Parêzerên rojnamevanên girtî yên Behdînanê: Êşkence li wan tê kirin

Parêzerên rojnamevanên li Behdînanê ku 19’ê Tebaxa 2020’an hatibûn destgîrkirin û heya niha li girtîgeha Asayîşa Giştî ya Hewlêrê tên ragirtin bi daxuyaniyekê ragihandin ku êşkence li girtiyan hatiye kirin.

Parêzerên rojnamevanên li Behdînanê têkildarê rewşa dawî ya rojnamevanan daxuyaniyek da. Parêzeran di daxuyaniya xwe de ragihandin wan agahî girtine ku niha êşkence li girtiyên Behdînanê tê kirin.

Parêzeran tevî ku bal kişandin ser şert û mercên dijwar û êşkenceyên ku hêzên PDK’ê li girtiyên Behdînanê dikin û diyar kirin ku ragirtina rojnamevanan a di girtîgeha Asayîşa Giştî ya Hewlêrê bi ser xwe mijareke derhiqûqî û binpêkirina mafê mirovan e.

Di dawiya daxuyaniyê de parêzeran bang li rayedaran kir ku divê demildest girtiyên Behdînanê veguhezînin girtîgehên girêdayî Wezareta Kar û Barên Civakî.

Girtiyên Behdînanê di 19’ê Tebaxa 2020’an de bi îdiaya ‘xelkê teşwîqî  xwepêşandanan dike’ hatibûn destgîrkirin û heya niha tevî hemû nerazîbûnên gel, rêxistinên mafê mirovan yên herêmî û navnetewî li girtîgeha Asayîşa Giştî ya Hewlêrê tên ragirtin.