Ok: Divê em bi çarenûsa gelê xwe nelîzin

Ok destnîşan kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê Kurd divê bibin yek û got, "Rewşa li Zînî Wertê divê bi rengekî erênî bê çareserkirin. Divê em bi çarenûsa gelê xwe nelîzin. Eger hêzên pêşmerge xwe vekişînin cihê xwe yê berê wê pirsgirêk çareser bibe."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bû mêvanê bernamay Rojeva Welat a Stêrk TV.

Faşîzma AKP-MHP’ê li hemberî gelê Kurd dest bi şerekî topyekûn kiriye. Di 15’ê Gulanê de dest danîn ser 5 şaredariyên din ên HDP’ê û her wiha berî niha bi çend rojan jî 12 siyasetmedar û aktivîstên Kurd hatin girtin. Gelo desthilatadariya AKP-MHP’ê bi tirsê û bi vê zilma xwe ve wê bikare armancên xwe pêk bîne?

Di serî de Cejna Remezanê ya alema Îslamê pîroz dikim. Tu dîktator di dîrokê de her tim ne mayînde ye. Tu zilm û zordarî pêşiya mafê gelan û berxwedana gelan nikare bigire. Di dawiya dawî de dîktatorî hatiye guhertin. AKP jî wê nikaribe her tim li ser desthilatê bimîne û desthilatiya xwe mayînde bike. Lê AKP li ber xwe dide. Çawa hemû dîktator bi axaftin û bi argûman dixwazin civakê manîpule bikin, hêvî bidin û bixapînin, di vê mijarê de AKP bi rastî xwedî huner bû. Bi derewan bi manîplasyonê û bi hêviyên nerast her tim wisa xwest xwe bi civakê bide qebûlkirin. Ev siyasetê baş kir. Heta encamek jî girt. Lê her ku desthilatiya AKP’ê berdewam kir, rûyê wê yê rast û esas faşîzma AKP’ê û hişmendiya wan derket pêş û baş hate dîtin. Avantajê AKP’ê çi bû? Bê muxalefet bû. Li hember AKP’ê muxalefet tinebû, rehet bû. Te dît hejmara wan her tim têra biryar û guhertinên Destûra Bingehîn dikir. Ji bo vê çi tişt didît pêk dianî. Di dîrokê de tu dîktator mayînde nîne. Dîktatoriya desthilatiya AKP’ê û faşîzma MHP’ê jî wê ne mayînde be. Ji xwe 18 sal in li ser desthilatê ne, weke karektera hemû dîktarorên cîhanê û di dîrokê de mînakên wan hene. Xapandina civakê, manîpulekirina civakê û bi zimanê propagandaya derew, heta derekê diktator dikare desthilatdariya xwe bidomînin. Lê wexta ku hêviyên dabûn civakê pêk neanîn, nebûn bersiv, wexta ku derewên wan derdikevin holê û gel û civak pê dihesin, rûyê wan dibîne; wexta civak di jiyana xwe de guhertinekê ne siyasî û ne aborî nabîne, tevî wê jî pirsgirêk giran û kûr dibin, civak hêdî hêdî li hember desthilatiyê nerazîbûnê xwe tîne ziman û helwest nîşan dide. Li hemû deran wisa ye. Niha yê AKP’ê jî wisa ye. Bi xapandin, bi hêviyên nerast û sexte, heya demekê rehet bû, ji xwe nebûna muxalefetê kir ku ji bo AKP’ê avantaja herî mezin çêbibe. Lê demekî piştre kete nava patînajekê. Îro dema em li rewşa AKP’ê dinêrin, aboriya Tirkiye esas îflas kiriye. Gelek kes dibêjin ku aborî weke ya sala 2001'an ketiye nava xeteriyekê. Wisa ye jî. Her roj dolar bilind dibe û qîmetê lîreyê Tirkiyeyê dadikeve. Bi sedan, bi hezaran şirket û fabrîqe îflas kirin. Bi milyonan mirov bê kar man. Standarta jiyanê ya civakî jî nemaye û daketiye. Rexmê ku gel birçî ye, îflas dike. Pêşeroja xwe nabîne, alozî heye, gelo wê weke çend sal berî vê dîsa jî piştgiriya AKP’ê bikin, ne mimkûne û nakin jî. Ev nerazîbûn her roj tê dîtin û pêş dikeve. Ji aliyê siyasî ve jî wiha ye. Destpêkê AKP weke turban û îslam û heta bi gotinên weke ‘em ê demokrasiyê pêş bixin, em ê mijara Kurd çareser bikin’, gelek argûman pêk anîn, lê ev jî yek û yek vala derketin. Demokrasiya Tirkiyeyê li ber çavan e. Ji bilî çend ragihandinên ku bi temamî xizmeta AKP’ê dike û derdorî wan, derveyî rewşenbîr û siyasetmedarên xizmeta AKP’ê dikin, tu kes alîgirê faşîzma AKP-MHP’ê nîne. Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, akademîsyen her kî/ê dibe bila bibe, eger rexne hebin, eger nerazîbûn û helwest li hember desthilatiya AKP-MHP’ê nîşan bidin, cihê wî/ê yan zindan e, yan sirgûn yan jî tiştekî din e. Di vî milî de îflas kiriye. Ti demokrasî nîne, li ser navê demokrasiyê çi heye tine kir. Dîktatoriya xwe bi cih kir. Li hember gelê Kurd ji xwe tiştek mirov bêje, nemaye. Çi exlaq, çi pîvan bi temamî wek komkujî bi ser gelê Kurd de hat. Esas di aliyekî de mirov çawa bêje; encamê ku mirov bêje yê erênî jî heye, vê dixwazim bêjim; hiqûqa li ser gelê Kurd ne hiqûq e, heta ne hiqûqa mêtingeriyê ye jî. Civakek û gelekî bê statû ye. AKP û dewleta Tirk ji berê ve piştgirî û paradoksa herî mezin a ji bo gelê Kurd in; em jî welatiyên Tirkiyeyê ne. Em jî dikarin bixwînin, bibin xwedî meqamekî. Lê ser navê kê, bi kîjan nasname, yanî asîmlasyon û entegrasyon û bi taybet jî mêtingeriya dewleta Tirk ku wek mejiyê Kurd xwarin û tinekirin hatiye ser me. Gelê Kurd zû bi vê nehesiya, zû fam nekir. Yanî wek axa min, welatê min, nasnameya min. Ew di huş û rojeva gelê Kurd de nebû. PKK’ê vê xwest bi gelê Kurd bide famkirin. Yanî hûn civak û gelek in. Nasnameya we heye, me wisa destpê kir. Hûn Kurd in. Me wisa destpê kir. Tu mînakê mêtingeriya Tirkiyeyê li cîhanê tine. Civak ji xwe wisa bi xwe hesiya, ji wê re weke dayîna seromekê lêhat. Weke miriyan bû, lê pirsa ez kî me ji xwe kir û rabû ser pêyan. Hişmendî pêş ket. Wexta AKP ew zilm li ser gelê Kurd pêş xist bi awayekî komkujî û hovane pir zalimane hate ser jin, zarok, mal û goristanan û her tişt da ber xwe. Di encamê de îro gelê Kurd pê hesiya û êdî dizan e, esas dijminê Kurd ê herî serek û herî hovane yek jî AKP, faşîzma MHP’ê yanî Erdogan e. Esas ev baş bû. Yanî dibe berdêlên wisa û di wextekî wisa de pêwîst bûye. Îro êdî hêviya gelê Kurd ji dagirkeriyê, ji mêtingeriyê û heta ji AKP’ê nemaye. AKP hêza xwe herî zêde ji Kurdistanê digirt. Çi bi zor, çi bi propaganda, xapandin û çi jî bi zimanê ol û dîn hêza xwe ji Kurdan digirt. Îro ew ji destê AKP’ê çû. Ji aliyê Tirkiyeyê ve jî wisa ye. Yanî kedkar jê nerazî ne. Heta li gorî min karmend jî ne razî ne. Sermayedarên Tirk jî ji faşîzma AKP’ê nerazî ne. Yanî bi xapandin û bi dayîna hêviyên nerast heta derekê hat, ji vir û şûnde temamî bi dîktatorî û zilmê îdara xwe bi rê ve dibe. Ew jî heta derekê wê biçe. Mînak ji anketên derdikevin, tên zanîn. Tu anket nînin ku eger sibe hilbijartin pêk were, vê AKP’ bin nekeve. temamî bin dikeve, winda kiriye. Ji bo wê ti rezervên AKP’ê nemaye. Hê zûtir pêwîst bû ku ev faşîzim têk biçûba. Lê ji ber ku rêxistina civakê û muxalefetê xwe tam nekir yek, weke yek îrade têkoşîna xwe bilind nekir û Xwe pêş nexist, lewma AKP ji vê sûd girt û emrê xwe dirêj kir. Ji xwe di hilbijartina şaredariyê de bin ket. Bi zorê desthilatdariya xwe dimeşîne. Faşîzmeke bi civaka xwe re nakok, ji gelê Kurd re hovan e û dijmin e, bi rastî dixwaze xwîna Kurdan vexwe. Dijminekî wisa ye. Ji hemû civakên Rojhilata Navîn û civaka Ereb re dijmin e, ji mirovahiyê re dijmin e. Bi tenê weke benê Tramp û Pûtîn diçe, li ber lingê wan. Bi zorê di hundir de bi hukmê zorê li ser pêya dimîne. Li gorî me AKP têk çûye.

