PADÊ: Wê xeta welatparêziyê ya Tevgera Azadiya Kurd bi ser bikeve

Desteya Rêveber a PADÊ: Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê Kurd van pîlanên qirêj vala derxe.Wê PDK û malbata Barzanî wina bike. Wê xeta welatparêz a Tevgera Azadiya Kurd bi ser bikeve.

Desteya Rêveber a PADÊ, diyar kir ku careke din li ser serê gelê Kurd pîlanên qirêj bi destê PDK tê gerandin. Îro li Xanesor a Şingalê pîlanekê nû kete meriyetê û got: “Wê gelê Kurd van pîlanên qirêj vala derxe. Wê PDK û malbata Barzanî wina bike. Wê xeta welatparêz a Tevgera Azadiya Kurd bi ser bikeve.”

Partiya Demoratîk û Azad a Êzidî (PADÊ) daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku careke din li ser serê gelê Kurd pîlanên qirêj bi destê PDK tê gerandin.

PADÊ, destnîşan kir ku îro li ser Xanesor a girêdayî Şengalê pîlanekî qirêj tê lîstin û got: “Qaşo hêzên Pêşmergeyên Rojava dixwazin têkevin Xanesor a ku hatiye azadkirin.

PADÊ, pirsa gelo ew pîlan çawa pêşket? pirs kir, diyar kir ku hemwext artêşa Tirk û çeteyên DAŞ’ê êrîş birinser Minbicê. Di heman demê de Mesut Barzanî çû serdana Erdoxan kir. Îro jî hêzên qatil ku bi ‘Pêşmergeyên Rojava’ tê naskirin, xwestin têkevin Xanesorê.

Di daxuyaniya PADÊ’ê de hat destnîşankir ku ew hêz dixwaze navbera Şingal û Rojavayê Kurdistanê kontrol bike û got: "Dixwazin Şingalê ji piştgirîya ku li Rojava tê bêpar bihêle. Di heman demê de ew hêza qatil re tê xwestin hinek tabûrên Êzîdîyan jî bêne beşdarî kirin.”

Di daxuyaniya PADÊ de hate diyarkirin ku bi vê yekê jî armanca wan ew e ku hem şerê navxweyî derbikeve û Êzîdiyan jî parçe bike, şerê hev bikin. PADÊ wiha got: “Lêbelê heta niha pêşmergeyên Êzîdî beşdarî vê plana kambax nebûne. Ew lîstik pir qirêje û weke PADÊ em vî lîstika qirêj bi tundî ret dikin. Em dibêjin ji vî saetê şunde kes nikare zirarê bide gelê Kurd û civata Êzîdîyan. Em wê di baweriyê de ne ku dawiya vê pîlangerîyê ku ser bikeve gelê Kurd e. PDK û malbata Barzaniyan wê wenda bike. Xeta welatparêz a ku xwe dispêre tevgera azadiyê dê serkeve.”

PADÊ’ bang li hemû Gelê Kurd dikin da ku dakevin qadan û helwesta tund nîşan bidin û bêjin 'Êdî Ji Îxanetê Re Bes e'”.