Ozturk: Çareserî Îmralî ye

Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk diyar kir ku di mijara pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo AKP’ê got: “Çareserî bi Pûtîn û Trûmp re nîne, çareserî Îmralî ye” îşaret bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Heyeta ku ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gel (HDP) Meral Daniş Beştaş û Parlemeterê HDP’ê yê Sêrtê Siddik Taş pêk tê, serdana navçeya Hewêl û Misirc ên Sêrt û bajarokê Veysel Karanî û bi gel re civiyan.

Civîna li Hewêlê li avahiya rêxistina HDP’ê pêk hat. Hevseroka Giştî ya BDP’ê Salîha Aydenîz ji bo piştgirîkirina bi Yekîtiya Odeyên Tabîban (TTB) a ku Bahcelî ew kiribûn hedef li ser bedena xwe kurdeleyek reş danîbû axivî. Aydenîz diyar kir ku desthilata ku hebûna xwe li ser tinebûnê avakirî, şewbê ji bo xwe fersendê dibîne.

Heyeta ku piştî civînê serdana esnafan kir, piştre jî serdana Hevşaredariya Hewêl Ramazan Sarsilmaz ê cezayê hebsa malê lê hati birîn, kirin. Sarsilmaz spasdariya xwe ya ji bo serdanê anî ziman û got: “Em ê teqez bi ser bikevin.”

Heyet piştre çû bajarokê Veysel Karanî û li vir jî bi gel re civiya. Li vir Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk axivî û girtiya deriyê KCD’ê bibîr xist û diyar kir ku wê têkoşînê bidomîne û got: “Hê duh bû di nava Heyeta Îmralî de Hatîp Dicle hebû. KCD a wê demê ne xeter îro bû xeterî?”

Ozturk destnîşan kir ku KCD ji bo gel alternatîfe û got: “Divê em kongreyek welê ava bikin ku têkoşînê hê bilindtir û pêşxistina demokrastiyê bikevin nava hewldanan.”

Ozturk bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Tecrîd li ser hemû gelên Tirkiyeyê tê pêkanîn. Eger em demokrasiyê dixwazin îro ew roj e. Eger ku em aştiyê dixwazin divê em destê xwe bixin bi ber. Divê em ewilê tecrîda li ser xwe bi dawî bikin. Çareserî bi Pûtîn û Trûmp re nabe, çareserî li Îmralî ye.”

Piştî civînê heyet derbasî Misircê bûn. Di civîna gel a li avahiya HDP’ê ya navçeyê hate kirin, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî. Piştî axaftina Aydenîz civîn ji çapemeniyê re girtî dom kir. Heyeta ku piştî civînê serdana esnafan kir, dawî li bernameya xwe ya li Sêrtê anî.