBE'

Alîkarê Serokê Komîsyona Pêşmerge û Ewlehiya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê û Wekîlê YNK'ê Osman Sederî li gel komeke parlamenter got ji bo ku gotebêjiya êrîşên dagirkeriya qirker bikin bang li Parlamentoyê kirine ku bi lezgînî kom bibin.

Sederî got divê Parlamentoy li ser vê babetê biryareke girîng bistîne û domand,''Çikû ti hinceteke mafdar a êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojava nîne.''

'DIVÊ EM HÊZÊ BIŞÎNIN ROJAVA'

Sederî got divê parlamentoy dagirkeriyê bi daxuyaniyeke fermî şermezar bike û domand, ''Şermezarkirin têrê nake. Parlamento, ji bo ku hêzê bişîne Rojava divê biryarê bistîne. Ez hazir im ku li Rojava şer bikim.''

PDK: JI BO ROJAVA DIVÊ HELWESTA ME HEVPAR BE

Li ser banga kombûna lezgîn a parlamenteran Serokê Koma PDK'ê Omîd Xweşnav bersiv da û got, divê parlamento li gorî yasayan tevbigere, li ser Rojava divê helwesteke hevpar diyar bibe.

Partî li ser yek rayê ne ku parlamento bi rojeva Rojava kom bibe, Tevgera Goran, Komela Îslamî, Îslamî Yekgirtû diyar kirin wan ji bo kombûna lezgîn a bi rojeva Rojava bang kirine.