Parêzerê Ocalan: Biryar ne nû ye, bicih naînin

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mezlûm Dînç, li ser daxuyaniya Wezîrê Edaletê daxuyaniyek da û got: “Qedexe 22’yê Nîsanê hatibû rakirin.”

Endamên Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê li gel Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul re civiya. Gul ê piştî hevdîtinê daxuyaniyek da got: “Berî niha biryarên sîrokirinê hebûn. Ev biryar hate rakirin. Biryarên têkildarî qedexeya hevdîtinê hatin rakirin, derfetên hevdîtinê hatine amadekirin.”

Li ser mijarê Dînç ê agahî da ANF’ê, rakirina biryara qedexeyê ne tişteke nû ye.

Dînç anî ziman ku biryar 22’yê Nîsanê hatiye girtin, da xuyakirin ku piştî 8 salan 2’yê Gulanê weke parêzer karîne li gel Ocalan hevdîtinê pêk bînin.

Dînç got: “Serdanên me yên hevdîtinê didomin. Biryara qedexeyê hatiye rakirin, lê hevdîtin pêk nayên.”

Dînç destnîşan kir ku ji 2’yê Gulanê û vir ve ji bo serlêdanên wan ti bersivek nehatine dayîn.

Dînç wê daxuyaniyek nivîskî bidin.