Ocalan: Destpêkê bibin hevrê

Ocalan got, "Di nava PKK'ê de çar şêweyên zewacê pêkane" û taybetmendiya van jî bi rengê; welatparêzî, partîbûn, şervanî û rêbertî/milîtaniyê pênase kir. Ocalan ji vê jî wêdetir got, "Destpêkê bibin hevrê. Hestên milkiyetê mirovan bi paş ve dibe."

Ocalan dibêje, "Xwe destpêkê bikin mêrekî maqûl. Hin zewacên bingehîn bikin, piştre jinê bixin nava rewşeke azad. Bila zimanê wê, dil, fikir, îradeya wê hebe û pêkan be piştre hewl bidin careke din pê re li hev bikin. Di nava şer de, di nava têkoşînê de bihêlin" û destnîşan dike, eger bi vî rengî nebe wê hunera wê dernekeve holê, wê dilê wê bi pêş nekeve. Ocalan dibêje, "Eger Kurd bi rengekî paşverû ji dayik bû be, hingî bi rengekî paşverû jî dimire. Eger hûn bala xwe bidinê, hûn ê bibînin ku em Kurdê bi vî rengî ji holê radikin. Bila bersiveke me ji bo bîranîna bi hezaran şehîdî hebe, bersiva me ji bîranîna Mem û Zîn hebe. Heta ku hûn tola şehîdên me hilneînin hûn ê nikaribin xwe efû bikin. Ji ber ku ew şehadet ji ber şaşitî û kesayetiyên we yên bi kêmasî rû dan."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di analîza xwe ya 31'ê Çileya 1995'an de ji xwe jî mînakan dide û saziya malbatê, rewşa malbatê ya Kurdan û malbatparêzî, hezkirin û hezkirina welêt bi çarçoveya xwe ya rasteqîn û teorîk vedibêje. Em beşek ji vê analîzê careke din parve dikin ku hîn jî rojane ye û bi demê re bêhtir tê fêhmkirin.

Ocalan diyar dike, gelekî girîng e ku ciwanên Kurd bi guman û raperîner nêzî rastiya malbatê ya Kurd bibin û bibînin ku ew di nava têkiliyeke bê eman û nakok de ne, di nava neçareseriyeke mezin de ne. Ocalan dibêje, "Di nava wê malbatê de neçareserî, tinebûn û bêhêzî heye. Di nava malbateke wiha de ez nikarim bijîn." Ocalan dide zanîn, lêgerîna li hevalên li derveyî malbatê, lêgerîna têkiliyê ya li nava derdorên nakokiya malbatê pê re heye, pêwendiya xwe bi rastiya malbateke wiha heye û dibêje, "Lêgerîn gava destpêkê ya rêxistinbûnê ye. Tespît dike ku mirov nikare zêde bi têkiliya malbatê bawer bikin. Bêguman ji aliyê hestewarî ve me got ku malbat ne saziyeke ku mirov xwe lê bigire. Rêbaza hebûna civakê, di vê çarçoveyê de rêbaza hebûnê ya kesayetan di nava civakê de bi malbatê dest pê dike, lê ev kesayetî berevajî vê tevdigere. Eger dixwaze careke din ji aliyê civakî ve hebûna xwe nîşan bide, vê yekê li derveyî malbatê digere. Bi xwevegirtina ji têkiliyên malbatê, bi nakokiya pê re dikeve nava lêgerîneke cuda. Wê yekê diceribîne û di rastiya malbatê de jî ev berbiçav e. Di nava realîteya Kurd de hûn di rewşeke welê de ne ku xwe dispêrinotorîteya bav, dê, bira, xal, ap, eşîr û kabîleyê ku ev yek hêzê bi temamî ji holê radike. Bûyera Kurd wiha ye; wergirtina hêzê ji hemşehriyan heta dostan. Di vê çarçoveyê de malbata Kurd rê li ber tinebûnê vedike.

