Operasyonên qirkirina siyasî didomin: 15 kes li Ebexê hatin girtin
Li navçeya Ebex a Wanê, ji kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin 15 kes hatin girtin.
Li navçeya Ebex a Wanê, ji kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin 15 kes hatin girtin.
Li navçeya Ebex a Wanê, 15 ji 37 kesên roja 21'ê Adarê hatin binçavkirin, hatin girtin.
22 kes jî piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.
Ji kesên radestî dadgehê hatin kirin; Selamî Koç, Mahmût Salazer, Îskender Bîlîcî, Yemen Atsak, Nîzamettîn Gonul, Mahsûn Atabey, Salîh Çîftçî, Mûstafa Kaya, Feyrûs Îgûs, Mahsûn Kaya, Abdullah Çîçek, Selamî Koç, Raîf Ayaz, Yilmaz Caşût û Ahmet Guneş bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.