Oztuzun: Hêzên global naxwazin tecrîd bê rakirin

Parêzerê berê yê Ocalan Mehdî Oztuzun polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk nirxand û got, "Hêzên global naxwazin tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe."

Parêzer Mehdî Oztuzun ku beriya sala 2011'an parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û gelek caran hevdîtin pê re kir, li ser tecrîdê ji ANF'ê re axivî. Oztuzun diyar kir, tecrîda li Îmraliyê ti carî nehatiye rakirin û got, polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk li gorî konjonktura siyasî carna nerm bû, carna jî hate şidandin.

Oztuzun anî ziman, çarçoveya tecrîdê li gorî rewşa siyasî ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn diguhere û wiha dewam kir: "Li Girava Îmraliyê tenê yek feraseta hiqûqê nîne. Ferasetên hiqûqê yên hêzên global jî li wir hene. Ji xwe Birêz Ocalan dema ku anîn Îmraliyê, anî bû ziman ku ji aliyê rayedarekî Ewropî ve hatiye pêşwazîkirin. Birêz Ocalan her wiha wê demê nirxandina 'Komploya mezin a NATO-Gladiyo' kiribû. Divê mirov tecrîdê di vê çarçoveyê de binirxînin."

SALA 2007'AN DÎT KU WÊ LI SÛRIYEYÊ ŞER DERKEVE

Oztuzun ragihand, Ocalan yekane kesayet e ku paradîgmaya jiyana bi hev re ya gelên li Kurdistan û Rojhilata Navîn afirandiye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Du aliyên tecrîdê hene. Ya yekemîn; tecrîda ji aliyê hikumeta AKP'ê ve tê birêvebirin û ji bo parastina desthilatdariya xwe tê kirin. Ya duyemîn jî; Tirsa Projeya Avrasya-Rojhilata Navîn a ji paradîgmaya neteweya demokratîk a Birêz Ocalan e. Rêveberên vê projeyê li Rojava dîtin ku bi vê paradîgmayê re gelên Rojhilata Navîn wê bi hev re bi rengekî aştiyane bijîn, lewma naxwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Ji ber ku dema tecrîd hate rakirin wê gavên Birêz Ocalan ên ji bo aştiya Rojhilata Navîn bêhtir bên dîtin û encamgir bin.

Tevî vê yekê, hêzên global dibînin ku Birêz Ocalan polîtîkayên wan baş analîz dike û ditirsin ku ev hêz deşîfre bibin. Lewma tecrîdê giran dikin. Mînak; sala 2007'an dema em çûn hevdîtina Birêz Ocalan, di serî de ji bo Sûriyeyê ji bo Rojhilata Navîn hemû hişyarî dabû ku şerê biqewimin. Bal kişand ser hebûna rêxistinên taşeron ên li herêmê û dewletên paşverû. Diyar kiribû ku divê Kurd li ser xeta sêyemîn bimeşin."

TECRÎD BI TÊKOŞÎNA GELAN DIKARE BÊ RAKIRIN

Oztuzun li ser şêweyê şikandina tecrîdê jî diyar kir ku tecrîd bi têkoşîna gelên Rojhilata Navîn bi taybetî têkoşîna gelê Kurd dikare bê rakirin û got, "Divê gelên herêmê yên ji bo aştî û azadiyê têdikoşin, Ocalan ji bo xwe weke hêviyê bibînin û ji bo rakirina tecrîdê li ber xwe bidin. Li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Girîng e ev berxwedan li derveyî zindanan jî pêk were û ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan veguhere têkoşîneke mezin."