TÎPÊ JÊRÎN Ê DIJMIN

Eşîr bi xwe tîpê jêrîn ê dijmin e. Çarçoveya ku em hemû di nav de mezin bûne ev e. Heta 15-20 salî hûn hemû zarokên malbateke paşverû ne. Piştre jî hûn jin û mêrên malbatê ne. Xwegirtina zarokekî di emrê biçûk de, zarok felc dike. Dema ku hûn dest bi jin û mêrtiya hev dikin, hingî jî vediguherin kangrenê, lê belê ev kesayetî helandina li nava saziyeke cuda ya malbatê li xwe nagire. Zêde naxwaze bikeve bin otorîteya bav û dikeve nava têkoşîneke dijwar. Vê jî bi rengekî polîtîk dike. Ji nakokiya wan jî valahiyê dibîne. Di nava vê malbatê de saziya malbatê bi pêş neketiye. Bi dîtina min di vir de malbata klasîk a Kurd ji hev dikeve. Eşkere ye ku jihevketina malbatê nîşan dide, otorîteyeke xurt a dê ya jî bav nîne. Ew zarok ji wê demê ve dibîne ku di nava malbata wî de dê ya jî bavekî ku xwe bispêrê nîne. Yanî nikare girê bidin. Gotina dayikê ku di rojnameyê de hate weşandin bi vî rengî bû, 'min jî dixwest li ber çoka xwe girê bidim, wî bigirim, lê nebû'. Min di rojnameyê de xwend. Hîn jî nekariye li ber çoka xwe girê bide, bisekinîne. Ne şaş bim salek berî ku bimire bû, digot 'xwezî min karîbûya li ber çoka xwe bisekinandibûya'. Eşkere ye nekariye min girê bide, lê belê hûn sed hezar carî li ber çoka dayika xwe xwedî bûne, mezin bûne. Hûn nikarîbûn ji ber çoka wê dûr bikevin. Xuya ye ev çand, mezinbûna li wê hembêzê, mayina li ber wê çokê we bi vî rengî felc kiriye."

YA KU PÊŞÎ LI KESAYETIYA XURT DIGIRE

Ocalan dibêje, "Bifikirin bê ez çawa ji 7 saliya xwe û pê ve li daristanên hovane bi tena serê xwe jiyam, bifikirin bê hûn çawa her roj li hembêza dayika xwe, li ber çoka dayika xwe ku bi şîr û xwarinê hatin xwedîkirin, hatin pêçandin û her tiştî li wir hîn bûn, jiyan." Ocalan diyar dike, "Ev tîpê Kurd e, Kurdê klasîk e. Şensî û bê şensiya vî zarokî jî rê li ber ketinê vedike. Hûn di hembêza dayika xwe de bijîn jî ew yek ji bo têkçûnê têrê dike. Ji ber ku dayik di rewşeke welê de ne ku nikarin tiştekî bidin. Şîr dide lê belê têkiliya şîr bi şaristaniyê, bi xakê, bi azadiyê re nîne. Wekî din, bavê ku we diparêze dema ku hefteyeke bi tenê jî we kontrol bike, ev yek têra tinebûna we dike. Di nava wê hefteyê de xulamtiyê, koletiyê, namerdiyê bi her rengî bi we dide pejirandin. Ji ber vê yekê hûn têkçûyî ne. Çima Kurdekî gelekî xurt derneketiye holê? Bala xwe bidin ser zarokên malbatên herî xurt, xanedanên li Kurdistanê; gelo hemû jî tîpên herî mezin ên xulam, bê kesayet û tirsonek in? Ez li Enqereyê, li Stenbolê, li Amedê hinek ji wan nas dikim. Yên herî tirsonek û xulam ew in. Ji ber ku li gorî otorîteya malbatê neçar in bi vî rengî bin. Qaşo ew xwe gelekî xurt dibînin. Yê herî şermezar, yên herî têkçûyî ew in. Ev yek teoriya me piştrast dike. Rastiya malbatê nikare bandorê li rewşa vî zarokî bike. Ne dayik dikare bandora teslîmkariyê û xulamtiyê lê ferz bike, ne jî bav. Bira ji xwe biçûk in. Birayê ku bandorê lê bike nîne. Aliyê xwe yê xal, ap ji xwe bi nakok in, bi dostanî lê nanêrin, yê din jî li bajêr e. Car carna xalan tên, pîrkeke wî heye, ew jî car carna tê, nikare zêde bandorê bike, bi vî rengî benê xwe li ku deverê dixwaze dikare li wir girê bide. Nêzîkatiya gundiyan ku henekê xwe dikin; dibêjin 'vî zarokî benê xwe qetandiye, Xwedê zarokê kesî bi vî rengî neke'. Bi nêzîkatiyên gundiyan ên henekê xwe dikin roj derbas dibin."

