PAJK: Bi îradeya Zîlan em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin

Koordînasyona PAJK'ê di salvegera 27'an a çalakiya fedaî de Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anî û got, "Em bi biryar in ku bi îradeya Zîlan faşîzmê têk bibin û îsal bikin sala misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya salvegera 27'an a çalakiya fedaî ya Zîlan (Zeynep Kinaci) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya înternetê "pajk.org" de weşand.

Daxuyaniya Koordînasyonan PAJK'ê wiha ye:

"Tevgera me ya azadiyê ku bi şoreşên di nava şoreşê de ji bo jinan û gelan pêk aniye, di heman demê de pêşengên şoreşger ên mezin afirand ku bûn sedema guhertinên dîrokî. Yên ku xwedî azweriyeke mezin a azadiyê û coşeke kûr a jiyanê ne, wê li hemberî faşîzmê û kevneperestiyê jî xwedî hêrsa mezin bin. Şexsiyetên pêşeng ên ku xwe bi hişmendiya dîrokî ya serpêhatiyên xwe ve girê didin, dibin xwediyê çalakiyên watedar ên ku bi pêşbîniya xwe ya ji bo siberojê wê rêça dîrokê biguherînin. Nûnertiya çanda berxwedanê ya bi hezaran salan dike, jiyanê û rûmeta dilsoziya ji bo jiyanek watedar û azadiyê nîşanî me dide, dil, hiş û bedena xwe dane ser rêya azadî û heqîqetê. Em hevrê Zîlan (Zeynep Kınacı) şehîda mezin a tevgera me ya azadiya jinê di 27. salvegera şehadeta wê de bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Hevrê Zîlan anî ziman ku dewleta Tirk a qirker hemû rêbazên xwe yên şerê qirêj bi kar tîne û got, 'Ya wê biqede yan jî wê biqede'. Di demekê de ku JÎTEM û dewleta kûr bi piştgiriya Gladîoyê li dijî gelê me û tevgera me êrîşên giran li dar dixist, tevlî nava refên têkoşînê bû. Dewleta Tirk a dagirker bi sûîqasta ku di 6’ê Gulana 1996’an de li ser Rêberê me pêk anî, xwest polîtîkaya xwe ya qirkirinê temam bike. Hevrê Zîlan mezinahiya metirsiya bi êrîşa li ser Rêber Apo fêm kir û bi vekolîneke kûr a dîrokî û pêşbîniya bilind helwesta xwe ya ku pêvajoyê bi rê ve dibe eşkere kir. Hevrê Zîlan bi gotina 'Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke bi wate û çalakiyeke mezin' nîşan da ku divê em pêvajoyê di asta herî jor de çawa fêm bikin û bersivê bidin. Bi rastiya Rêber Apo, li dijî metîngerî ye, li hemberê zîhniyeta mêr hêrsa xwe herî mezin bi hişmendî derxist holê. Li dijî qirkeran bi helwesta 'em ewqasî ji jiyanê hez dikin ku dikarin di oxira wê de bimirin' di xeta me ya fedayî de bû fermandara pêşeng. Di demekê ku Rêbertiya me hedef tê girtin, di 30’ê Hezîranê de li Dersimê, li cihê ku dewleta Tirk got 'Me Kurd qedandiye' her parçeyek di laşê xwe de bi rêxistin kir û bi serê xwe veguherî hêza artêşê û di mejiyê faşîzmê de teqiya. Li cihekî weke Dersimê ku çanda qirkirinê lê hate ferzkirin, gerîlatî kir, dîroka Kurdistanê ni kûrahî hîs kir û mîna jinên Kurd ên leheng Besê û Zarîfe bi berxwedêrî jiya. Rêber Apo çalakiya hevrê Zîlan wiha pênase kir: 'Zîlan xwedawend e, ku divê her kes li ber wê bejna xwe bitewîne'. Di nirxandina xwe de hem li ser aliyê dîrokî yê çalakiyê û hem jî li ser encamên heyî rawestiya.

