OHD’ê têkildarî Xerabê Bava raporek weşand

OHD: Bûyerên li gund hatin kirin; dide nîşandan ku pêkanînên di qanûnî yên qedexe kirinê yên ji sala 2015’an û vir ve li ser gelek navçe û gundan hatin kirin dewam dikin.

OHD’ê têkildarî êşkence, îxlalên mafê mirovan û dorpêça ku li ser gundê Xerabê Bava ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê weşand û di raporê de wiha hate gotin: “Bûyerên li gund hatin kirin; dide nîşandan ku pêkanînên di qanûnî yên qedexe kirinê yên ji sala 2015’an û vir ve li ser gelek navçe û gundan hatin kirin dewam dikin.”

Plaftorma Hiqiqnasên Azadîxwaz (OHD), rapora ku têkildarî gundê Xerabê Bava amade kirî bi raya giştî re parve kir. Rapor di necama hevdîtinên di 26’ê Sibatê ku bi gundiyên ku şahidî ji êşkence, binçavkirin, îxlalên mafê mirovan û dorpêça li ser gundê Xerabê Bava ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hate kirin hatiye amadekirin, hat diyarkirin li nukteyekî 15 km ji gundê Xerabê Bava hatin rawestandin ji ber vê yekê rê nehatiye dayîn ku li gund lêkolînekî baş û berfireh bikin.

Di raporê de bal hatiye kişandina ser bûyerên ku pişît di 11’ê Sibatê de ji aliyê Watliya Mêrdînê ve “Qedexeya derketina derve” hate îlankirin û şûnde qewimîne, cih dan gotinên hatine êşkencekirin, welatiyên di bin çavan de hatin berdan û ciha dan şahidên kesên li navçeya Nisêbînê rawestane jî.

Li gorî lêkolînên hatin kirin û şahidan. Encama raporê û di beşa tesbîtan de jî ev îfade hatin dayîn:

“Piştî li gundên girêdayî navçeya Nisêbînê operasyon destpêkir û şûnde “Qedexeya derketina derve” hate îlankirin, awayê binçavkirinê derveyî hiqûqê, rênedayîna ku gundî pêdawîstiyên xwe bînin cih, nêzîkatiyên derveyî exlaqî raberkirina gundiyan, heqaret û dijîn kirin, bi saetan rawestandina gundiyan, li gel kesên hatin binçavkirin û yên li gund hatin bincavkirin cuda nêzîkbûn û gef lê kirin, têkildarî binaçaviyan ne agahî dayîna kesan û ne jî malbatan, tevî ku bi dehan car hatin lêgerîn jî, bi awayekî hovane êrîş kirin û bi rêbazên cuda êşkencekirin, bi awayekî sîstematîk li welat dewamkirin û bandorbûna hemû gundiyan şêwazên cuda cuda yên êşkenceyê ne.

Bûyerên li gund hatin kirin; dide nîşandan ku pêkanînên di qanûnî yên qedexe kirinê yên ji sala 2015’an û vir ve li ser gelek navçe û gundan hatin kirin dewam dikin.

Ji ber vê;
1. Di destpêkê de li gorî xala 11/C ya qanûna rêveberiya bajêr, qedexeyên derketina derve ne li gorî qanûnane. Pêwîste bi lezgîn qedexeya derketina derve ya ne qanûnî were rakirin. Hemû pêvidiyên gund werin dîtin û rêya çûyîn û hatina gund were vekirin û pêwîste fikarê heyîn werin derbaskirin.

2. Binpêkirinên mafan yên li gundê Xerabê Babê, ji yên di medyayê de têne behskirin zêdetire. Li gorî agahiyan ku li gund kes hatine kuştin lê belê derbarê hejmarê de ti agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.

3.Gelek agahî hene ku navendên jandermeyan ên li gund gelek binpêkirinên mafan, êşkencekirin, destûr nedayîna pêdiviyên pêwîst, ji azadiyê bê par hiştin, ferq û cûdahî kirin û nîjadperstî bi sedan agahî tê dayîn. Di nava hemû agahiyan de tê diyarkirin ku gundiyên gundê Xerabê Bavê hatin êşkencekirin û nêzîkatiyên xirab li ser hatine kirin. Em dûbare dikin ku pêwîste werin lêkolînkirin.

4. Pêwîste Serdozgerê Komarê bi lezgîn delîlên li gund kom bike. Di vî alî de pêwîste destûr were dayîn ji bo ketina saziyên mafê mirovan û saziyên qanûnî.

5. Welatiyên gundê Xerabê Bava, bi daxuyaniya Waliyê Mêrdînê û Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû ku gundiyan weke ditîna bi 'terorîst', hatine krîminalîzekirin.

6. Tê zanîn ku hêzên ewlehiyê bi çalakiyên xwe yên binpêkirina mafên mirovan ku baweriya wan heye nayên darîzandin. Di lêkolînan de derketiye holê ku îdayên di derbarê binpêkirina mafan de; daxwazên mexdûran were girtin, qeydên kamerayan ên di dema binçavkirinê de û raporên mexdûran ên nexweşxaneyê werin temaşekirin. Pêwîste di derbarê sewqkirina Saziya Tipa Edlî û berpirsan de bê alî lêpirsîn were destpêkirin.

7. Ji bo tiştên ku hatine jiyîn derkevin holê, Ji TBMM Komîsyonekî ya lêkolinkirina Mafê Mirovan, bi lezgîn bç ava bikin û dest bi lêkolînan bike. Pêwîste ji bo binpêkirinên mafan bi lezgînî Saziya Wekhevî û Mafê Mirovan a Tirkiyê dest bi lêkolînan bike. Pêwîste ji aliyê Wezerata Edalet û Karên Hundir ve lêpirsînek berfireh were destpê kirin.

8. Mafên Jiyanê yên xwezayî ku di aliyê netewî û navnetewî de ku qedexeya êşkenceyan heye hatiye binpêkirin. Minakên ku hatîn jiyîn diyar dike ku operasyonên ku dibin navê ewlehiyê de têne kirin di derbarê binpêkirina mafan de lêpirsînekî nehatiye kirin. Di vê mijarê de destpêkê; em bang li saziyên qanûnê û saziyên mafên mirovan dikin ku beramberî van îdayên giran ên binpêkirina mafan bi baldarî tevbigerin."