Operasyona li Cûdî dewam dike

Operasyona artêşa Tirk a li çiyayên Cûdî û Gabarê ev 5 roj in dewam dike. Leşkerên Tirk koçerên li herêma Cûdî ji zozanan daxistin û nehiştin ku cotkar zeviyên xwe cot bikin.

Operasyona artêşa Tirk ku li herêmeke berfireh a bejahiya navenda Şirnexê û navçeya Silopiyayê dest pê kir, dewam dike. Bi rengekî bê navber leşker ber bi herêmê ve tên veguhastin. Li hin cihan dengê çekan tê. Qereqolên li herêmê jî topan diavêjin herêmê. Her wiha balafirên şer li ser herêmê digerin. Helîkopterên ku ji Fermandariya Tumena Sînor a 23. a Jendermeyan radibin, guleyan li herêmê direşînin.

Koçerên li zozanên Cûdî yên li aliyê Şirnexê dimînin, ji aliyê leşkeran ve ji zozanan hatin daxistin. Leşkerên Tirk ên derketin operasyonê nahêlin gundiyên Cifanê yê li quntara çiyayê Cûdî biçin nava zeviyên xwe. Gundî ji bo dehl û rezên xwe cot bikin duh bi rê ketin, lê belê leşkerên Tirk bi hinceta "herêma qedexe ye" pêşî li wan girtin. Welatiyan nekarîn erdê xwe cot bikin û neçar man vegerin gund.