Yek jî li ti ehlaqê ol û her wiha di wijdanê mirovahiyê de, pêkanînên der mirovî li hemberî goristan û cenazeyan çênebûne. Lê faşîzma AKP bi taybet li hember goristanan û li hember cenazeyan hovîtiyeke mezin pêş dixe. Sedemê vê yekê çiye û çavkaniya xwe ji kû digire?

Yanî dîktatorî ye, faşîzm e. Lê çima wisa pîvanek tine, bi rastî bê pîvan, bê exlaq, heya dawî zilm û heta dawî wisa hovîtî? Esas va wateya wê têkçûn û lewaziya faşîzmê ye. Eger ji xwe bawer be û xwedî hêz be, wê pêwîst nebîne wisa bike. Wê kengê pêwîst bibîne, dema dawiya desthilatdariya xwe bibîne; derveyî hovîtiyek wisa çare nîne, neçar dimîne wê dike. Yanî ev hovîtî û ev zordarî û zilm nayê wê wateyê ku faşîzma AKP-MHP’ê xurt e, berovajî lewaz e. Halekî wisa ye ku tenê wisa bi faşîzim û bi zordarî dikare li ser piya bimîne. Wateya wê ev e. Mînakên vê di cîhanê de hene, mirov tam nizane, yanî bi goristan dilîze. Te dît berê digotin; ji bo dagirker û mêtingeriya dewleta Tirk ‘Kurdê herî baş Kurdê mirî ye’ yan jî Kurdê desthilatdarî qebûl kiriye ye. Lê niha Kurdê mirî jî qebûl nake. Li goristanan cenazeyê miriyan derdixe, di kîjan ol û exlaqê de heye ku cenaze derxîne. Erdogan berê derew dikir, digot 'dayik, îslam' tiştên wisa digot. Niha her kes şahidê vê ye. Kê/î wê ji Erdogan bawer bike? Kî wê ji faşîzma AKP-MHP'ê hêvîdar be. Bi goristanan dilîze, bi mirovên jiyana xwe ji dest dane. Hemû mirovahî li pêşberî cenazeyan rêz nîşan didin. Însanekî jiyana xwe ji dest daye. Lê ev mesajeke. Kurd lazime vê fêhm bikin. Yanî dibêje, 'Ez dijminekî wisa me ku li hemberî we, miriyê we jî wê nerehet be, ez ê bi miriyên we jî bilîzim'. Divê Kurd bi vê zanibe, vê bibîne. Dibînin jî, yanî ti hêviyê wisa ji AKP'ê nake. Lê hovîtiya ku dikin wisa ye. Yan jî hevalê Egîd, ciwanekî Kurd ku jiyana xwe ji dest da. Demeke dirêj di morga wan de ma, ne şaş bim li Meletiyê ma. Bi kargo cesedê wî parçe dikin dikin nava çûwalekî dişînin. Ev çi hovîtî ye? Çawa çavê wan wisa har bû, sor bû, wisa venaşêrin hovîtiya xwe li hemberî gelê Kurd. Cihekî vê tune, ne pîvan, ne exlaq, ne nasname, ne ol, tiştekî wisa tune ye. Xuya ye gihîştiye vê astê hovîtiya AKP û MHP'ê. Hîn doh, pêr siyasetmedarên jin ên Kurd weke aktîvîstên jinên Kurd, tevgera Kurd yekser diavêjin zindanê. Ev însanên legal in, jin in û ji bo mafê jinê, azadiya jinê xwedî helwest, xwedî têkoşînin. Ne tank, ne top, ne çek, ne tiştek. Vê qebûl nakin. Li ser navê jinan, jinên azad, tevgera azad, li ser navê Kurd, Kurdên azad wê tiştek nebe. Weke me beriya niha anîn ziman, wê ne tenê Kurdên azad, Kurdê mirî jî wê nebe. Ev yek bi qasî reş û spî li ber çavan e. Jinan diavêjin zindanan, zilmê dikin. Wateya wê ev e ku di esasê xwe de AKP ditirse. Mirovê ku gelekî bi tirs bijî çi dike? Ya wê dev jê berde bireve, di dîrokê de mînakên wisa hene. Ya jî wek Saddam, wekî din mînakên wê li Rojhilata Navîn hene heta dawî wê li ber xwe bide. Yanî nexweşiyê desthilatiyê wisa ye. AKP niha wisa dike. Bi her tiştî dilîze. Demek beriya vê mesela hunermendekî Grûp Yorûm, kete rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest da, şehîd bû. Çima? Esas ew jî weke mesajek bû, wek peyamek ji bo hemû civaka gelê Kurd û Tirkiyeyê. Yanî ey dîrok, ey mirovahî li hemberî vê zilmê ewqasî bêdeng nebe, xwedî helwest bin. Wî şoreşgerî, ew hunermendê Grûp Yorûm