Orûç: Êşkence li min kirin, ez li ber mirinê hiştim

Rojnameger Azîz Orûç ku AKP'ê ew kirî hedefê, serboriya xwe ya li Ermenîstanê û Îranê vegot. Orûç got, ''Êşkence li min hate kirin, ez li ber mirinê  hiştim''.

Rojnameger Azîz Orûç yê ku hatiye destgîrkirin, serboriya xwe vegot. Orûç, diyar kir ku îstixbarata Îranê, bi qasî kîlometreyek dûrî deriyê sînor, li Orûç ferz kirine ku biçe Tirkiyê. Orûç got, "Li gel ku min qebûl nekir jî min bi darê zorê di ser têlan re ez  avêtim sînorê Tirkiyeyê. Li vir ez li ber mirinê hiştim.''
 
Rojnameger Azîz Orûç ku 5 roj in li navçeya Bazîdê ya Agiriyê destgîrkirî ye û Wezareta Karên Navxwe yê Tirk ew bi "terorîstî" nîşan da, bi rêya parêzerên xwe serboriya xwe vegot. Orûç, diyar kir ku di 8'ê Kanûnê de ji bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federa ya Kurdistanê derbasî Îranê bûye û ji vir jî derbasî sînorê Îran û Ermenistanê bûye û li vir hatiye destgîrkirin. Orûç serboriya xwe wiha aniye ziman: 
 
"Polisên Ermenistanê, bi îdîaya ku pasaporta min sexte ye û ez destgîr kirim. Bi qasî çend saetan ez kirim odeyekê. Gelek gef li min xwarin û tundiya fizîkî li min kirin. Min ji wan re got ku 'ez rojnameger im, ji ber cezayê xwe yê li Tirkiyeyê dixwazim derbasî Ewropayê bibim.'' Li vê odeyê min daxwaza îltîcayê li kesekî kir. Lê hemû daxwazên min bi gefan red kirin. Destê min kelemçe kirin û ji min re ev tişt gotin, 'Em ê te radestî Îranê bikin, bila te li wir darve bikin.' Piştî vê yekê ez şandim Îranê û radestî îstixbarata wir kirin. Îsixbarata Îranê ez girtim û destgîr kirim. Piştî destgîrkirin 2 rojan ez derxistim dadegehê. Milyon û 800 hezar tumenê Îranê cezayê pereyê li min birîn û biryara dersînorkirinê girtin."
 
'EZ LI BER MIRINÊ HIŞTIM'
 
Orûç, destnîşan kir ku piştî biryara dersînorkirinê îstixbarata Îranê li şûna deriyê sînor, bi qasî kîlometreyek dûrî deriyê sînor lê ferz kirine ku biçe nav Tirkiyê û got, "Ez rojekê li nav sînorê Tirkiye û Îranê yên bi têlan pêçayî ye,  hiştin. Ji min daxwaz kirin ku bi awayekî qaçax têlan derbas bikim û derbasî Tirkiyeyê bibim. Li gel hemû îttîrazên min jî, ez di ser têlan re avêtim sînorê Tirkiyeyê. Li gel ku çend caran bi vî awayî ez avêtim nav sînorê Tirkiyeyê jî ez derbasî Îranê bûm û min xwest ku bi rêyên fermî bikevim Tirkiyeyê.  Lê destûr nedan vê yekê. Dema ji têlan derbas bûm ez birîndar bûm. Li vir ez li ber mirinê hiştim. Piştre hatim Bazîdê. Ermenistan û Îranê  daxwaza min a îltîcayê qebûl nekirin û bi vê sûc kirin. Polîtîkayên van her du welatan jî derveyî hiqûqa natneteweyî ne. Ji bo vê yekê em ê serî li Dadgeha Navneteweyî bidin."
 
Orûç, duh jî peyamek şandibû û daxwaza piştevaniyê kiribû.