Ozen: 250 hezar jin wê nikaribin dengê xwe bidin

Parêzer Şivan Cemîl Ozen ji biryara yekkirina sindoqan re got ‘skandala hiqûqê’ û wiha domand, ‘’Ev biryar, neterisiye ser malên xwelêgirtina ya jinan. 250 hezar jinên li malên xwelêgirtinê wê dengan nedin.’’

Biryara yekkirina sindoqan û veguhaztina sendoqan a ku Deseya Hilbijartina Bilind (YSK) derbarê hilbijartina 24’ê Hezîranê bi hinceta ‘ewlehiya hilbijartinê’ standî, bi taybetî pêkanîna wê ya li Kurdistanê bûbû sedema helwestên giran. Li dijî vê gavê, ya bi mebesta pêşîlêgirtina dengên Kurdan, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) helwest nîşan dabû.

Endamê Komîsyona Hiqûqê ya DBP’ê Parêzer Şivan Cemîl Ozen li ser biryara YSK’ê ya yekkirina dengan û veguhaztina sindoqan got, ev biryar ne xwedî bingehekî hiqûqî ye, bi rengekî zelal li dijî yasayan e. Ozen wiha domand, ‘’Ji ewlehiyê mebest diviya ewlehiya welatiya buya û hêsankirina dengan bûya lê ev biryar bi wê mebestê ye ku bikaranîna dengan were astengkirin.’’

Ozen bi bîr xist ku biryara ku yekkirina sendoqan û veguhaztina sindoqan li ser hatî standin bi temamî bajarên Kurdan in û armanc ew e ku HDP’ê di bin bendê de bihêlin.

‘250 HEZAR JIN WÊ DENG NEDIN’

Ozen got li malên xwelêgirtinê yên jinan 250 hezar hilbijêr hene û ji ber hinceta ‘ewlehiyê’ wê nikaribin deng bi kar bînin. Ozen wiha domand: ‘’Sindoqên ku li navçeyan hatine veguhaztin nebirine malên xwelêgirtinê ya jinan. Ev ‘bihistyarî’ li ser malên xwelêgirtinê pêk neanîn. Ev alî tê piştguhkirin.’’