‘Parastina xaka Kurdistanê, erkê ciwanan e’

Tevgera Ciwanan Komalên Ciwan têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da û banga “Bi cih anîna erka pêşengiyê” û “Parastina xaka Kurdistanê” li ciwanan kir.

Koordînasyona Komalên Ciwan di daxuyaniya nivîskî ya dayî de wiha got: “Destpêkê em kesên di êrîşên li ser Rojava de şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza girêdanbûna bi bîranînên wan û tolhildanê, dubare dikin.”

Di daxuyaniyê de bi domdarî wiha hate gotin:

“Weke ku tê zanîn Erdogan ê faşîst û mêtinger di operasyona li çiyayên Kurdistanê ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê daye destpêkirin de encam negirt û dest bi konsepta êrîşên nû ya li ser Rojava, Başûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Ev pêvajoya tê wateya demek herî girîng a dîroka me. Tiştên ku em niha divê bikin, em sibe nikarin bikin. Ev pêvajoya ne pêvajoyek e ku em têkoşînê bihêlin ji sibe re. Ji ber ku em bi faşîzma dewleta Tirk a ku hemû heyîna ji bo tunekirina Kurdan daniye holê, re rû bi rû ne. Divê her ciwanek Kurd li dijî van êrîşan xwe berpirsyar bibîne û têkoşîna hilweşandina faşîzmê pêş bixe.

Çeteyên AKP-MHP a qirker, êrîşên xwe yên li ser Rojava û qadên din, zêde kiriye. Bi peymanên nû yên bi hêzên gerdûnî û herêmî re, êrîşan pêk tîne. Hemû cîhan dizane ku şerê ku bi tevgera me re dimeşîne, bi piştgiriya DYE û NATO’yê pêk tîne. Divê em xiyaneta PDK’ê ya ku bi bazarkirina Kurdan heyîna xwe didomîne, ji bîr nekin û li her derê li dijî xiyaneta PDK’ê bi awayek çalakî, têbikoşin.

ÇALAKIYÊN HÊ RADÎKALTIR

Berxwedana gerîla û têkoşîna gelê me, çeteyên faşîst ên AKP-MHP’ê û hevkarên wan, vale derxistiye. Qetlîama ku li Cadeya Îstiklal, pêk anî yek ji lîstokên wan bû. Ev geşedan hemû nîşa didin ku mehên pêşiya me ji bo gelê me wê pir girîng bin. Divê ciwanên Kurdistanê, li her qada ku lê ne, wê qadê veguherînin dojehê û hesap bipirsin. Divê em zarokên gel ê şoreşger, li her derê li ber xwe bidin û li dijî faşîzmê çalakiyê hê bêhtir radîkal, bikin. Divê em bizanin û ji bîr nekin ku eger îro em lê nexin, wê dijmin qetlîamên hê zêdetir, bike. Em dibêjin ku bi pêngava Werin Cenga Azadiyê, her qadê veguherînin qada tolhildanê û serkeftinê bi dest bixin.

BANGA MEZINKIRINA SERHILDAN Û ÇALAKIYAN

Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku ji bo parastina xwe, serhildanan mezin bikin û hêz zêdetir çalakiyan li dar bixin. Em bang dikin ku Şoreşa Rojava û xaka Kurdistanê, li dijî dîktatoriya AKP-MHP’ê ya faşîst û dagirker, biparêzin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê her tişta ku dikeve ser milê wan, pêk tîne. Divê em ji bo parastina deskeftiyên xwe, yên me bi berdêlên mezin bidesxistin êrîşên hovane yên dijmin pûç bikin û têbikoşin. Parastina xaka Kurdistanê, erka dîrokî ya ciwanên Kurdistanê ye. Divê em bi kevir, dar û her tiştê di destê xwe de veguherînin çek û dijmin têk bibin. Em bang li ciwanên welatparêz ên Kurdistanêd dikin, bila erka xwe dîrokî pêk bînin û serhildanan mezin bikin.”