çi kir? Got, ez desthilatdariya te qebûl nakim, red dikim. Red kir, helwesteke pir bi rûmet û mesajek pir girîng da. Hîn jî parêzerên Grûp Yorûm di rojiya mirinê de ne. Ew parêzer in, yên din hunermend bûn. Yanî çi xwestin? Xwestin ku bi hêsanî karibin hunera xwe bikin, konserê bikin. Parêzer çi dixwazin? Dixwazin mafên hiqûqî yên wan kesan pêk bê. Lê belê AKP nake, şehîd ket yan jî jiyana xwe ji dest da ji bo wan xem nake. Naxwaze gemî avekê bigire. Tirsa wan ewqasî zêde ye. Tirs çiqasî bilind be, yan jî pir be, mezin be hovîtî jî ewqas e. Diyalektîka wê ev e. Bêguman, mirov, civak vê dibînin. Di dîroka desthilatdariya Komara Tirkiyeyê de gelek komkujî, lêdan, zilm bûne. Ev komareke li ser feraseta eskerî û burokrasiyê ava bûye. Lê belê ti carî wisa vekirî bi goristanan û cenazeyên mirovan lîstin ewqasî tune bû. Propaganda kêm e, têkoşîn li hemberî wê kêm e. Mesela cenazeyê hevalê Egîd dike çûwal ji dayika wê re dişîne. Em helwesta wê dayikê bi rêzdarî pêşwazî dikin. Bi goristanan dilîzin. Mesela civak çi Kurd, çi Tirk çi kesên însan, wek Gandhî dibe, jê mezintir dibe, lê ne bêdeng bin, xwedî helwest bin. Ne pêwîst be illehî rêxistinkirî be, ya jî talîmat ji deverekê bê. Tiştekî însanî ye, divê civak helwestê nîşan bide. Ne tenê Kurd. Erdogan gaddareke, mînak eger bi cenazeyê wan, bi goristanên wan bilîze, xera bikin, cesedên wan derxîne derve wê çi bêje? Gelo wê nebêje ev çi hovîtî ye? Baş e ev çi hovîtî ye ku hûn dikin? Di ti ol, ti felsefeyê de cih nade ku bi her tiştî bê lîstin, pêwîst civak li dijî vê rabe ser piyan. AKP bi taybetî di nêzîkatiya li hemberî Kurdan de sînor derbas dike, ti pîvan tune ye. Bi salane li ser Rêber Apo îzolasyonek, tecrîdek heye, şer dike. Li hemberî vê jî berxwedanek heye. Rewşa Îmraliyê û nêzîkatiya faşîzma AKP-MHP'ê li hemberî Rêber Apo işareta paşeroja wan wê çi be û paşeroja çawa dibînin, rengê vê ye. Heta ku zilm, îzolasyon, zext û tecrîd li ser Rêber Apo li Îmraliyê hebe em çi bifikirin? Em ê bêjin li derveyî hovîtiyê, li derveyî komkujiyê, li derveyî dîktatorî û faşîzmê tiştek nîne. Ji xwe wisa jî diçe. Yanî ev hovîtiya li ser gelê Kurd, gelê Tirkiyeyê û kesên hunermend, şoreşger, sosyalîst, jin, ciwan, karker, karmend hemû bingeha xwe nêzîkatiya xwe faşîzma AKP-MHP ya li Îmraliyê ye. Yanî mesela li wir nermahiyek hebe, pêşketinek hebe, li Îmraliyê nêzîkatiya wan li ser Rêber Apo cuda be bandor û encama wê wê li ser civakê hemû bê dîtin. Heta li Îmraliyê, li ser Rêber Apo nêzîkatiya wan neyê guheritn, em ê bizanibin û her kesê bizanibin şerekî wê dijwar be, AKP-MHP û faşîzma wan li derveyî faşîzm, komkujiyê tiştekî nefikirin, hemû civak, gelê Kurd, hêzên şoreşger, sosyalîst, jin, ciwan jî bi vê zanebûnê xwedî têkoşîn bin. Bawer bikin, hêvî bikin, AKP wê têk biçe. Ne ku wê her tim wisa mayinde be. Bi taybetî dema dawî pêngava gerîla çi li Bakur, çi li Başûr li ser hev tê kirin û serketî tê kirin. Her wiha şoreşgerên gelê Kurd, gelê Tirk li metropolên Tirkan her roj çalakiyan dikin. Eger civak hinekî li aliyê siyasî hinekî din bi rêxistinkirî rol bilîze AKP nemaye yanî. AKP êdî rast û rast bi dîktatoriyê li ser piyan dimîne.

Ji xwe li Tirkiyeyê vê dema dawiyê nîqaşên li ser darbeyê û li ser hilbijartinên pêşwest tên kirin. Ev nîqaş bi kîjan armancê tên kirin û sedemên vê yekê çi ye?

