Omer Ocalan: Çima hiqûq nayê pêkanîn?

Parlementerê Rihayê Omer Ocalan ê ku bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Serokkomarê Tirk ê AKP’î Erdogan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re pirsa “Çima hiqûq nayê pêkanîn?” kir.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de peyamek parve kir.

Di peyama ku Omer Ocalan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal parve kir de ev tişt hatin gotin: “Ji bo me tenduristiya Birêz Ocalan girîng e. Weke ku me gelek caran anî ziman, em dixwazin mafên xwe yên li gorî hiqûqa neteweyî û navneteweyî, bi kar bînin. Em dixwazin weke malbat biçin Îmraliyê û mafê xwe yê hevdîtina rûtîn bi kar bînin. Serlêdanên me hene, çima hiqûq nayê pêkanîn?”

Omer Ocalan di biniya parvekirina xwe de Serokkomarê Tirk ê AKP’î Erdogan, Serokkomarî, Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç û Wezareta Dadê etîket kir.