OHD: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe

Şaxê OHD'ê yê Amedê bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê û destnîşan kir ku divê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yekser bi cih bê anîn.

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Şaxê Amedê, têkildarî tecrîdê û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li Parka Koşûyolû ya navçeya Baglar a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û rêxistinên civakî tevlî çalakiyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê OHD'ê yê Amedê Mûharrem Şahîn ve hate xwendin.

'DIVÊ TAVILÊ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ'

Şahîn bi bîr xist ku mirov li Tirkiyeyê ji bo pêkhatina hiqûq û qanûnan ketine greva birçîbûnê û got, "Sedema greva birçîbûnê ya heyî polîtîkaya tecrîdê ye ku li dijî Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din tê meşandin. Li gorî daneyên heyî û raporên Rêxistinên Civakî yên nava salê hatin weşandin; li şûna ku li girtîgerhan tedbîr li hemberî şewbê bê wergirtin, şewb ji aliyê rejîma girtîgehan ve weke firsendê hatiye bikaranîn û girtîgeh hemû bi temamî hatine tecrîdkirin."

Şahîn diyar kir ku yekane daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê, bidawîkirina tecrîdê ye û hişyarî da ku eger encamên neyînî ji ber greva birçîbûnê rû bidin wê desthilatdariya siyasî berpirsyarê wê be. Şahîn bang li Wezareta Edaletê û saziyên Pêwendîdar hemûyan kir ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

'RAKIRINA TECRÎDÊ ŞERT E'

Şahîn nerazîbûn nîşanî rayedarên qanûndanîn, rêveberî û dadgeriyê da ku li ser bicihneanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daxuyanî dan û got, "Divê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bêyî dudiliyê yekser bi cih bê anîn."

Şahîn got, "Qanûn û biryarên dadgehê li ser her kesî derbasdar e. Nabe ku îdare bi helwestên kêfî hiqûqê û qanûna bêkêr bike. Divê dawî li polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê bê anîn û şert e ku mafên Birêz Ocalan û girtiyên din ên qanûnî bên dayin. Bicihanîna hiqûqê ne li gorî daxwazê ye, lê belê mecbûrî ye. Her kes neçar e ku li gorî hiqûqê tevbigere."

Şahîn diyar kir ku bêyî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê rû bidin divê hiqûq bi cih bê anîn û bang li Wezareta Edaletê û raya giştî kir.