Li gorî me AKP ji xwe re rojevê diyar dike û yên din jî li derdora wê rojevê dizîvirin. Dixwaze li ser rastiya derewê xwe, aloziya tê de ya Tirkiyeyê ya aborî ku siyaseta wan xitimî û faşîzma xwe, yanî ser wan bigirin, pîne bikin yan jî veşêrin û rojeveke sexte nîqaş bikin. Yanî li Tirkiyeyê çi darbe pêwîst e? Pêwîstiya darbeyê tune ye. AKP ji xwe desthilat e. Rêber Apo beriya niha gotibû, Erdogan muxtacê Ergenekonê ye, hember Ergenekon bê îrade ye. Ergenekon jî, pêkhateyên din ên tên zanîn, faşîzma AKP-MHP têra xwe, ji bo xwe bi kar anî. Berjewendiyên wan ji hev re ye û bi hev re desthilat in, bi hev re xwedî darbeyê ne. Yanî li derveyî vê darbeyeke faşîsttir, hîn bêhtir desthilat nîne. Darbe û demokrasî ew jî bi hev re nakok in. Kesekî wisa li hemberî faşîzma AKP'ê cuda darbeyê bike nayê dîtin. Lê belê mekanîka darbeyê, weke Rêber Apo gotî, ji mecra xwe diçe. Yanî ti biryar nîne ku AKP nikaribe ji parlamenta Tirkiyeyê derbas bike. Ti maf û erka Erdogan nîne ku kîngê çi xwest, pêk bîne. Her tiştê wan heye. Dîktator e yanî. Yanî ji aliyê ûsilê ve jî ti prosedur ji bo faşîzma AKP-MHP'ê nederbasdar e. Her tiştî pêk tînin. Lewma ti darbe, li gorî min mijareke sexte ye. Hilbijartin jî wisa ye. Erdogan ne exmaq e li şûna ku xwe ava kiriye, desthilatdariya xwe bi rêxistin kiriye û xwe li ser her tiştî muqtedîr dibîne û desthilat e û baş dibîne ku ji aliyê civakê ve çi gelê Kurd, gelê Tirkiyeyê, çi jin, çi karker, bi giştî ti bawerî bi wan de name û her diçe dengê we bin ketiye. Erdogan û Bahçelî ne ehmaqin ku di nava van şert û mercan de biçin hilbijartinê. Dengê AKP-MHP'ê jî dadikeve. Wisa yekser derbas nake, car carna li bin dikeve. Hîn jî milet ditirse, di bin zextê de ye. Daxwazên xwe bi rehetî nabêje, çi difikire nabêje. Di rastiya xwe de rewşa AKP û MHP'ê xerabtir e. Di rewşeke wisa pêvajoyeke wisa de, mîna nîqaşên darbeyê, hilbijartin jî diyarkirina rojevekê ye. Pêwîstiya xwe bi hilbijartinê nîne. Ancax çi dibe, eger civak rabe ser piyan, êdî cihê manevrayê ji faşîzma AKP-MHP'ê re nemîne, yan jî li nava parlamentoyê komên mezin weke 40-50 kes ji wan veqetin, biçin partiyên din, yanî hejmara wan li parlamentê kêm bibe, neçar bimîne, dibe. Lê belê Erdogan wê bi îrade û xwesteka xwe neçe hilbijartinê. Hilbijartin jî ne pir çareserî ye.

Em di salvegera Geziyê de ne. Di roja îro de li hemberî faşîzma ku ji her alî ve li dijî civakê pêş dikeve, eniyeke demokratîk weke ya li Geziyê pêwîstiya wê dernakeve pêş?

Bêguman, Gezî 2013 bû û li ser çi derket? Hat xwestin sûretê Stenbolê bê guhertin. Yanî bike beton, daran rakin, tine bikin. Li gorî wê ji bo xwe AVM ava bike. Wê demê hişmendiyek hebû, civakê nerazîbûna xwe nîşan da. Gotin, em naxwazin darê me bê birîn, em naxwazin her der bibe beton. Wisa yê ku li hemberî ekolojiyê, paqijiya xwezayî, bajaran, hewaya paqij û piştre yê ku li dijî faşîzmê, kapîtalîzm, desthilatdariyê, nerêxistinkirî jî be, Gezî bû sedem ku rêxistinek ava bû. Sosyalîst, şoreşger, çi lîberal, çi xwendevan, ciwan, jin, yên xwezayî, mirovên ji heywanan hez dikin, antîkapîtalîst hemû kes gihîştin hevdu. Piranî wek antî kapîtalîst, piranî dijberên talankerên xwezayê û bi jiyana mirovahiyê dilîzin, bi paqijiyê dilîzin, têkoşiyan. Navroka vê çi bû, demokrasî bû.

