Panela li Êlihê: Em têkoşîna li dijî tecrîdê geştir bikin

Li Êlihê li ser tecrîda li Îmraliyê û berxwedana zindanan panelek hate lidarxistin. Di panelê de hate diyarkirin divê têkoşîn were geşkirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, li Sendîkaya Petrol Îş’ê panela bi mijara “Tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê” li dar xist. Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûysal weke axivîner beşdarî panelê bûn. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredarên Êlihê yên HDP’î ku ji peywîrê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, endam û rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan û gelek kes beşdarî panelê bûn. Li eywanê pankarta “Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin” hat daliqandin. 

Parêzera Ocalan Newroz Ûysal, diyar kir ku hemû mafên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji dest hatine girtin û wiha got: “Hevdîtinên malbat û parêzeran nînin. Dema pirtûk, name û hin tişt jê re hatin şandin em nizanin ka girtine an negirtine. Em ji şertên wî yên din re jî bê agahî ne. Em weke parêzerên wî her hefte serlêdanên hevdîtinê dikin. Lê hemû jî tên redkirin. Bi hezaran nameyên jê re tên şandin nadinê. Berê digotin koster xerabe ye niha hatiye asteke wisa ku 8 sal in hevdîtina parêzeran nîne. Destûrê nadin hevdîtina wasî û malbatê jî. Êdî hincetan jî nabînin. Ne girtîgeh ne jî wezaret telefonên me ranakin.”

Ûysal, da zanîn ku 11 caran cezayê dîsîplînê dane Ocalan û bi lêv kir ku têkildarî hincetên cezayê agahî nedane parêzeran. Ûysal, destnîşan kir ku sedemê tecrîda girankirî ku 22 sal in berdewam dike şerê li dijî vîna Ocalan e û wiha axivî: “Polîtîkayên Îmraliyê yên dewletê bi awayekî girankirî berdewam dike. Têkoşîna Ocalan a li dijî van polîtîkayan jî didome. Dema em bi Ocalan re diaxivîn banga “Xûrtbûnê” dikir. Ji bo ku Kurd hêza xwe zêde bikin digot têkoşînê mezin bikin.”

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî diyar kir ku operasyona Tirkiyeyê ya ser Herêma Kurdistana Federe, êrişên ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girêdayî tecrîdê ne û li pişt van meseleyan hêzên navneteweyî hene. Ûca, destnîşan kir ku li dijî gelê Kurd êrişên topyekûn di dewrê de ne û wiha got: “Daxuyaniya Ocalan a Newrozê hemû cîhanê temaşe kir û piştevaniya wê jî kir. Lê îro ji dagirkirina axa Kurdan û tecrîdê re bêdeng dimînin. Niha yên ku çekan ji Tirkiyeyê re dişînin ev welat in. Dema bajarên Kurdan hilweşandin jî van çek dan. Di êrişên li dijî Başûr û Rojava jî ev çek hatin bikaranîn. Dema ev tişt dihatin kirin ji bo ku felsefeya Ocalan bê astengkirin tecrîd hat girankirin û berdewamkirin.”

Ûca, bi lêv kir ku jiyana ku Ocalan pêşkeş dike daxwaza hemû gelên cîhanê ye û wiha axivî: “Îro hemû gelên cîhanê ji bo azadiya Ocalan têdikoşin. Di demekî ku hemû cîhan ji bo azadiya Ocalan têdikoşe de divê sazî û dezgehên gelê Kurd xwe rexnedayînê bidin. Divê em hemû vê yekê bikin. Divê em bifikirin ku ka em ji bo azadiya Ocalan dikarin çiqas têbikoşin û vê yekê têxin meriyetê. Ji bo ku tecrîda ji aliyê serdestan tê pêkanîn bi dawî bibe em têkoşînê mezin bikin.”