PAJK: Bila hevrêyên li zindanan dawî li çalakiyên fedayî bînin!

PAJK: Em bang li hevrêyên xwe yên li zindanan dikin; çalakiyên bi rêbaza fedayî rawestînin. Em hevrêya xwe Zehra Saglam bi rêzdarî bi bîr tînin. Bîranînên wan pêşengên têkoşîna me ne."

Koordînasyona PAJK'ê li ser çalakiyên fedayî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Pêngava me ya berxwedanê ku li ser bingeha bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê me pêk tê, 4 meh li pey xwe hişt. Berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, ji 1'ê Adarê û pê ve bi beşdariya bi hezaran girtiyan derket asta herî bilind. Li nava civakê û li nava raya giştî ya dinyayê xwedî li grevên birçîbûnê tê derketin.

Berxwedana grevên birçîbûnê ku li zindanan, li Ewropayê û li çar parçeyên Kurdistanê didome, ji xwe berxwedaneke fedayî ye. Pêvajoyeke çalakiyan e ku her tişt daye pêş çavên xwe. Berxwedêrên ku bi mehan e bedena xwe dane ber birçîbûnê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê me helwesteke fedayî nîşan didin. Berxwedana ku bi îrade û biryardariyeke xurt didome, pêşengiyeke dîrokî ye ji bo hesabpirsîna ji faşîzmê.

Hevrêyên me yên PAJK û PKK'î yên li zindanan û hevrêyên me hemû yên li ber xwe didin; em napejirînin ku ji bilî vê berxwedanê bi rêbaza fedayî çalakiyan bikin. Xuya ye hewl tê dayin li zindanan weke xeteke çalakiyê bê bicihanîn. Hevrêyên me yên li zindanan berpirsyariya dikeve ser milê xwe bi rengekî fedayî û bi berpirsyariyeke mezin bi cih tînin. Karê ku ji niha û pê ve bê kirin dikeve ser milê civakê, dikeve ser milê jin, ciwanan, demokratan, hêzên çep û sosyalîst û mirovahiya xwedî wijdan. Em bang li hevrêyên xwe yên li zindanan dikin; divê çalakiyên protestoyî yên bi rêbaza fedayî bên rawestandin. Em hevrêya xwe Zehra Saglam bi rêzdarî bi bîr tînin. Bîranînên wan pêşengên têkoşîna me ne. Di nava rastiya gel ê rabûye ser piyan û di nava têkoşîna me de em ê timî xwedî li bîranîna wan derkevin."