Yanî ji bo wan pîvana her tiştî, esasê her tiştî demokrasî bû. Demokrasî wisa kişand. Hemûyan hevucu qebûl kir. Wate sosyalîst û lîberalîstan hevudu qebûl kir, lîberalan oldar qebûl kirin, ciwanan yên din qebûl kirin, yek armanc û sedem hebû ev jî li hemberî dîktatoriyê ew îradeya demokratîk derkeve pêş bû. Bi rastî jî ciwanan rojevek diyar û ava kirin û hêjand jî. Û Erdogan tirsî, wate ji ew ruhê Geziyê tirsiya. Gezî ruhek e. Yanî ruheke çawa; em bêjin îsyanekî demokratîk. Yanî qebûl nekirina desthilatî û dîktatoriya faşîzmê, qirêjiya nava civakê bigire heta yên dijî xwezayê.  Hemû pêkhateyên civakî gihiştin hevudu û kelecanek ava û çêkirin. Ruhek ava kir. Wê belavî tevahî Tirkiyê biba. Yanî weke ku Erdogan wisa dibêje nîne ber ku bi serhildanên radîkal, ne wisa be jî lê bi helwestekê bi bandor û pir rewa pêş ket. Erdogan ji wê tirsiya û ji bo wê her tişt da berçavan. Yanî bi dehan mirov qetil kir, şehîd kirin, birîndar kirin, şewitandin. Yanî mêyze kir ango hovîtî yan jî tirsa wê çi bû, eger pêşiya Gezî neyê girtin û li çend herêmên din Gezî pêş bikeve wê desthilatiya wî biçe. Ji wê tirsiya û hemû rîsk dan berçavan û Gezî qedexe kir. Îro jî te dît gelek siyasetmedar û gelek kes avêtin girtîgehan. Mînak ji ber ku tenê tê gotin ku Osman Kavala ji Geziyê re bûye alîkar, tenê ji ber wê sedemê heta niha li girtîgehê de ye. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr û kesên ekolojîst ku li hemberî dîktatoriyê xwedî helwest in girtin. Lê ew ruhê Gezî weke hewldanekê ye, ji bo dîroka şoreşa demokrasiyê ya li Tirkiyê re gavekî girîng e û pêwîste ji wê ruhî her tim hêz û encam bê girtin. Îro em mêyze dikin zêdetir sedem heye ku ruhekî mezintir ji ya Geziyê bê avakirin û helwestek pêş bikeve. Mînak Gezî li hemberî faşîzm û dîktatoriyê ye, li dijî qirêjkirina xwezayê ye her wiha li hemberî zexta li ser civakê ye, ji bo paqijiya bajaran e; wana hemû îro zêdetir zêdetir pêşketina dîktatoriyê û faşîzmê re hevce ye. li Çanakkaya û li gelek aliyên Kurdistan û Tirkiyê ji xwe tine dikin xwezayê, wate ew yek pirtir bûye; ne ku AKP’ê gav bi paş ve avêtiye ber ku zêdetir israr kir. Û bi aliyê siyasî û civakî jî hovîtî û faşîzma wan pir zelal û zêdetir derket pêş. Keskê/î ku ji xeterî û hovîtiya AKP-MHP zirar nabîne û bandor nebe tune ne. Wê wextê ya rast çiye, eve ku wana hemû hêz, îrade û derfetên xwe bikin yek, tam weke ruhê Gezî bi rastî xwedî têkoşîn be. Îro pirtir pêwîst e. Yanî niha Karker bi tena serê nikarin tiştekê bikin. Jin bi tena serê xwe nikarin bikin, ciwan jî bi tena xwe nikarin bikin. Sosyalîst, şoreşger û lîberlal her yek watedar, xwedî hêz û girînge lê hemû bi hevre hê rûmettir, girîngtir, xwedî hêz û bandortir dibin. Ji bo wê jî ji berê bêtir girînge ku li hemberî faşîzmê ruhekî wisa weke Gezî, radîkal, demokrasî û xwestekên demokrasî û azadî pêş bikeve. Em bala xwe bidinê mînak AKP naxwaze û nahêle dengekî wisa cuda derkeve. Heta CHP jî bi hinctê ango têkiliyên wê bi PKK’ê re heye pênase dike. Ma gelo aqil wê digire? Di hemû biryarên girîng û stratejîk de çi êrîşên li hember Başûr, çi jî li hemberî Rojava be her tim CHP’ê destek daye û bûye şirîkê MHP û AKP’ê. Lê dixwaze wê bêdeng bihêle. Waye bi hincetên ango ‘têkiliyên te bi PKK’ê re heye’, ‘waye tu bi HDP’ê re di nava têkiliyê de yî’ dixwazin ji CHP’ê re bêjin ku li cihê xwe de rawestin, bêdeng û bê îrade bin. Û bi rastî jî hindekî encam jî digirin. Yanî CHP bi îrade û wêrek nabêje ku tu çi dibêjî bêje, tu derevan dikî, tu dîktatorekî û li hemberî te ezê xwedî têkoşîn bim û heta ezê ji mixalefetê re serkêşiyê bikim; rolekî wisa nade xwe. Dibêje ku eger ez gavekî biavêjim gelo wê çi/çawa pênase bike, ji xwe di ruhê CHP’ê de jî ev haye, ji ber wê jî ji CHP’ê zêdetir helbet girseya CHP û tevahiya CHP’ê ji Demokrasiyê re vekiriye lê di jor de cudaye. Hemû pêkhateya jêrxan bi ruh û bi îrade bike yek şansê Erdogan namîne. Partiya Gelcek, Partiya Deava heye, gelek hêz û rêxistinên li dijî faşîzmê ku bi rastî dixwazin pêşketinek hebe û têkoşîn bê bilindkirin hene. Di vir de rolek jî dikeve ser milê HDP’ê. Yanî HDP ji têkoşîna hê bêhtir radîkal re amade ye. HDP’ê bedel dane. HDP’ê xwe îspat kiriye ku rêxistinekî ji bo azadî û demokrasiyê xwedî rol be. Bêguman HDP jî ger bikare rola xwe hê baştir bilîze wê hê baştir be. 

Niha di 16’ê Gulana 1916’an de di navbera Îngilîz û Fransa de peymana Sayks-Pîkot hat îmzekirin. Bi wê peymanê re welatê Kurdan jî di navbera çar dewletan de hat perçekirin. Wê demê Rojhilata Navîn dihat dîzayn kirin, em lê dinêrin îro dîsa jî Rojhilata Navîn tê dîzayn kirin. Ji bo ku gelê Kurd careke din nebe qurbanî divê çi bike?  