JIHEVXISTINA KURD

Ocalan destnîşan dike, divê were fêhmkirin ku rastiya fikir û hestewariyê ya vî zarokî çawa bi pêş dikeve û dibêje, "Di vê demê de rastiya jinê rastiya dayikê ye. Xwişkên mezin nîne, ewqasî bêdeng in ku nikarin ti bandorê bikin. Jinên gund jî reşe ne. Wê çi bibe? Nakokiya dayikê heta demekê didome. Hîn dibe ku 'li şûna bibe jineke bi vî rengî bila qet nebe, li şûna bibe bavekî bi vî rengî bila qet nebe'. Ev yek jihevxistina Kurd e, ne analîzkirin e, jihevxistin e. Kevneşopiyê têk dibe, esareta Kurd têk dibe, li dijî kevneşopiya Kurd radibe. Wê demê çalakî ya jî jihevxistina herî mezin bi vî rengî dest pê dike. Ev yek bi zarok re rê li ber çi vedike? Dibe sedem ku piştre xwe ji rastiya malbatê, ji nexweşiyên malbatê vegire, nekeve nava xefika malbatê, hinekî din azad bibe. Kurdê mirî! Cihê ku hest lê mir, cihê ku eşq lê mir. Halbûkî Botan devera ku Mem û Zîn lê bû, ne welê? Berî 300 salan jî hewldaneke ji bo eşqê li wir hebû. Piştî 300 salî jin lal dibe, mêr serê xwe berdide ber xwe û direve. Çiqasî ketiye, çiqasî hatiye xistin. Yeqîn dikim mirovên azad nebûne hestên wan jî bi pêş nakevin."

AJOYÊN KU JIYAN DORPÊÇ KIRINE

Ocalan diyar dike, azadbûn civakîbûn û siyasîbûn e, lê belê di rastiya Kurd de ev yek jî nîne û destnîşan dike, lewma pêşketineke hestewariyê jê nayê hêvîkirin. Ocalan dide zanîn, zayendîtiya ji rêzê enerjiyê hemûyî ji holê radike, firsendê nade pêşketina mejî/ruhî û dibêje, Kurd jî di nava zayendîtiya qebe de fetisî ye. Ocalan vê tehlîlê dike: "Bala xwe bidinê; hişmendiya siyasî û hest nîne. Hestewariyeke ji hunerê; hestewariya ji wêje, muzîk, helbestê jî zêde nîne. Wekî din dewlemendiyeke civakî jî nîne. Bi dîtina min ji her alî ve kesayetên xizan e. Çalakiya tekane çalakiya ajoyê zayendî ye ku ev yek taybetmendiyeke giştî ya Kurdan e. Em malbata Kurd analîz dikin. Di nava vê çîrokê de civaka giştî heye. Ev zayendîtiya qebe, weke rastiya yekane ya têrbûnê xwe di nava malbata Kurd de, di nava civakê de nîşan dide. Jin ji xwe hîn bê çare ye, hîn bê hest e, hîn nezan e, hîn xizan e. Bi dîtina min, ajoyê xwarin-vexwarinê, ajoyê zayendiyê jiyan bi temamî dorpêç kiriye."

ZEWACA PKK'Ê

Ocalan salox dike ku divê dilsoziyeke rast bi zewaca PKK'ê re çêbibe û destnîşan dike, ku di vir de çar zewac dikare bê kirin. Ji bo wan jî dibêje:

* Ya yekemîn; welatparêzî
* Ya duyemîn; partî
* Ya sêyemîn; şervanî
* Ya çaremîn; rêbertî yanî taybetmendiyên milîtaniyê.

