Parlamentera berê ya HDP'ê Hatîce Kocaman hate girtin

Dadgeriya Tirk têkildarî parlamentera berê ya HDP'ê ya Sêrtê Hatîce Kocaman bi hinceta ku tevlî karên KCD'ê bûye biryara girtinê da.

Bi îdîaya "endametiya rêxistinê" li hemberî parlamentera HDP'ê ya berê ya Sêrtê Hatîce Kocaman, doz hate vekirin. Rûniştina dozê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.

Kocaman a ku negirtî tê darizandin tevî parêzerê xwe tevlî rûniştinê bû. Kocaman sûcdariyên di îdîanameyê de red kir û xwest biryara beraatê bê dayin.

Heyeta dadgehê biryara girtina Kocaman da û rûniştina di dorê de ji bo demeke bê taloq kir. Kocaman piştî rûniştinê hate girtin.

Têkildarî Kocaman ji 7.5 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.