'ZÎLAN JI BO ARTÊŞ Û PARTÎBÛNA JINÊ BÛ PÊŞENG'

Hevrê Zîlan ne tenê nîşan da ku divê li hemberî dijmin helwesteke çawa ya jinê hebe, di heman demê de ji bo avakirina artêşa me ya jinê û partiya me jî bû rêber. Bi çalakiya xwe re bû diyardeya azweriya azadiya jinê, welatparêzî, dilsoziya kûr a ji bo axa xwe, hêrsa li dijî metîngeriyê, bû  helwesta jinên şoreşger. Bi fikir û çalakiya xwe bû yekemîn îfadeya şênber û pêkanera pratîk a îdeolojiya azadiya jinê. Têkoşîna azadiya jinê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin; hevrê Zîlan bi çalakiya xwe bersiva herî watedar da.

Jinên Kurd ên ku îro li ser xeta Zîlan li ber xwe didin, bi şaristaniya serdest re di nava têkoşîneke dîrokî de ne. Têkoşîna me ya azadiyê ya 50 salî û dîroka artêşa me ya jinê ku em amadekariya pêşwazîkirina 30 saliya wê dikin, bi hezaran leheng afirandin û mîrateyeke mezin a azadiyê afirandin. Weke xwediyên vê mîrateya ku di encama bedelên giran û bi êş de ye, em dizanin ku me al girtiye û em ber bi serketinê ve bi rê ve dibin. Di salvegera çalakiya mezin a hevrê Xwedawend Zîlan de, di sala 50. a Partiya me û sala 30. a artêşbûnê de, em meşa Kurdayetiyê û jinan a ber bi serketinê ve bi îradeyek mezin didomînin.

'LI ZAP, AVAŞÎN Û METÎNAYÊ LI SER XETA ZÎLAN ŞER TÊ KIRIN'

Li ser rêya dîrokî ya ku hevrê Zîlan ronî kiriye, niha li Bakurê Kurdistanê de, milîtanên PAJK’ê ku li Zap, Avaşîn û Metîna berxwedaneke destanî nîşan didin, bi ruhê Rêber APO nûnertiya xeta Zîlan dikin. Li lûtkeyên çiyayên Kurdistanê bi sekneke fedaî ya bilind li dijî metîngerî  ye  şerekî dijwar tê meşandin. Bi berxwedana fedaîtî ya hevrê Zîlan re paşverûtiya serdemê tê têkbirin û di asta herî bilind de gerîlatiya afirîner tê avakirin.

Berxwedana bê hempa ya jinên leheng ên azadîxwaz ên ku li dijî dagirkirina Kurdistanê û polîtîkayên qirkirinê li ber xwe didin, îfadeya vê rastiyê ye. Gerîlayên YJA STAR’ê bi lehengî şer dikin û bi coşeke mezin a şoreşgerî nîşan didin ku şopdarên Zîlan in.

Li ser xeta Zîlan, jin a Kurd ku bû artêş, bû partiyek, bi azweriyeke mezin a azadiyê xwe bi rêxistin kir. Li dijî zîhniyeta serdest a mêr, faşîzm û metîgeriyê bi têkoşîna xwe ya bi biryar bûye temînata  hemû azadiyan. Bi taybetî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Azadiya jinê û her bostek axa Kurdistanê li dijî mêtingeriyê, parastina bi hişmendiyeke bilind a welatparêziyê wê bibe bersiva me ya herî watedar.

'JIYANA BI ŞÊWAZA ZÎLAN ÇALAKIYA AZADIYÊ YE'

Di şoreşa azadiya jinê û têkoşîna azadiya jinê de em bi biryar in. Jiyana bi şêwaza Zîlan çalakiya azadiyê ye. Di heman demê de jiyana azad e. Manîfestoya jiyana azad û nexşerêya pêşeng e. Ya ku pîvanê diafirîne û prensîbê destnîşan dike ew e. Erka me ya sereke ye ku em van rast fêm bikin, têgihiştina azadî û rastiyên ku ew temsîl dikin zindî bikin û li ser şopa wê bimeşin.