Piştî van mirov dikarin zewaceke ji rêzê bînin bîra xwe. Em dikarin hêza vê yekê nîşan bidin? Eger cewher hebe, cewhera lehengiyê jî di nav de, hingî hûn dikarin bi ser bixînin. Ev yek bi wê yekê ve girêdayî ye ku hûn van zewacan çiqasî bi xurtî dikarin bikin. Xwe nêzî zewacên din nekin. Weke min bikin. Em bêjin, zilamekî lawaz zehmetî kişand, lê belê hêza xwe jî ji esaswergirtina çar pênc xusûsên zewacê werdigire. Mesela; hûn dixwazin xurt bibin, lê belê ji ber ku we ev zewac di dema wê û cihê wê de nekirin, hûn lawaz in. Hûn bi qasî min di van mijaran de xurt in? Bi saya partiyê, yanî nirx hene, hûn hêzê ji wan werdigirin.

DESTPÊKÊ BIBIN HEVRÊ

Mirovekî ku dibêje ez partiyî me, divê hevsera xwe weke miroveke nû bibîne. Hestên milkiyetê mirovan bi paş ve dibin. Bi rastî dibêjim. Gotineke navdar heye, dibêje; yê dest bi şoreşê dike destpêkê ji hevsera xwe cihê dibe. Şaş fêhm nekin, cihêbûn tê wateya nebûna hestên milkiyetê. Bibin hevrê. Ez ji vê re tiştekî nabêjim. Destpêkê bibin hevrê. Nebêjin, 'destpêkê milkê min, piştre hevrêya min'.

Hûn bi rastiya min dizanin. Jineke ku dixwest bi çarenûsa Kurdistanê bilîze, dixwest têkiliya xwe weke amûreke şerê taybet bi kar bîne. Ez vê destnîşan dikim; weke meseleyeke namûsê nebînin; meseleya namûsê bi rengê ku min vegot dikare bê çareserkirin. Xwe destpêkê bikin mêrekî maqûl ku dikare bê qebûlkirin. Hin zewacên bingehîn bikin, piştre jinê bixin nava rewşeke azad. Bila zimanê wê, dil, fikir, îradeya wê hebe û pêkan be piştre hewl bidin careke din pê re li hev bikin. Di nava şer de, di nava têkoşînê de bihêlin. Eger hunereke xwe hebe, weke jinekê berî her tiştî bila xwe bi pêş bixe, piştre bibe tîpeke ku mirov karibe li hev bike. Bi vî halê xwe ji xwe hûn nikarin zewacê bikin. Halê jinê jî ne ew hal e ku karibe zewacê bike.

EM KURDÊ PAŞDEMAYÎ JI HOLÊ RADIKIN

Eger hûn vê nekin hûn ê nikaribin hunerê derxînin holê. Mesela; nêrîna we bi pêş nakeve, dilê we bi pêş nakeve; Kurdê bi rengekî paşverû ji dayik bûye, bi rengê paşverû jî dimire. Bala xwe bidinê; em vî Kurdî ji holê radikin. Piştre bi xwe piştrast bin. Dibe ku hûn karibin rê li ber pêşketinên mezin jî vekin. Bi hêza ji partiyê wergirtî eger hûn di kesayetiya nû de gavên mezin biavêjin, dibe ku hûn serketinê jî bi dest bixin. Bila bersiveke we hebe ji bo bîranîna bi hezaran şehîdan, ji bo bîranîna Mem û Zîn. Heyfe ku li wê derê hûn di nava mirinê de ne. Di vê çarçoveyê de eger hûn xwe biafirînin, hûn ê karibin bersivê bidin bîranîna 300 salan, bersivê bidin van çiyayan, bersivê bidin vê kedê. Heta ku tola şehîdan hilneînin hûn ê nikaribin xwe efû bikin. Ji ber ku ew şehadet ji ber şaşitî û kesayetên we yên kêm rû dan. Yanî hûn ê bîranîna wan di kesayetiya xwe de temsîl bikin, lewma hûn ê hem tola wan hilînin, hem jî li ser vê bingehê ji nû ve bixin meriyetê. Dema ku we ev kir hingî em dikarin we weke kesayetên cidî binirxînin."

Wê bidome...