Parêzer Oflas: Hiqûq li Îmraliyê nîne

Parêzer Bariş Oflas got, sîstema li Îmraliyê û pêkanînên li wê derê li dijî qanûnan e û destnîşan kir, ku hiqûq li Îmraliyê nîne.

Parêzer Bariş Oflas bi bîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê di hucreyekê de tê hiştin û got, ji roja anîne Tirkiyeyê û vir ve hiqûq ji nedîtî ve tê.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve destûr nayê dayin ku Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan parêzerên xwe bibîne. Ji Nîsana 2015'an û pê ve jî destûr nedihat dayin ku xizmên xwe bibîne. Piştî greva birçîbûnê ya Îlona 2016'an, roja 11'ê Îlona 2016'an birayê wî Mehmet Ocalan karîbû biçe Îmraliyê û Oclaan bibîne. Ji wê rojê ve ti agahî ji Ocalan nayê girtin.

Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz parêzer Bariş Oflas tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand.

Oflas bi bîr xist, ku Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve bi tena serê xwe li hucreyeke li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin û got, "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, di biryara xwe ya sla 2014'an de gotibû, ku Ocalan di nava şert û mercên tecrîd û êşkenceyê de tê hiştin û ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikare parêzerên xwe bibîne; ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve nikare Heyeta Îmraliyê û ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve jî nikare malbata xwe bibîne. Ji wê rojê ve agahî ji Birêz Ocalan nayê giritn. Bi Rewşa Awarte re, ku piştî şerê navxweyî yê nava dewletê yê 15'ê Tîrmehê hate ragihandin, Dadgeriya Înfazê 21'ê Tîrmehê biryar da ku serdanên ji bo giravê, têkiliya bi nivîskî û devkî ya Îmraliyê re bê qedexekirin. Bi rêya vê biryarê, hemû hevdîtin bi awayekî ne hiqûqî hatin astengkirin. Hemû serlêdanên piştî vê biryarê hatin kirin nehatin nqebûlkirin."

TECRÎD PÊKANÎNEKE KÊFÎ YA DEWLETÊ YE

Parêzer Oflas bi bîr xist, ku gotina tecrîdê tê watey a 'cihêkirin' ji aliyê felsefî ve jî tê wateya 'îzolekirinê' û anî ziman, tevî ku di sîstema hiqûqê ya Tirk de tecrîd qedexekirî ye, di pratîkê de li ser Ocalan tê meşandin. Oflas got, "Di ti xalên qanûnê de gotinek li ser tecrîdê û mercên tecrîdê nîne. Lewma tecrîda li ser Birêz Ocalan hatiye ferzkirin, kêfî ye û li gorî çareserî, aştî, şer û kaosa li welêt, ev rew jî diguhere. Li gorî kêfa dilê hikumet û dewletê ye."

DEWLET SÛC DIKE

Parêzer Oflas diyar kir, ji ber ku Ocalan hikumxwar e, divê karibe di nava saaetên kar ên nava hefteyê de bi regnekî bê parêzerên bê wekalet re 3 caran, bi parêzerên bi wekalet re jî bi rengekî bê sînor karibe hevdîtinan bike. Oflas got, "Hevdîtinên navbera Birêz Ocalan û parêzeran, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve bi hincetên 'keştî xerabe ye', 'rewşa nebaş a hewayê', 'kaptan nexweş e' tên astengkirin. Ev astengî li gorî qanûnan sûc e. Her wiha pêşîgirtina li mafê parastinê û agahîgirtinê yê Birêz Oclaan e. Tecrîda li ser Birêz Ocalan ne tenê pêwendiya xwe bi parêzeran re heye. Nahêlin ku malbat jî wî bibîne. Tevî ku mafê Birêz Ocalan e ku hefteyê du caran bi rêya telefonê bixaive, ev maf tê binpêkirin."

ASTENGIYA TIRKIYEYÊ YA LI PEŞIYA CPT

Parêzer Oflas nerazîbûn nîşanî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê 8CPT) û got, "Ji sala 1999'an û vir ve 7 caran çûye Îmraliyê û çavdêrî kiriye. herî dawî 28-29'ê Nîsana 2016'an 3 kes ji heyeta CPT çûbû Îmraliyê. Lê belê li ser serdanê agahî ji raya giştî re nehate dayin. CPT rapora amade kiribe jî hikumet asteng dike ku rapor bê eşkerekirin. Peymaneke bi vî rengî ya CPT heye. Eger welatê ku lêkolîn lê kiriye nexwaze raporê eşkere bike, wê demê heta ku ew welat destûrê bide CPT nikare eşkere bike."