Operasyona li gund û navçeyên Amedê didome

Operasyona artêşa Tirk a dagirker û qedexeya derketina derve ya ku beriya 2 rojan li gundên dikeve navbera navçeya Hezro, Pasûr, Karaz û Lîcê yên Amedê de didome.

Operasyona leşkerî ya li gundên dikeve navbera navçeya Lîcê, Karaz, Pasûr û Hezro, li gundên Dîbek, Yolçatî, Arikli, Yalaza, Ortaç, Kayacik, Ûçarli, Kiyi, Kûtlû, Kabakaya, Baglan, Turelî û Dallica yên navçeya Lîcê, li gundên Çîtlîhahçe yê navçeya Hezro, li gundê Taşkopruu yê Pasûr û li taxa Boyûnlû ya naveçya Karazê bê navber didome. Hemû rêyên giştî yên gund/taxan hatine girtin, ketin û derketina gundiyan a ji bo navendê ji hatiye qedexekirin û destûr nayê dayîn.

Hate ragihandin ku li rêya Amed-Çewlîg û Lîce Pasûr bi dehan bendên lêgerînê hatine danîn.