Parêzerên Kelarê jî piştgirî dan kampanyaya ji bo Abdullah Ocalan

Parêzerên bajarokê Kelarê piştgirî dan kampanyaya parêzeran a ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin.

Ji Fas, Filîstin, Herêma Kurdistanê ya Federe, Iraq, Lubnan, Misir, Rojava, Sûriye û Urdunê bi giştî 756 parêzeran serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê dabûn û xwestibûn biçin Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi girtiyên din re rûnên.

Di 14’ê Îlonê de jî li Brukselê ji 22 welatên cihê 350 parêzeran bi civîneke çapemeniyê diyar kiribûn ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan serî li Wezareta Edaletê a Tirkiyê dane.

Her wiha di 19’ê Îlonê de 44 parêzerên li Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî dayîna kampanyaya ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê dabûn. Heman demê de Komîteya Amadekar a kampanyayê xwest li pêşiya Dadgeha Silêmaniyê daxuyaniyê bide çapemeniyê lê Asayîşa Silêmaniyê daxuyanî asteng kir.

Parêzerên bajarokê Kelar ê navenda îdareya Germiyan jî ji bo vê kampanyaya navneteweyî piştgiriya xwe nîşandan û ragihandin ku Abdulah Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Parêzerên Kelar li ser vê mijarê ji Rojnewsê re axivîn.

Yek ji parêzerên bajarokê Kelarê Nîzam Kiwêxa Mihemed di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku astengkirina hevdîtinên parêzer û malbatan yên li gel Rêber Abdullah Ocalan kiryarên derqanûnî ne û got: “Wek parêzerek bi temamî piştgiriya tevahî parêzerên di kampanyayê de cih girtîn dikim. Hêvîdar im em wek parêzerên Germiyanê û her çar parçeyên Kurdistanê bi îradeya xwe bikarin Rêber Ocalan biparêzin.”

Her wiha parêzer Kawa Letîf li ser heman mijarê piştgiriya xwe ji bo parêzerên ku li seranserê cîhanê ji bo hevdîtin li gel Rêber Ocalan bikin serî li Wezareta Edaletê dane nîşan da û got: “Ev 23 sal in ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgehê de ye, hevdîtin mafê rewa yê parêzer û malbata Abdullah Ocalan e. Abdulah Ocalan Rêberê Gelê Kurd e û mafê gelê Kurd heye ku wî bibîne. Ji ber ku ev dozek zelal, rewa, yasayî û bi temamî medenî ye.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in di girtîgeha yek kesî ya li girava Îmraliyê de ye. Ji 7’ê Tebaxa sala 2019’an ve hemû serlêdanên parêzerên Rêber Ocalan yên ji bo hevdîtin û agahî girtina ji tenduristiya Rêber Ocalan hatine redkirin. Her hefte du caran parêzerên Rêber Ocalan serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê didin lê her carê ev serlêdan tê redkirin.