'BI ŞIDANDINA TECRÎDÊ DIXWAZIN KOMPLOYA 6'Ê GULANÊ TEMAM BIKIN'

Hevrê Zîlan di afirandina îdeolojiya azadiya jinê de bû bingehek. Lewma Zîlan bûye xet, nasname û kesayeta jin a Kurd a berxwedêr. Her ku têkoşîn mezin dibû û berxwedan kûr dibû, têkoşer û azwerî ya azadiyê ya jinên Kurd qat bi qat zêde bû û ji serê çiyayan xwe gihandiye jinên cîhanê. Jinên Kurd tolê ji mêraniya hov û hêzên modernîteya kapîtalîst hiltînin û pêşengiyê ji avakirina jiyana azad û sosyalîst re dikin. Meşa azadiyê ya Rêbertiyê ku 50 sal berê li Kurdistanê destpê kir, êdî bûye Rojhilata Navîn û gerdûnî. Paradîgmaya Rêbertî hêzên şaristaniya kapîtalîst ditirsîne. Ji bo vê jî di polîtîkayên qirkirinê de her cûre destek ji faşîzma AKP-MHP’ê re didin. Pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê tê kûrkirin û tê xwestin ku ronesanseke nû ya ji Kurdistanê derdikeve bê astengkirin.

Ji ber vê yekê di vê dema ku em 50 saliya partiya xwe pêşwazî dikin de, em bi rastiya qirkirinê re rû bi rû ne ku di tu qonaxên dîrokê de nehatine dîtin. Têkoşîna me ya azadiyê ku 50 sal in dewam dike, bi berxwedana bêhempa ya Rêber Apo, şêwaza wî ya nûjen û paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê ya ku hemû tê de hevsengiyên cîhanê bihejîne, kombûneke mezin a têkoşînê afirandiye. Destketiyên têkoşînê hatine sîstematîzekirin. Partîbûn, bidestxistina hêza xweparastinê û bi perspektîfa neteweya demokratîk hatine sîstematîzekirin. Li hemberî vê heqîqetê dijmin ji aliyê îradeyê ve têk çûye, lewma hîn bêhtir bi hovane tevdigere. Ji bo vê jî tecrîda li Îmraliyê kûrtir dibe û Îmraliyê vediguherîne navenda şer. Bi vî awayî xwestin bi komploya navneteweyî ya 6'ê Gulana 1996'an li hember Rêbertiya me dan destpê kirin temam bikin.

'EM BI BIRYAR IN KU BI ÎRADEYA ZÎLAN FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN Û AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO MISOGER BIKIN'

Weke Partiya Jina Azad a Kurdistanê (PAJK) em bihara 2022’an bi coşeke mezin û sala 50. a Rêbertiyê jî bi ruhê fedaî yê Zîlan pêşwazî dikin. Em bi biryar in ku bi îradeya Zîlan faşîzmê têk bibin û bikin sala misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Çawa ku jinên Kurd ên di xeta xweparastinê ya hevrê Zîlan de li ber xwe dan, di sala 96’an de jî bi teqandina mejiyê dijmin re serdemeke nû dan destpêkirin. Eger ku mirovahî ji faşîzma DAÎŞ'ê, wê têkoşîna parastina mirovahiyê ya li dijî faşîzma Tirk a rejîma herî qirker a serdestiya mêr îro bigihîne serketinê. Dîrokê careke din nîşan da ku kesayetên dîrokî afirînerên çalakiyên dîrokî û nûnerên jiyana azad a nû ne. Weke niha jî ruhê berxwedanê, îradeya têkoşînê û azweriya azadiyê ya hevrê Zîlan her tim kêliyên wiha dîrokî diafirîne. Şervanên Jinên Kurd ên azadîxwaz bi têkoşîn û berxwedana li ser xaka Kurdistanê zîhniyeta azad û demokratîk a neteweya demokratîk ava dikin. Sîstema serweriya mêr a ku ji aliyê şaristaniya navendî ve hatiye avakirin, êdî bi têkoşîna şoreşgerî ya bi pêşengiya zîhniyeta jin a azad a li ser esasê modernîteya demokratîk tê guhertin.

Li ser vê bingehê di şexsê hevrê Zîlan de bi biryardariya ku sala 50. a têkoşînê veguherîne sala serketinê, di serî de şehîdên me yên Hezîranê, şehîdên Zagros, Zapê, Avaşîn, Metîna û li çar aliyê Kurdistanê bi têkoşîna fedaî gihiştin şehadetê, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe bi serketina azadiya jinê û gelan tacîdar bikin."