Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Barrot li Hewlêrê bi Bafil Talabanî re hevdîtin kir

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot di çarçoveya danûstandinên xwe yên dîplomatîk de yên li Herêma Kurdistanê bi lîderê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî re li Hewlêrê hevdîtin kir.

Barrot piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên a li Bexdayê, derbasî Herêma Kurdistanê bû û hevdîtinên xwe dewam kir.

Wezîrê Fransî li vê derê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, lîderê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesût Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir.

Di çarçoveya serdanê de piştgiriya Fransayê ya ji bo hewldanên çareseriya siyasî ya li herêmê û hevkariya li qada ewlekariyê hate nirxandin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî li Hewlêrê bi Barrot re rûniştin.

Di hevdîtinan de li ser rêyên çareseriya siyasî yên li Sûriyeyê, pêkhatina aramiya herêmî û diyaloga navbera aliyên Sûriyeyê hatin nirxandin. Rola Fransayê ya di vê pêvajoyê de hate destnîşankirin û hate ragihandin ku wê piştgiriya xwe ya ji bo diyalogê û hewldanên çareseriyê dewam bike.

Jean-Noel Barrot di çarçoveya danûstandinên xwe de îro bi lîderê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî re rûnişt.