Omer Ocalan: Deriyê Îmraliyê bê girtin wê kaos mezin bibe!

Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan got, "Eger Birêz Ocalan bikeve dewrê wê aramî bê. Eger li pêşiya deriyê Îmraliyê bend bê danîn wê kaos giran bibe."

Hevdîtinên ku beriya hilbijartinên Stenbolê 2'ê Gulanê dest pê kirin nêzî meheke destûr nayê dayin ku pêk bên.

Ji malbata Ocalan Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan bi bîr xist ku hevdîtin piştî berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê pêk hatin.

Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê ya nûçeyan re axivî û got, "Di encama berdêlên ku ji bo Birêz Ocalan karibe têkiliyê bi gel û girseyê re pêk bîne hevdîtin hatin kirin." Ocalan bal kişand ser hewldanên spekulasyonê yên dewletê ku piştî hevdîtinan dest pê kir û ji bo van polîtîkayan got, 'nêzîkatiyên erzanî' ne.

'OCALAN BÊHNÊ TÎNE BER TIRKIYE Û ROJHILATA NAVÎN'

Omer Ocalan anî ziman ku Ocalan bêhnê tîne ber Tirkiye û Rojhilata Navîn, lewma divê têkilî pê re her tim hebe û got, "Ji 18'ê Hezîranê ve deriyên Girava Îmraliyê careke din hatine girtin. Divê nêrînên Birêz Ocalan bigihêjin raya giştî. Lê belê bi AKP-MHP'ê re feraseta gef û tasfiyekirina destketiyên Kurdan heye. Têkoşîna gelê Kurd heta astekê ev yek têk bir. Birêz Ocalan her carê gotiye, 'Nabe ku hûn ji min re bêjin ku di birka vala de avjeniyê bike'. Ji bo ku bêhn bê ber welêt divê pêşiya Birêz Ocalan bê vekirin.

HIŞYARIYA 'KAOS'Ê

Welat ketiye nava rewşeke xitimandî. Li Tirkiyeyê sîstem xitimiye. Rewatiya AKP û MHP'ê bûye mijara nîqaşê. Ji ber vê yekê divê kes tecrîdê qebûl neke. Eger Birêz Ocalan bikeve dewrê wê aramî pêk were, wê çareserî bê nîqaşkirin. Şerek heye ku sed sal in didome. Di rewşeke wiha de wê çareserî pêk were. Eger têkiliya bi Birêz Ocalan re bê qutkirin, eger nikaribe nêrînên xwe bigihîne derve, eger bend li pêşiya deriyê Îmraliyê bê danîn hingî wê kaosa li welêt girantir bibe.

Ocalan di asteke welê de ye ku dikare krîz û kaosa li welêt bi dawî bike. Muzakerevanê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd e. Divê dewlet vê qebûl bike. Bi hevdîtinên bi rûspiyan û serkêşên cerdevanan re çareserî nabe. Ew tenê dikarin tevkariyê li çareseriya Birêz Ocalan bikin. Di çareseriyê de mûxatab ew nînin. Divê dewlet rastiya rêbertiyê ya Birêz Ocalan bibîne. Dewletê ev yek di navbera salên 2013-2015'an de qebûl kir. Aqlê dewletê yê wê demê û pratîka dewletê ya niha li hev nayên. Polîtîkaya dewletê ya li dijî Birêz Ocalan û li dijî Kurdan wê bi kêrî vî welatî neyê.

'AKP DI NAVA ŞAŞITIYÊ DE YE'

Ji sala 2015'an heta sala 2019'an xisar li vê cografyayê bû, bajar hatin valakirin, bi hezaran mirov hatin kuştin. Piştî van bûyerên qewimîn gelo hûn li bendê bûn ku mirov di hilbijartinên Stenbolê de dengê xwe bidin we? AKP di vê mijarê de di nava şaşitiyê de ye. Tu yê bi hemû amûrên zextê yên dewletê li dijî vî gelî tevbigere, tu yê tecrîdê li Rêberê vî gelî ferz bike û çend roj beriya 23'ê hezîranê ji bo berjewendiyên xwe rewşê mîna amûrekê bi kar bîne. Piştre jî tu yê bêje bila gelê Kurd destekê bide AKP'ê. Ev hemû şaşitî ne. Gelê Kurd vê yekê qebûl nake. Eger AKP û MHP ji bo mayindekirina desthilatdariya xwe nirxên gelê Kurd weke amûrekê bi kar bîne wê têk biçin. Divê bi samîmî nêzî vê pirsgirêkê bibe."

'ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ PÊWENDIYA XWE BI TECRÎDÊ HEYE'

Omer Ocalan bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir, pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên şer çareser nabe. Ocalan got, "Dagirkeriya heyî ya li Başûrê Kurdistanê û şerê diqewime pêwendiya xwe bi tecrîda li Îmraliyê heye. Ji dewletê heye ku bi polîtîkayên şaş wê karibe encamê werbigire. Wê hîn bêhtir êş rû bide û dijminatiya navbera gelan kûrtir bibe. Yên ku ji wan heye ku gelê Kurd wê di mijara mafên xwe yên mafdar de paşve gavê biavêje, mîna beriya niha niha jî xwe dixapînin."