PAJK: Berxwedana 14'ê Tîrmehê dîroka gelê Kurd e

Koordînasyona PAJK'ê destnîşan kir ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a ku 14'ê Tîrmeha 1982'an li zindana Amedê dest pê kir, "Dîroka gelê Kurd e."

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya salvegera berxwedana 14'ê Tîrmehê li ser malpera xwe ya înternetê (pajk.org) daxuyaniyek weşand û di şexsê pêşengên berxwedanê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de şehîdên têkoşînê bi bîr anî.

Daxuyaniya PAJK'ê wiha ye:

"Berxwedana dîrokî, şoreşî, çandî û civakî, berxwedana 14’ê Tîrmehê di salvegera 39’emîn de, di şexsê pêşeng û şehîdên mezin ê vê berxwedanê hevrê Kemal, Xeyrî, Akif û Alî Çîçek de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi minnet, rêz û hezkirin bibîrtînin. Berxwedana Rêber APO ku îro li ser bingeha girêdana bi van şehîdên mezin re pêşdixîne, berxwedana hevrêyên me li girtîgehan, têkoşîn û şerê pêngava şoreşgerî ku gerîla dide meşandin silav dikin, soz û biryardariya bilindkirina berxwedanê û dilsoziya bi xeta şehîdan re nû dikin.

Ji dîrokê û heya avakirina partiya me PKK’ê gelê Kurd, ji bo parastina çand, hebûn û xaka xwe li ber xwe daye. Çanda berxwedanê, li Kurdistanê vediguhere şêwaza jiyana gelê me. Lê ji ber pirî caran bê pêşengî, bê bîrdozî û zanistî berxwedan hatiye kirin, gelê me êşên mezin kişandiye. Lê berxwedana 14’ê Tîrmehê weke daneheva tevahiya vê dîroka gelê me ya berxwedêr, bi şêwazekî nû, ku emsala xwe çênebûye dest pê kir. Ev berxwedan, bi zanebûna fikir, bawerî, felsefe, bîrdozî û şêwazekî nû yê têkoşînê hate meşandin. Ev şêwazê nû yê berxwedana bi zanistî pêşket bi heqîqeta Rêber APO hate avakirin. Li Kurdistanê tovên vê berxwedanê hate avêtin, bi demê re veguherî têkoşîna gel a şoreşgerî. Li hemberî feraseta dewleta Tirk a darbekar, faşîst, dagirker û qirker berxwedana dîrokî a 14’ê Tîrmehê ji bo gelê me yê li her çar parçeyê Kurdistanê û jina Kurd bûye destpêka demeke nû ya têkoşîna xwebûnê. Êdî gelê Kurd, ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet û bi destxistina nasnameya azad ev berxwedana dîrokî hembêz kir, xwedî lê derket û di oxira domandina vê berxwedanê de keç û xortên herî hêja kirin berdêl. Berxwedana ku di pêşengtiya Kemal, Xeyrî û Sarayan de pêşket li Kurdistanê bû bingeha gav avêtina pêngava 15 Tebaxê û avêtina tova şerê gel ê şorgerî. Gotina ‘Berxwedan Jiyan e’ êdî li Kurdistanê bû bingeha felsefeya jiyana azad.

Pêşengê berxwedana 14’ê Tîrmehê heval Kemal, berwedana ku dane pêşxistin wiha pênase kir; 'Em jiyanê, bi qasî ku di oxira wê de canê bidin jê hez dikin'. Ev wateya mezin, li Kurdistanê bû xet, helwest û biryardariya mezinkirina têkoşînê. Hevrê, pêşeng û têkoşêra mezin hevrê Sara berxwedana dîrokî bi vê awayî pênase dike; 'Berxwedana 14’ê Tîrmehê ne pêvajoyek bû, hate jiyîn û bi dawî bû. Ev berxwedan, bi her awayî dîroka gelê Kurd îfade dike'. Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi zanebûna vê dîrokê erk û berpisyariyên pêvajo ji wan dixwest hembêz kirin. Dem û kêliya dijîn bi wate kirin. Bi vê berxwedanê re zihniyet û siyaseta tinekirin û qirkirinê ya li ser gelê Kurd dihate ferzkirin, darbeya herî mezin xwar. Li hemberî feraseta teslîmiyet û îxanetkariyê, pêşengên 14’ê Tîrmehê rêya milîtanî û şoreşgeriya zor hilbijartin û derseke dîrokî dan dagirkerên Kurdisanê. Ji lewra di têkoşîna partiya me de, di her dem û pêvajoyên dîrokî de kadro û milîtanên Apoyî bi rola xwe ya dîrokî rabûne û bûne pêşengên demê.

