Onder: Sînorê zilmê heye, lê yê berxwedanê nîne!

Newroz li Wanê, li qada Newrozê ya li kêleka Keleha Wanê ya dîrokî ji aliyê deh hezaran kesî ve hat pîrozkirin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, peyamên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, ku girtî ne, hatin xwendin.

Piştre peyama girtiyên siyasî yên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne hat xwendin.

ATAŞ: VÎ GELÎ CAREKE DIN NÎŞAN DA KU DEST JI AZADIYA XWE BERNADE

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Yakûp Ataş di destpêkê de axivî û diyar kir, Newroz roja azadiyê ya gel e. Ataş destnîşan kir, îro careke din hatiye dîtin ku tevî hemû astengiyan jî gel dest ji azadiyê bernade.

ŞÎMŞEK: GELÊ KURD BI DAYÎNA BERDÊLAN BER BI AZADIYÊ VE DIMEŞE

Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek piştre axivî û silav ji girtiyan û berxwedêrên gelê Kurd re şand. Şîmşek got, "Em di pêvajoyeke giran de ne. Lê belê gelê Kurd bi dayîna berdêlên giran ber bi azadiyê ve dimeşe. Em Sakîne, Fatma, Pakîze, Sêvê careke din bi minetdarî bibîr tînin."

'ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD LI ÎMRALIYÊ YE'

Şîmşek manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a aştiyê ya Newroza 2013'an bibîr xist û got, "Birêz Ocalan di sala 2016'an de got, eger bê xwestin, di nava 6 mehan de em dikarin pirsgirêkê çareser bikin. Lê belê bi şer, tinekirin û înkarê bersiv ji vê nêzîkatiyê re hat dayîn. Birêz Ocalan di nava tecrîdeke giran de ye û em vê şermezar dikin. Çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin; tecrîdê rakin. Em ê di 16'ê Nîsanê de bêjin 'NA'. Em ê ji şer re bêjin 'NA'. Gelê Kurd wê di 16'ê Nîsanê de careke din xwedî li nasnameay xwe derkeve."

'SOZA ME YA JI BO ŞEHÎDAN, AZADÎ YE'

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê û Parlamenterê Wanê Nadîr Yildirim jî anî ziman, ku bi mîlyonan Kurd bi ruhê berxwedanê îro li Serhat, Amed û Botanê Newrozê pîroz dikin û diyar kir, Newroza 2017'an qonaxek ji rêya azadiyê ye. Yildirim got, "Em mizgîniyê didin gelê Kurd. Sala 2017'an wê bibe azadiya gelê Kurd. Em dixwazin hemû gelên cîhanê azad bin. Em îro careke din soz didin hev. Em ê ti carî ji azadiya xwe venegerin. Li pêşberî bi mîlyonan mirovî em soz didin şehîdan... Heta ku em azadiyê pêk nînin, bila jiyan li me heram be."

ONDER: SÎNORÊ BERXWEDANÊ NÎNE

Berdevkê Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê û Parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder jî got, "Rêberê gelên Rojhilata Navîn kengî silavekê bişîne, roj careke din hiltê. Em silavê her kesî ji Birêz Ocalan re dişînin. Newroz rojeke gelekî bedew a gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn e. Lê belê ev gel li ser vê axê di nava êş û azareke giran de ye. Kurdistan wê ji kesî re nebe goristan, Kurdistan wê veguhere gulîstana ser rûyê erdê. Em ê bi hev re vê bi ser bixînin. Zalimên vê axê naqedin, lê yên ku li ber zilmê radibin jî naqedin. Di sala 1992'an de dema Newroz hat pîrozkirin, zilmeke ku qet li cihekî din nehatibû dîtin, hat kirin. Em vê Newrozê diyarî hemû xwişk û birayên xwe yên ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane, dikin. Her zalimê tê, dixwaze carekê xwe biceribîne ji bo hewl bide cejnê qedexe bike. Kî ket nava hewldaneke bi vî rengî di nava sergoyê dîrokê de ji holê rabû. Di navbera zalimên îro û yên duh de ti cudahî nîne. Ev ê jî mîna zalimên din ji holê rabin."

Onder ragihand, gelê Serhedê xwedî li ewladên xwe yên hilbijartî derdikeve û got, "Sînorekî zilm û zordariyê heye. Hûn ê hê çi bikin? Lê belê dawiya berxwedanê nîne." Onder destnîşan kir, ku gel wê di 16'ê Nîsanê de sîleyeke xweş li rûyê desthilatdariyê bide.

Pîrozbahiya Newrozê bi axaftina Dayikên Aştiyê dewam dike.