PAJK: Peywira me hemûyan e ku em xeyalên hevrê Helmet ava bikin

Koordînasyona PAJK’ê: Xwedîlêderketina hevrê Helmet, pêkanîna yekîtiya neteweyî ya demokratîk a Kurdistanê peywira me hemûyan e.

Di 5’ê Tîrmehê de balefirên şer ên dewleta Tirk li herêma Qendîlê êrîşeke hewayî pêk anîbû. Di vê êrîşê de Endamê Konseya Serokatiya Giştî KCK’ê Dîyar Xerîb şehîd bûbû.

Derbarê vê êrîşê Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Di 5’ê Tîrmehê de Endamê Konseya Serokatiya Giştî KCK’ê Dîyar Xerîb û rêhevalên me Şahîn (Abdulkadîr Aslan) û Devran ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn.

Em şoreşgerê mezin rêheval Helmet (Dîyar Xerîb) û hevalên li ba wî bi hurmet bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji rêheval û malbata rêheval Helmet, Devran û Şahîn re dixwazin û em balê dikşînin ser vî tiştî ku wê hesabê vê qetlîama dewleta Tirk were pirsîn.

Dewleta Tirk ji bo pêkanîna planên xwe yên faşîst û mêtinger dixwaze her bihost axa Kurdistanê dagir bike û tevgera azadiyê ya ku bi pêşengiya Rêber Apo tê kirin jî tasfiye bike. Ji ber vê jî serî li rêyên qirêj didin û bi rêya sîxuran zextan li ser gelê herêmê dikin. Şehadeta rêheval Helmet ne êrîşeke tesadufî ye. Ji ber ku rêheval Helmet ji Başûrê Kurdistanê ye û yek ji endamê saziya Konseya Serokatiya Giştî ye ya ku Rêbertî dibêje ‘ew alîkarên min in’. Ev jî diyar dike ku heval Dîyar Xerîb bi taybet bûye hedef.

Rêheval Helmet di têkoşîna xwe ya 25 salan de bi helwest û enerjiya xwe xwestiye gelê Başûrê Kurdistanê birêxistin bike û bi paradîgmaya Rêber Apo bûye xwediyê têkoşîneke mezin. Di heman demê de bi rêhevalên jin re li ser pîvanên îdeolojiya azadiyê têkiliya rêhevaltiyê daniye û bal kişandiye ser rola jinan a di şoreşê de. Jinên Başûrê Kurdistanê di serî de em bang li hemû jin û ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku bila xwedî li xeta têkoşînê ya rêheval Helmet û xwedî li destkeftiyên Kurdistanê derkevin.

Rêheval Helmet sembola Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan e. Ji îro û şûnde pêkneanîna yekîtiya Kurdan wê îxanet be. Xwedîlêderketina rêheval Helmet, pêkanîna yekîtiya neteweyî ya demokratîk a Kurdistanê peywira me hemûyan e.

Divê dijmin baş bizanibe ku wê hesabê her qetlîama li ser axa Kurdistanê were pirsîn. Rêheval Helmet sembol û qehremanê yekîtiya neteweyî ya Kurdan e. Divê em xwedî li têkoşîna wî derkevin û ji dewleta Tirk a faşîst û sîxuran bipirsin. Em bang li jin û ciwanan dikin ku, divê dakevin qadan û nerazîbûna xwe ya demokratîk derxînin holê.”