PADÊ: Em amade ne bi her hêzên ku Xweseriya Şengalê qebûl dikin, bidin û bistînin

Meclîsa nû ya PADÊ piştî kongreya xwe ya 3'emîn, li hev kom bû û serok û cîgirên wî hilbijart. Di daxuyaniya piştî civînê de hate ragihandin ku ew amade ne bi her hêza ku Xweseriya Şengalê qebûl dike, bidin û bistînin.

Civîna destpêkê ya Meclîsa Nû ya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) li nehiya Sinûnê ya bajarê Şengalê pêk hat.

Di civînê de Hevserokên partiyê hatin hilbijartin.

Li gorî vê yekê; Emer Saleh û Zehra Silêman bûn Hevserokên PADÊ û Azad Ebdal jî bû cîgirê wan.

Li dû civînê, Hevserokê PADÊ Emer Saleh daxuyaniyek da çapemeniyê.

Emer Saleh bi hêviya ku sala nû bibe sala Xweseriya Şengalê, sersal li tevahiya civaka Êzidî pîroz kir û destnîşan kir ku ew bi hêvî ne rêveberiya nû ya PADÊ karekî serketî ji bo civaka xwe bikin.

Emer Saleh destnîşan kir ku armanca wan a bingehîn Xweseriya Şengalê ye û wiha axivî: "Îro ji me tê xwestin, em derfetên xwe hemûyan ji bo Xweseriya Şengalê bi kar bînin û saziyên xwe li nava Iraqê û qada navneteweyî bidin qebûlkirin. Her kesê ji bo xweseriya Şengalê kar bike, em ê bi hemû hêza xwe pê re danûstandinê bikin."

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ di 24'ê Kanûna 2020'î de Kongreya xwe ya Sêyemîn li dar xistibû.