BI DÎMEN

'Rejîm hiqûqa dijminatiyê li girtiyan ferz dike'

Endama Desteya Rêveber a TUHAY-FED'ê Emîne Kaya anî ziman ku rejîma AKP-MHP'ê li dijî girtiyên siyasî hiqûqa dijminatiyê dimeşîne û got, "Girtiyên siyasî li gel şert û mercên giran jî serî natewînin."

QETILKIRINA GIRTIYÊN NEXWEŞ

Rejîma AKP-MHP'ê ku li girtîgehên li Kurdistanê û Tirkiyeyê hiqûqa dijminatiyê li hemberî girtiyên siyasî dimeşîne, girtiyê bi nexweşiya giran Abdulkadîr Kûday qetil kir.

Endama Desteya Rêveber a TUHAY-DER'ê ya Amedê Emîne Kaya anî ziman ku ji bo Abdulkadîr Kûday beriya niha gelek caran serlêdan kirin, lê belê nehate berdan.

Emîne Kaya diyar kir ku mirin li girtiyên nexweş tê ferzkirin û got, "Ev yek kuştin e; mirineke xwezayî nîne Rejîm mirinê li girtiyên siyasî ferz dike. Yên ku di destavêtin, kuştin û diziyê de 26 caran sûc kirine bi hêsanî digerin, lê belê girtiyên siyasî yên ku cezayê wan qediyane jî nayên berdan. Ev yek nîşan dide ku rejîm bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyên siyasî dibe."

GIRTIYÊN NEXWEŞ DÎL TÊNE GIRTIN

Emîne Kaya anî ziman ku piştî Abdulkadîr Kûday jiyana xwe ji dest da nîqaşa li ser rastiya zindanan careke din destpê kir û got, "Demeke dirêj e em hewl didin balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, lê belê bi têrkerî baldarî nabe. Çalakiyên me digihêjin beşekê lê belê têrê nake. Berdana bi sedan girtiyan tê taloqkirin. Girtiyên nexweş dîl têne girtin. Tecrîd bi rengekî girankirî tê dewamkirin. Weke dayik û federasyon-komele em çûn Enqereyê, me hevdîtin kirin. Em çûn meclîsê. Heta niha bersiv ji daxwaz û banga me re nehatiye dayin. Rejîm guh nade daxwazên me. Li girtîgehan hevalên me hene ku temenê wan dirêj e. Girtî hene ku êdî jiyana xwe nikarin bi tena serê xwe dewam bikin. Lê belê sîstem di nava zindanê de zindanê ferz dike."

DIVÊ EM BIBIN DENGÊ GIRTIYAN

Emîne Kaya diyar kir ku li dijî polîtîkayên sîstemê ew çalakiyên xwe dewam dikin, wê dewam bikin û got, "Mirina mirovan li girtîgehan bi kêrî kesî nayê. Divê dest ji vê şaşitiyê berdin. Divê desthilatdarî girtiyên nexweş û temendirêj berde. Em naxwazin ku hevalên me li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin. Ev yek helwesteke mirovî û wijdanî nîne. Girtiyên siyasî li gel hemû şert û mercan tawîzê ji sekna xwe nadin, serî natewînin. Divê em jî heman seknê li derve nîşan bidin û xwedî li wan derkevin. Divê em bibin dengê wan û têkoşîna wan mezin bikin. Zêdebûna tevlîbûna li çalakiyên me wê bibe bersivek li hemberî polîtîkaya girtîgehê ya sîstemê."