PADÊ çû serdana partiyên li Şengalê û cejna wan pîroz kir

Partiya Azadiya Demokratîk a Êzîdiyan (PADÊ) serdana partiyên Şengalê kir û cejna Êzî li wan pîroz kir.

Heyeta PADÊ destpêkê serdana Partiya Pêşverû a Êzîdiyan (PPÊ kir). Heyet ji aliyê berpirsê PPÊ Seîd Betûş ve hat pêşwazîkirin.

Têkildarî serdanê li ser navê PPÊ Seîd Betûş got: "Em serbilindin ku îro PADÊ wek partiyeke Êzîdiyan serdana me kiriye. Em vê serdanê wek pêngavek girîng ji bo yekîtiya Êzîdiyan dibînin."

Betûş axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em hêvîdar in ev cejn bibe wesîleya serketina civaka Êzîdî û cejna Êzî li hemû gelê Êzîdî pîroz be."

Heyeta PADÊ paşê Tevgera Çareserî û Pêşverû ya Êzîdiyan (TÇPÊ) ziyaret kir. Heyet ji aliyê endamê Polîtburoya TÇPÊ Osman Qasim ve hat pêşwazîkirin.

Osman Qasim der barê ziyaretê de got, "Em kêfxweşin. Wek partiyên Êzîdiyan em hêvîdar in pêkve di bin sîwana Êzîdîtayê de hevdu bigirin û em karibin xizmetê ji gelê xwe re bikin."

Li ser navê PADÊ Mirad Xelef jî got, "Em wek PADÊ ji bo pîrozkirina cejna Êzî û xurtkirina tifaqa Êzîdiyan îro me serdana partiyên siyasî yên Şengalê kir. Me di vê serdanê de behsa yekîtiya Êzîdiyan kir."

Mirad Xelef di dawiya axaftina xwe de Cejna Êzî li tevayî civaka Êzîdiyan pîroz kir.