Parêzer Acînîklî: Belgekirina sûcên şer girîng in

Parêzer û Hevseroka OHD’ê Ayşe Acînîklî ya li ser sûcê şer ên dewleta Tirk li Rojava kirî, got: “Di rewşekê de ku qetlîamên sivîlan û bikaraîna çekên kîmyewî ji bo serlêdan li saziyên hiqûqa navneteweyî bê kirin, divê bûyerên pêk hatin bên belgekirin."

Di çarçoveya êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sûcên şer zêde dibin.Her çendî ev sûc ji aliyê çapemeniya navneteweyî ve tê dîtin jî lê rojeva serekî ya Kurdên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê dijîne.

Parêzer û Heveroka Komeleya Jibo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) Ayşe Acinîklî sûcên şer ên dewleta Tirk û xebatên wê yên di hihûqa navneteweyî de ji ANF’ê re nirxand.

Parêzer Acînîklî di rewşeke de ku ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bê veguhestin û saziyên mafê mirovan, divê kesên ziyan ji şer dîtine serlêdana van saziyan bikin. Pz. Acînîklî diyar kir ku wê li ser mijarê serlêdanê li saziyên civakî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) bidin.

‘DIVÊ QETLÎAMÊN SIVÎLAN BÊN BELGEKIRIN’

Pr. Acînîklî diyar kir ku ji bo hinek pêvajo ji niha ve bikeve meryetê, ji niha ve mirov dikare serlêdan li NY’yê bike û got: “Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê du got: ‘Me çekên kîmyewî bikar neaniye û nîne’. Di vê wateyê de daxuyaniyek wiha ti wateya xwe nîne. Ji xwe tiştekî wiha ne mimkûne ku hebe, bikaranîna van ji xwe qedexe ye.

Bi esasî ev mijareke cidî ye. Eger ku çekên kîmyewî hatibin bikaranîn, divê ev hemû bên tomarkirin, bên belgekirin. Em dizanin saziyên navneteweyî û dîsa DMME û NY’yê biryarên polîtîk didin. Li vir di warê cidî de bicihanîna parastina hiqûqê û pêkanîna hiqûqê êdî tine.”

‘DIVÊ RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ QETLÎAMAN BIBÎNE’

Pr. Ayşe Acînîklî da xuyakirin ku eger ku qala bikaranîna çekên kîmyewî tê kirin, têkildarî vê mijarê eger ku delîlên baş neyên berhevkirin, metirsiya vê heye ku ev rewş berovajî bibe û rastiya heyî bê nixûmandin. Pr. Acînîklî got: “Ji bo vê di vê pêvajoyê de divê delîl bên berhevkirin û belgekirin. Mînak; têkildarî qetilkirina sivîlan rapora Hevrîn Xelef gelek gîrîng e. Bi dîmen û belgeyan ev şêweyê qetlîamê ji bo cihên pêwîst bê şandin. Ji o rastî bi raya giştî ya cîhanê re bê parvekirin.