Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Operasyonên qirkirina siyasî hate şermezarkirin

Platforma Demokrasiyê ya Amedê operasyonên qirkirina siyasî ya li Mêrdînê şermezar kirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê operasyona qirkirina siyasî ya li Mêrdînê şermezar kir. Beriya bi çend rojan li Mêrdînê Seroka Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Derya Etem jî di nav de 11 endamên Odeyê hatibûn destgîrkirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de ya ku Platformê dayî nûnerên pêkhateyên platformê û rêxistinên  civaka sivîl hazir bûn.

Serokê DTO'yê Mehmet Şerîf Demir got qerneya mafê mirovan a Tirkiyê her ku diçe kambax dibe, ji ber xebatên wan tê xwestin ku hevalên wan bipirnisînin, bi vê sedemê li Mêrdînê 11 hevalên wan bêyî sedemeke hiqûqî hatine destgîrkirin.

Nûnerê Herêmê yê DÎSK'ê Mehmet Şîrîn Gurbuz daxuyanî xwend û got li şûna ku bang li hevalên wan bikin da ku biçin îfadeyê bidin, polîsan bi ser malên wan de girtine û ev rewş şermezar kir.

Gurbuz xwest ku hevalên wan ên ku têkoşîna tendiristiyê didin demildest werin berdan.