Yanî Sayks-Pîkot sed sal derbas kir û ji xwe nav û paşnavê wezîrên Fransî û yek jî yê Îngilîz e. Bi rastî wan pêşeroja sed salî ya Rojhilata Navîn diyar kirin û dan qebûlkirin. Û bi cetvel ango bi xerîteyan nexşeya Rojhilata Navîn çêkirin, 22 dewlet ava kirin û hemû jî bi xwe we dan girêdan û para gelê Kurd jî 4 perçe parve kirin û bi destê dagirkeriyê ve rêvebirin. Para gelê Kurd jî ew bû. Sayks-Pîkot ew da Kurdan. Yanî xwedî hêz bûn tabî, mînak Brîtanya û Fransa dîtin ku êdî keştiya Osmaniyan av digire û nikare desthilatdarî û împratoriya xwe bidomîne. Esas li ser Osmaniyan zext kirin. Yanî gotin êdî ya ta bes e û tu nikarî êdî rêve bibî. Îsnsiyatîf girtin destê xwe û bi nav û paşnavê xwe di sala 1916’an de ew pêş xistin. Lê esas di serî de gelê Kurd û civaka Ereb êşa wê dikêşîne. Dibe ku 22 dewletên Ereban hatin avakirin lê her yek jî piştre kirin dijmin. Her yek ji wan ji xwe re kirin payende. Hemû bê îrade hîştin û rêvebirin. Yanî ji bo civaka Ereb jî wisa ne tiştekê li ser xêrê û baş bû.  Ji bo gelê Kurd jî perçebûn bû. Û parvekirin û rêvebirin bû. Yanî Sayks-Pîkot Rojhilata Navîn sed sal nexweş û wisa bidîndar hîşt û civakên Rojhilata Navîn di esasê de xwîn dane. Heta ji bo gelê Kurd jî gotin ku êdî gelekî nîne yanî mir. Li ber mirinê ye. ew a wê pir zêde bû, Rêber Apo ji bo Ewropa jî dibêje peymana Versailles heye, navê wê peymane peymana aştiya Ewropayê ye lê esas dawî li aştiya Ewropayê anî. Bû sedem ku şerê cîhanî yê duyemîn li Ewropa pêş bikeve. Mînak a Versailles wisa bû. Ê sala 1916’an ya Fransa û Brîtanya Sayks-Pîkot sed sal berxwe da. Lê êdî wisa naçe, yanî ji vir û şûn de ne civaka Ereb dixwazin wisa biçe û ne gelê Kurd dixwaze wisa biçe. Her wiha hêzên hegemonîk jî êdî nikarin li hemberî rêxistin û pêşketinên civaka Rojhilta Navîn bi wê rehetiyê ve ewa xwe bidomînin. Yanî pêşketin û guhertinek heye. Gelê Kurd jî wisa ye. Temam belkî Tirkiye dibêje me pêşiya peymana Sewr girt lê Sewr jî nebû bersiv. Ji bo Kurdan tunebûn bû, yanî aliyê gelê Kurd de jî dawiya wê peymanê hat. Niha lêgerîn hene. Mînak pirsgirêkên Rojhilata Navîn çiye, hemû gel û civakên Rojhilata Navîn ji desthilatiyên xwe nerazî ne. Dibînin û dizanin ku desthilatiyên wan dîktator û olîgarşîk in. Ne jiyaneke demokratîk û ne jiyaneke azad û li ser wana tiştek nîne. Û dizanin ku bê îrade ne jî yanî bi Berîtanya, Emerîka û hêzên modernîteya kapîtalîst ve girêdayî ne. Ruşvet, dizî û her cure xirabî li ser civakê tê pêkanîn û meşandin. Lubnan wana li ber çavan in, Iraq hê nû hikûmeta xwe ava kir, Îran li ber çava ye û bi giştî Rojhilata Navîn wisa ye. Yanî gel ji ew statûyên ku sed salan zêdetir berê bi hikmê zorê dayî qebûlkirin nerazî ye û li hemberî wê xwedî têkoşîn e. Pirsgirêka girîng çiye; yanî civak û gelên Rojhilata Navîn rastî jî weke ku her tim dibêjin di lêgerîna pêşengê xwe de ne ango pêşeng tuneye. Yan jî yê heyî têrê nake, ne rêxistinkirî ne. Ne ku civaka Rojhilata Navîn jiyaneke azad, bi rumettir û demokratîktir naxwaze. Dixwazin û xwedî têkoşînin jî. Lê belê rêxistin bi qasê pêwîst têrê nake. Mînak di wê xalê de şoreşa Rojava bandorek kir. Li ser cîhanê kir, ne pêkane ku li ser cîranê xwe bandor neke. yanî çavê civaka Ereb jî vebû. Mejiyê wan jî vebû. Yanî çawa bû ku hemû civak, ol û nasname dikarin bi hevre demokratîk û azad bijîn. Hevudu qebûl û hez bikin. wate ew yek pêkane û hem jî bi bê desthilatdariyê. Wê yekê bandoreke pir girîng kir li ser Rojhilata Navîn. Û wisa hejand û pirsgirêkek xist rojevê. Vê bandora wê teqez li ser pêşerojê jî hebe. Girînge ji bona wê û pirtir jî paradîgma Rêber Apo wek netewa demokratîk wek têkoşîna me 40 sal zêdetir, 45 sal bê navber tê dayîn li hemberî desthilatdariyê û tenê îradeya civaka demokratîk ji xwe re esas digire û netewa demokratîk pir girînge. Taybet ji bona Rojhilata Navîn girînge. Yanî ol, nasname, eşîr û malbat li ser navên cûr bi cûr her yek ji yê din re yanî dijmin e. Ya ji wana hemûyan re dibe bersiv paradîgma Rêber Apo, netewa demokratîk e. Ê waye ku pêş dikeve, bandora wê li ser Rojhilata Navîn heye; rewşenbîr hene, hunermend hene, siyasetmedar hene, şoreşger hene, civak bi xwe heye, yanî em ji wê aliyê de jî mêyze bikîn pêşengtî bi bandora azadiya têkoşîna gelê Kurd û civaka Rojhilata Navîn e. Helbet Sayks-Pîkot dema xwe tije kir, ji wir û şûn ve bi îradeya gelan pêşeroj û jiyaneke nû wê pêş bikeve.

Di vê pêvajoyê de Kurd divê yekîtiya xwe jî ava bikin, ji bo nebin qurbaniyên pêvajoyê, destkeftiyên xwe mayinde bikin dive çi bikin?

