Orhan: AKP serî li rêbazên dermirovî dide

Wekîla Wanê ya HDP’ê Muezzez Orhan bi tundî bertek nîşanî şandina cenazeyê gerîlayê HGP’ê Mahsûm Aslan ya bi kargoyê da û got ku ev rêbazê nû yê polîtîkayên qirêj ên şerê taybet yên 40 salin didomin e.

Nerazîbûnên li dijî şandina cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mahsûm Aslan ya bi kargoyê zêde dibin.

Wekîla HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan Işik diyar kir ku ev sûç e û banga hişyariyê da.

Wekîla HDP’ê Muazzez Orhan Işik destnişan kir ku ev cûre polîtîkayên hov weguherîne polîtîkayeke giştî û got, “Encameke ya siyaseta li hemberî Kurdan e. Ji aliyekê ve prîma ku ji yên sorkirinê û qetlîaman li hemberî Kurdan pêktînin re nîşan didin, êrişên li ser goristanên Kurdan … gelek êşên mezin bi wan didin kişandin, em wê şandina cenazeyan ya bi kargoyê ji malbatan re weke rêbazeke yê cezakirinê dinirxînin. Ev dijminatiya Kurdan û polîtîkaya her alî ya cezakirina Kurdan e. Hestek yê dermirovî, rûmet dişkîne û tune dihesibîne ye.”

“RÊBAZÊ NÛ YÊ SIYASETÊN ŞERÊ TAYBET”

Işik tekez kir ku wan wek partiyê bi malbatê re têkilî danîne û wiha pêde çû: “Ya rast polîtîkaye cidî ya tepisandinê heye. Di vê hêlê de gef li malbatan tê xwarin. Gefa ku eger bikeve nava hewldanekê wê hê zêdetir bi zext û tepisandinê re rû bi rû bimîne li wan dikin. Pêkanîneke dermirovî ye. Ruxmê hemû polîtîkayên zext û qetilkirinê, mirovan serî netewandin. Dema ku dest ji daxwazên xwe berneda jî dest bi karanîna rêbazên wiha derûnî hat kirin. Ev rêbazên nû yên polîtîkayên qirêj ên şerê teybet e vana jî AKP’ê pêş xist. Di vê hêlê de qetil bike, goristanên wan bişewitîne û rûmeta malbatan biêşîne. Malbatên Kurd tên cezakirin. Rê û rêbazeke din a wan nemaye. Dixwazin Kurdan di vî alî de têk bibin.”

Orhan di dawiyê de diyar kir ku ev polîtîka li dijî mafên mirovan ê gerdûnî ye û gotinên xwe wiha bidawî kir, “Malbat bi vî rengî nikarin vecibeyên veşartina cenazeyên xwe û taziyeyên wan pêk bînin. Bi rêbazeke metirsîdar û hovane re rû bi rû ne û ya tê kirin sûc e. Mixabin di vî welatî de ev yek rengdana rejîma dîktatoriyal a desthilatdariya tek kesî ye. Ev rêbaz hewldanê cezakirin û ders dayîna ne tenê kesekê, ya hemû civaka Kurd e."