Onlu: Kesên plana çokşikandinê amade kirin li ber têkçûnê ne

Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alîcan Onlu ku di civîna rêxistinkirinê ya partiya xwe de axivî, diyar kir ku desthilata "plana çokşikandinê" sazkar kiriye li ber têkçûnê ye.

Civîna HDP'ê ya bi ser navê "Em xwe bi  rêxistin bikin, faşîzmê têk bibin û tecrîdê bişikînin" ku li Amedê li otelekê tê lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam dike. Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alîcan Onlu, parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosûn û Semra Guzel û nûnerên rêxistinên sivîl ên mîna Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (STSO), Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) tevlî civînê bûn.  
 
XETA TÊKOŞÎNÊ
 
Di civînê de Alîcan Onlu axivî û bi bîr xistina Komkujiya Geliyê Zîlan, diyar kir ku zihniyeta qirker a li dijî gelê kurd îro jî didome û wiha got: "Civîn ne tenê derbarê Amedê de ye. Pêvajoyeke ku me hezîrana sala borî da destpêkirin hebû. Lê rewşa ku em îro tê de ne divê em êdî xeteke nû ya têkoşînê diyar bikin. Ev ne pêvajoyeke tenê em li lijneyên navenda partiya xwe nîqaş bikin û girê bidin. Ji ber ku em bi pêkhatiyên partiya xwe re civakîbûna siyasetê girîng dibînin beşdariya we ji bo me girîng e. Lewre dînamîkên ku em bi hemû beşên civakê re bibin hevpar û tifaqa demokrasiyê bi wan re ava bikin li vir in."
 
'KESÊN KU XWESTIN TECRÎD BIKIN TECRÎD DIBIN'
 
Di berdewamê de Onlu, bi lêv kir ku dixwazin pêvajoyê bi rêxistinên sivîl û hêzên demokrasiyê re nîqaş bikin û ev tişt got: "Desthilat û hevparên xwe welat anîne ber têkçûnê. Destpêkê ev plana têkbirinê li dijî gelê kurd û siyaseta demokratîk bû. Lê ji ber ku vê bi ser nexistin planê têkbirinê hemû dînamîkên welat kirin meriyetê. Ji bo ku bi polîtîkayên şer neçareserî bê meşandin Birêz Ocalan tecrîd kirin. Lê ji ber ku ev jî bi ser neket rêbaza tecrîdê li dijî gelên Tirkiyeyê weke polîtîkayekê hat meşandin. Plana têkbirinê kirin metiyetê lê ew hatin ber têkçûnê. Dema ku xwestin tecrîd bikin ew bixwe li qada navneteweyî hatin tecrîdkirin."