Pir rast e. Dema Sykes-Pîcot halê Kurdan çi bû? Bi esasî Kurd nebûn, hebûn lê bê îrade bûn, bê rêxistin bûn, ê heyî jî nehatin qebûlkirin, an jî hêza wan têrê nekir. Lê heke îradeyeke gelê Kurd a rêxistinî hebûya, hev bigirtana, qedera gelê Kurd wê ne wisa bûya. Sed sal zêdetir e me yê ev êş nekişandana. Îro careke dî derfeteke bi rastî jî dîrokî ye. Dîrokî ye, çimkî ji kûderê bi çi awayî mêze dikî, yek nîşanek derdikeve pêş, 'Ey Kurd bibin yek, dîrok ji we re, bimeşe.'' Ev pir vekirî ye. Wexta careke dî li Rojhilata Navîn nav lêgerîna pêşeroja xwe de ye deh qat pirtir pêwîste gelê Kurd li ser vê mijarê mijûl bibe, encamê ji dîrokê derxîne û xurtir xwe amade bike ji pêşerojê re, heta rojevê diyar bike û li ser vê rojevê xwedî bandor be. Ev jî yekîtiya gelê Kurd e. Ev halê heyî ne ti hal e, yanî her yek bi serê xwe. Mesele Bakur bi serê xwe, Rojhilat bi serê xwe, Başûr bi serê xwe, Rojava bi serê xwe temamî Rojhilata Navîn de nêzî 50 milyon Kurd lê her yek ji alîkî de, kesek xwe nexapinî, nebêje filan parçe min rizgar kir, mayinde ye. Ne wisa ye. Ev ne ji bo Başûr derbasdar e, ne ji bo Rojava derbasdar e. Yek tişt heye ku ev destkefiyên gelê Kurd ji Rojava çi Başûr çi Rojhilat çi Bakûr, wê çawa mayinde bibe? Bi yekîtiya gelê Kurd, bi neteweya gelê Kurd. Em baş bizanin, heta ku ev sîwanên giştî, wek vîna gelê Kurd neyê avakirin, rêxistiniya wê neyê kirin, ti parçe ne rehet in, ser serê wan de her tim zet û taloke wê hebe, bela wê hebin û her tim mimkûn e tiştên cuda jî bêne jiyîn. Ji bo vê, mafê gelê me ye. Mesela ji siyasetmedarên xwe, yên ku dibêjin em rêxistinên Kurdan in, rêvebertiyê dikin, bipirsin, heta helwesteke radîkal deynin ber xwe, demekê hunermendên Kurd helwesta xwe danîn holê, niha rewşenbîr xwedî helwest in. Gelek caran min pêşniyar kir, çi Bakur, çi Başûr, ji Rojava û Rojhilat civak dimeşe, mîtîngan dike, yek dirûşm hebe, yek nivîs hebe, bibêjin, bibin yek, yekîtiya netewî. Civaka li ser siyasetmedaran zextê bike. Ev girîng e. Siyasetmedar jî, yanî exlaqî jî, siyasî jî, berjewendiya gelê me ji xwe re esas bibînin. Ne rêxistinî, ne kesayat. Hîn jî tê nîqaşkirin. Yek; tê gotin, li Rojava hewldaneke heye ku Kurd îradeya xwe bikin yek, problemên xwe çareser bikin. Bi rastî jî tiştekî pir baş e. Li aliyê dî mirov mêze dike, xemgîn e, baweriya mirov jî dişike. Zînî Wertê di rojevê de ye. Heke du rêxistinên sereke em wek PKK û PDK şerekî wiha nexêr, di navbera me de derkeve, em naxwazin, tim bangawaziyeke me heye, her kes xwe bikişîne cihê berê, pirsgirêk were çareserkirin. Kurdên din, yên parçeyên din çi qas kêfxweş bibin, çi qasî yekîtiya xwe ava bikin, pir girîng e yanî. Ma wê bandorê neke? Kesek ji kesî naveşêre, wê bandorê bike. Em bi qedera gelê xwe nelîzin. Zînî Wertê wiha ber bi xweşî were çareserkirin, bi esasî pirsgirêk tine. Hêza pêşmerge biçe cihê xwe yê berê çareser dibe. Bandora vê li ser Rojava jî çêdibe, bi giştî her roj gelê me, rojane daxuyaniyan didin, divê ev were dîtin. Bi israra li ser şer, li ser pirgirêkê tiştekî bi dest kesî naxe. Tenê, bi gelê Kurd dide windakirin. Dewleta Tirkiyê jî, her roj mînak Bradostê bombebaran dike, Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Wê rojê raporeke Emerikiyan derket, van bixwe jî îtîraf dikir. Di êrîşên hewayî yên ser Başûrê Kurdistanê de sedî heştê sivîl , jiyana xwe ji dest didin. Çima ev nayê dîtin, çima serweriya Başûrê Kurdistanê qey PKK red dike? PKK qebûl nake? Ti pirsgirêka me bi vê re nîne. Em rexneyên demokratîk, maqûl dikin lê me negotiye em desthilatdariya we red dikin,qebûl nakin, tiştekî wiha tine. Lê em jî rêxistina vî gelî, ya vê axê ne. Di wextê xwe de PDK neçû Rojhilatê, neçû Îranê, Moskowê? Ev ne bi dilê PDK'ê bûn, zext hebûn, bêgav man. Dîrok wiha ye. Divê ev were qebûlkirin.Niha PKK ne ku ji neçariya xwe, hovîtî, dagirkerî ji kîderê kesekî Kurd li ber xwe bide diçe ser, em jî li her deverê li ber xwe bidin. Divê ev were dîtin. Hêza dagirkeriyê were şikandin rêveberiya Başûrê Kurdistanê wê hilmeke kûr bikişîne, ne dema ku dagirkerî xurtir bibe, ne dema ku PKK lawaz bibe, ev li ber çavan e. Ji vê her kes erkdar e, berpirs e. Di vê pêvajoya dîrokî de yekîtiya gelê Kurd pêwîst e. Çawa ku Kurd beriya bi sed salê bê hazirî hatin girtin, îro divê xwe amade bikin, rêxistiniya xwe bikin, bikaribin bibin bersiv û xwesteka gelê me bi cih bînin.

Sedsal şûn de li Rojhilata Navîn jî, îro li Sûriyê, li Libyayê, li Yemenê nakokî, şer û pevçûn hene. Ev şer û pevçûn bandora xwe çawa li ser pêşiya diyarbûna vîna gelan dike?

