Parlamentera Îrlandayî serdana Leyla Guven kir

Parlamentera Îrlandayî ya Parlamenta Ewropayê Martîna Anderson serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven kir ku 104 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 104 roj in di greva birçîbûnê de ye. Piştî serdana Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî, îro jî Parlamentera Îrlandayî ya Parlamenta Ewropayê Martîna Anderson ku 13 salan di girtîgehê de ma, serdana wê kir.

Hevberdevka Têkiliyên Derve ya HDP'ê Feleknas Ûca jî bi Anderson re bû. Anderson ji aliyê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, keça Guven Sabîha Temîzkan û aktîvîstên TJA'yê ve hate pêşwazîkirin. Piştî hevdîtina saetekê Anderson Anderson bi Guven re wêneyek kişand û bajêr derket.