Oldarên Başûrê Kurdistanê, serdana Qendîl kirin

Oldar û endamên Terîqata Qadirî yên ku bi armaca şermezarkirina êrîşên deweleta Tirk a li ser Hêrêmên Parastinê yên Medyayê û piştgirîdayîna gerîlayan, Qendîl ziyaret kirin, ji bo lidarxistina Kongreya Navneteweyî bang kirin.

Oldar û endamên Terîqata Qadiriyan, li herêmên gerîla ji aliyê Endamê Komîteya Baweriyê ya KCK’ê Cîhan Eren ve hate pêşwazîkirin. Oldaran Şehîdgeha Mehmed Karasûngûr jî ziyaret kirin.

Di serî de li ser navê Komîteya Baweriyê ya KCK'ê Cîhan Eren axivî û got: "Em weke hêzên gerîla hêz û îradeyê ji vê serdana we werdigirîn û watedar dibînin. Niha erkê yekîtiya gelê Kurd dikeve li ser milê mamostayên olî û oldaran. Pêwîste hûn gotarên xwe yên têkildarî kongreya netewî zêde bikin û ji bo hewldanên zêdetir bikin."

Endamê Kongreya Demokratîk a Oldaran Nadir Alî, bang kirin ku divê dewletên Misilman û oldar li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Şehîdgehan bi xwedî helwest bin. Alî bal kişand ser lidarxisina Kongreya Navneteweyî û diyar kir ku divê bi lezgîn ji bo lidarxistina Kongreya Navneteweyî bikevin nava hewldanan.

Di serdanê de oldaran wiha axaftin kirin:

Ji Oldarên Loristana Başûr Mamoste Wirya: Êrîşkirin û destdirêjiya li ser Kurdistanê, cihên pîroz û xelkên hejar binpêkirina hemû prensîb û yasayên Quranê û Suner û Şerîeta Îslamê ne. Herwiha binpêkirina yasayên mafên mirovan û yasaya navnetewî ye. Ji ber vê yekê em li vir bang li desthildatdaran, aliyên siyasî û rewşenbîran û hemû xelkê Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî êrîşan bêdengiyê bişkênin û bibin xwedî helwestên netewî û welatparêziya xwe nîşan bidin.

Li ser navê oldarên Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Mele Alî: Dewleta Tirk, li ser navê Îslamê êrîşê li ser dîrok û xaka Kurdistanê dike û dijmintiya gelê Kurd dike. Her weke rejîma Baas a hatî rûxandin ku bi navê enfalê li Başûrê Kurdistanê komkujî kir. Çawa DAIŞ’ê êrîş dike li ser mizgeftan û xirab dike, mînak mizgefta Nebî Yûnis li Mûsilê xirab kirin. Tirkiye jî bi heman hişmendiyê êrîşê li ser gelê Kurd dike.

Li ser navê Terîqata Qadiriyan Latîf Abdullah: Li gel ku li ser serê me balafir difirin jî kombûna me ya vê derê îspata wê yekê ye ku gelê Kurd ji dijmin natirse. Her tim ji bo bidestxistina mafên xwe qurbanî dane û niha ji amadene bidin.

Ji Oldarên Binarê Qendîlê Niyazî Rehfet: Hebûna leşkerên Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê di ti deman de nayê pejirandin. Pêwîste gelê Kurd ji heft salî heya heftî salî xwedî helwest bin. Bi taybet mamostayên olî divê di nava tevgerê de bin. Civakê hişyar bikin, li dijî hebûna leşkerên Tirk û hatina leşkeranên Tirk a li ser xaka Kurdistanê.