Civak ne rêxistinî ne, vîna xwe xurt neke, pêş nexe valahî ji hêla desthilatdariyê ve tê tijekirin. Em bibêjin, dewleta Tirkiyê, faşîzma AKP-MHP'ê, ji aliyê mirov ve, yanî ji hêla faktoriya mirov ve, bi maliyeta sifir şerekî dike li hemberî gelê Kurd, li hemberî Yemenê, Libyayê, heta belkî li Başûr bi maliyeta sifir şer dike. Kî ne ev? Çete ne. Ereb in. Nasnameya xwe Ereb in. Heke civaka Ereb problemên xwe çareser bike, problemên demokrasiyê çareser bike, pêş bixe, rêxistinî be çete wê dernekevin. Dewleta Tirkiyê, yan jî netewdewletên Rojhilata Navîn, ên xwîna gelên Rojhilata Navîn, keda gelên Rojhilata Navîn ji bo desthilatdariya xwe wiha bi rehetî nikaribin bi kar bînin. Lê nêçarî, bêrêxistinî, bê pewerdebûniyê bi kar tîne. Şerê dagirkeriya dewleta Tirkiyê li Sûriyê û ji Idlibê heta bi Rojava, piranî, sedî 90, sedî 99 Ereb û Ereb li hev dixin, xwîn Ereban e. Têrê nake dişînin Libyayê, yanî maliyeta sifir. Yanî di vir de exlaq tine, wijdan tine. Tenê berjewendiyên xwe hene, civak kirine vî halî, birçî dihêlin, bêgav dihêlin û pê dilîzin. Ev şerê ku di berjewendiya netew dewletan û hêzên hegemonîk ên navnetewî dike, ti xêra gelan di vî şerî de tine. Pê dilîzîn. Mînak şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn bi milyonan, bi deh milyonan mirov jiyana xwe ji dest dan, mirin, ne? Gelan çi feyde jê dît? Ne ji gelan bû. Li herêmê civakên ku rêxistiniya xwe kirin şoreş pêk anîn. Wek encam obkektîf wiha dibe lê di vî şerî de ti mafê gelan tine, şerê dagirkeriyê heye, şerê netewdewletan e. Ne şerekî şoreşgerî ye, ne şerê gelên şoreşger e, ne şerê li dijî zilmê ye ku li ber xwe bidin. Li Yemenê jî, li Libyayê jî tiştekî wiha dizîvire. A rast çiye? Li Rojhilata Navîn heta ku negihije asta demokrasiyê problemên wiha wê time hebin. Problema Rojhilata Navîn, gelên wê, jiyana azad û nedemokratîkbûna Rojhilat Navîn e. Çareserî di demokrasiya Rojhilata Navîn de ye. Netewdewletên Rojhilata Navin, an jî hêzên modernîteya kapîtalîst û hegemonîk ên navnetewî demokrasiyê nayînin. Ev, berjewendiyên wan çi hewce bikin wê wiha bikin. Dijî demokrasiyê ne. Lê civak bi têkoşîna xwe dikarin, mînak pêşerojê li Sûriyê muxalefet demokrtîk be, dadwer be, Rojhilat- Bakurê Sûriyê, ev îrade siberojê li Sûriyê xwedî bandor be, Sûriyeyeke nû, Sûriyeyeke demokratîk mimkûn e. Ji bo vê têkoşîn hatiye dayin. Gelên Kurd, Xiristiyan, Ereb her wiha ji bo hemû gelên herêma Rojhilata Navîn wiha ye.

Piştî çend rojên din salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê ye. Pêngava 1'ê Hezîranê di dîroka gelê Kurd de cihekî girîng digire. Di rewşa berdest de ku gelê Kurd li dijî faşîzemeke wiha pir hov û dijwar rû bi rû ye, hewcehiya wê bi pêngaveke çawa heye?

1'ê Hezîrana 2004'an di dîroka me de rolek, wateyeke wê ya pir girîng heye. Çima? Piştî komploya navnetewî heta 2004'an bi rastî wek partî û tevger em di nav probelêm navxweyî de zêdetir mijûl bûbûn. Rêber Apo xwest ku guherînekê bike. Rolek lîst û hêzên me piranî xwe kişandin derveyî Bakurê Kurdistanê. Piştre dagirkerî û hêzên modernîteya kapîtalîst xwestin ser rêxistina me, ser kesayetan bilîzin, rojeveke sexte bi me bidin jiyîn. Em jî mijûl bûbûn, problemên naxweyî, yên ku bêbawer man, ên ne dilsoz, ên wek tasfiyekaran di nav xwe de ketine nav ewekê. Aliyê dî, dewleta Tirkiyê, faşîzma AKP'ê jî, pir tevlê nedibû, mêzê dikir rêxistiniya têra xwe probleman dijî. Ev hal ne halekî baş bû helbet. Di dîroka tevgera me de, dermanê hemû probelaman, çareseriya hemû probleman têkoşîna bi pêngavî ye. Wexta ku têkoşîn bi pêngavî be, çi leşkerî, çi siyasî rojev tê diyarkirin, wiha jî dimeşe. Bi esasî 1'ê Hezîranê mudaheleya li pêvajoyê ye. Li dijî fen û fût û lîstokên dewleta Tirkiyê û faşîzma Tirkiyê, 'êdî bes e, ev lîstok in û nayê qebûlkirin''. Problema me ya navxweyî jî encex bi geşkirina têkoşînê li dijî dagirkeriyê, bi geşkirina şoreş û têkoşînê wê bêne çareserkirin. Ji ber vê pir girîng û watedar e pêngava 1'ê Hezîranê. Bi wî giyanê 1'ê Hezîranê çawa bû bersiva pêvajoya, bû bersiva problema wê demê, rojeveke nû, hewayeke nû diyar kir, ava kir û bi gelê me re hêviyeke, moral û coşekek mezin çêkir, îro jî bi vî giyanî, geşkirina têkoşîna hewce ye. Ya ku tê xwestin ev e, ya ku pêk tê jî ev e. Mînak, em vê bizanin, li diî teknîkê, ya ku li diî me tê xebitandin, ne teknîkeke jirêzê ye. Têgotin, Libya bixwe jî yên ku Haftar li dijî Tirkiyê dixebitîne ne xurt in. Teknîka herî pêşketî li dijî me tê bikaranîn. Em wiha têdikoşin, em wiha li ber xwe didin, em wiha şerê xwe geş dikin. Nexasim demên dawî çi li Amedê, li Botanê, çi li Dersimê, çi li Serhedê, çi li Başûrê Kurdistanê pêngavên gerîla divê mirov pir girîng bibîne. Ev giyanê 1'ê Hezîranê ye. Di rojevê de rol lîstik û pêşeroj diyar kirin. Her wiha li temamê Tirkiyê çalakî dibin, çiya wateya wê? Ti hêvî ji faşîzma AKP-MHP'ê nebe yanî. Her tişt bi asta berxwedan û pêşxistina têkoşîna me ve ye. Heke di vê mijarê de em serkeftî bin, ti sedemeke ku em encamê nestînin nîne. Ti sedem tine ku AKP xwe neavêje ber lingên Rêber Apo. Ev giyan û wateya pêngava 1'ê Hezîranê wiha ye. Niha jî eynî rih û eynî helwest bi her hawayî, çi leşkerî, çi siyasî, çi dîplomatîk, çi civakî em ê bênavber bi baweriyeke pir xurt, bi biryareke pir xurt têkoşîna xwe berdewam bikin.