PAJK: Roj roja parastina Rojava ye

Koordînasyona PAJK’ê ya têkildarî êrîşên dewelat Tirk a dagirker ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da got: “Gelê me wê li ber xwe bide, wê xeyalên dijminê faşîst-qirker bi cih neyê.”

Koordînasyona PAJK’ê ya daxuyaniyek nivîskî da ragihand ku dewleta Tirk a faşîst û mêtinger dijminê têkoşîn, azadî û jiyana gelê Kurdistanê ye.

Koordînasyona PAJK’ê got: “Dijminahiya vê ya herî xedar û êrîşkar didome. Erdnîgariya Kurdistan, jin, ciwan û zarok bi qirkirinê re rû bi rû ne. Dinê hemû çavê xwe li hovîtiya li ber çavê cîhanê li Efrînê pêk hat girt. Gelê Rojava li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê hemû mirovahî parast. Ji bo rizgariya hemû mirovahiyê şer kir. Bi berxwedan û têkoşîna herî destanî ya vê çerxê re xwe kir mertal. Berdêlên giran da. Bi têkoşînê re azadî, wekhevî, edalet û jiyana demokratîk ava kir. Divê ti kes çavê xwe li vê êrîşên dagirker û qirker ên Tirk ên li ser Rojava negire. Ev êrîş tê wateya êrîşa li dijî mirovahî û jiyana azad.

Tê wateya êrîşa li dijî hevre jiyana gelan. Tê wateya êrîşa li ser siberoja azad a hevpar a gelan. Êrîşeke li dijî xeta azad a mirovahiya bi rûmet a dixwazin teslîm bigire ye.

Cîhan tev deyndarê Rojava ye. Rênegitina ku êrîşên DAÎŞ’ê li tevahî cîhanê belav nebe têkoşîna Rojava bû. Berdêlên li vir hatibû dayîn pêşî girtin. Divê bi vê zanabûnê jin, demokrat û morvahî destekê bide Rojava. Banga me ji bo jinan hemûyan, rêxistinên jinan,hemû jinên Kurd ew e ku roj roja parastina Rojava ye. Bang li her kesî dikin ku li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk li ser Rojava dike, seferber bibin. Bang dikin destekê bidin berxwedan destanî ya bi pêşengttiya jin û ciwanan pêşdikeve destek bikin, mil bidin milên wann û li gel hev şer biikin.

Bang li hemû mirovên li her devera cîhanê ji bo azadî û demokrasiyê têkoşîn didi, dikin ku li dijî vê bêdeng nebin, cih li gel Rojava bigirin.

Divê Kurd li kû dibin bila bibin divê xwedî li berxwedan û têkoşîna azad derbikevin, di nava seferberiyê de bin. Divê jinên Kurd pêşengtiyê ji berxwedanê re bikin.

Gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa bi hêza xwe ya xweser şer kir û sîstema demokratîk ava kir, wê li dijî hovîtiya dewleta Tirk bi hemû hêza xwe şer li ber xwe bide û azadiyê jî biparêze.Gelê me wê li ber xwe bide û wê xeyalên dijminê faşîst-qirker bi cih neyên. Wê bi vê berxwedanê dawiya rejîma faşîst a Erdogan bê, komplo vala derbikeve, wê bihara gelên Rojhilata Navîn destpê bike.”