Di vê dema têkoşînê ya dijwar de, berxwedan û ruhê 14’ê Tîrmehê, bi pêngava şoregerî di pêşengtiya gerîlayên serdemê de li Zap, Avaşîn û Metînayê tê jiyankririn. Di roja îro de dewleta Tirk û destekdarên wî bi feraseta faşîst a darbeya 12’ê Îlonê bi plangeriyên nû êrişî gelê me û tevgera me dike. Şerekî herî kirêt û dijwar li hemberî Rêbertiya me dide meşandin. Çawa ku li hemberî faşîzm û darbeya 12’ê Îlon’ê berxwedana dîrokî hate pêşxistin. Îro jî li hemberî êrişên topyekûn, tecrîda girankirî û plangeriya tasfiyekirinê bi ruhê 14’ê Tîrmehê berxwedaneke topyekûn tê meşandin. Li hemberî êrişên qirker ên dewleta Tirk û hevkarên wê weke gel, gerîla û tevahî hevrêyên li girtîgehan, li ser şopa vê berxwedana dîrokî li ber xwe didin şer û têkoşîneke man û nemanê didin meşandin. Li ser heqîqeta vê berxwedana dîrokî, îro gerîla bi kevneşopiya heman ruh, ked, fedekarî, têkoşîn û berxwedanek destanî şer dikin. Gerîlayên HPG’ê û YJA Star bi sekna berxwedêr a Kemal, Xeyrî, Akîf û Alî Çîçekan, bi ruhê serhildariya hevrê Sara li Zap, Avaşîn û Metînayê li ber xwe didin. Eger di roja îro de, dewleta Tirk a faşîst, dagirker û hêzên Kapîtalîst yên bi hemû derfetan hevkarî ji dewleta Tirk re dikin, di siyaseta xwe ya tinekirin û tasfiyekirina tevgera me de bi ser nakevin, ev bi saya ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê ye. Li hemberî êrişên ku ji 23’ê Nîsanê ve hatine destpê kirin, gelê me bi sekin û dşksızşta bi Rêber APO re, gerîla bi berxwedana nêzî 3 meh e dide meşandin ev peyam da dewleta Tirk û hevkarên wê ku ‘êrîş û plangeriyên we çiqas dijwar dibin bila bibin wê tu carî bi sernekevin'.

Li ser vê bingehê, têkoşîna gelê me, berxwedana gerîla û hevrêyên li girtîgehan, li ser şopa Kemal û Sarayan, di salvegera 39’emîn ya berxwedana 14’ê Tîrmehê de qonaxekî nû ya têkoşînê dijî. Bi ketina sala 40’emîn ya vê berxwedanê erk û berpirsyariyên dîrokî dikevin ser milê me. Em weke tevger û gel di roja îro de bi êrişên dijwar re rû bi rû ne. Ev êriş tenê bi bilindkirina ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê dikare werin têkbirin. Weke partî, kadro û milîtanên Rêber APO û şopdarên xeta berxwedana dîrokî ya 14’ê Tîrmehê, şert û merc çi dibin bila bibin, êriş çiqas dijwar dibin bila bibin, weke berxwedêrên di demên zor de bi ser xistin, em ê li hemberî van êrişên topyekûn bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe bidin û serbikevin.

Li ser vê bîr û baweriyê em careke din pêşengên berxwedana 14’ê Tîrmehê, di şexsê wan de tevahî şehîdên di oxira mezinkirina vê berxwedanê de bi ruhê fedaî şer kirin û gihîştin şehadetê bi minet û rêz bibîrtînin û soza me daye şehîdan dubare dikin."