Parêzerê AKP’yî pêşî tecawiz kir û piştre wêneyê wê daliqand

Parêzerê AKP’yî yê bi navê Dilaver Sabak tecawîzê wê jinê kir ku ji bo ji hevserê xwe veqete hatibû cemê û piştre li cem dixebitî. Paşê jî wêneyê wê jinê li hemû deverên navçeyê daliqand.

Li Erdîşê ya Wanê Parêzer Dilaver Sabak ku di hilbijartinên 2014’an de endamê meclîsa şaredariyê ya AKP’ê bû, di hilbijartinên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de namzeyê parlamenter ê AKP’ê bû, tecawizî miwekîla xwe kir.

Jina bi navê K.D (32) ku ji ber hevserên xwe yê ku tehde lê dikir veqete, ji bo dozê veke çûyî cem Sabak, Sabak piştî ku tecawiz lê kir, ew bi heml hişt.

Piştî ku bi heml bû Sabak û malbata Sabak êrîş bi ser K.D de birin, wêneyên wê kirin afîş û bi deriyê destpêke yên avahiyan ve daliqandin.

K.D ji bo ku ewlehiya wê jiyanê nîn e bi rojan e nikare derkeve kuçeyê.