Nûrhak: Jiyana li gorî rêgeza şehîdan şertê sereke ye

Nûrhak: Di roja berdest de weke gelê Kurdistanê û jinên Kurdistanê ku ber bi şerê sesfiraziyê ve dimeşin şertek e ku li gorî rêgezên hevrê Kemal Pîr, M. Xeyrî Durmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek danîne bijîn û şer bikin.

Yek ji Fermandarê YJA Starê Berfîn Nûrhak derheqê şehîdên Gulanê û salvegera çalakiya Çaran axivî û got, ''Maneya çalakiya Çaran ku li dijî darbeya 1980'yî li zindanên Amedê pêk hatî her roja ku diçe kûrtir dibe. Ji ber ku ev xeteke dîrokî ye. Li gorî vê xetê her ku têkoşîn tê dayin têkoşîn geş dibe, maneya çalakiyê kûr dibe, armanca çalakiya mezintir dibe.''

Nûrhak got, ''Berxwedana me ya dîrokî ya zindana bûne kêlîkên ku azadiyê diafirînin.''

Nûrhak got di jiyana civakî de kêliyên azadiyê domdar in û got, ''Bi qasî ku me ji parastinên Rêbertî fêhm kiriye, ev kêliyên azadiyê weke ku em pê dizanin ne demên wiha yên kurt in. Ango ji pênaseya 'kêli'yê ku em pê dizanin dibihurin. Kêliyên azdiyê, yên afirandinê, kêliyên wiha ne ku nakokî -pevçûn giran dibe, pêkhatin çêdibin û hebûn pêk tên.''

Nûrhak her wiha got berxwedana Ferhat Kurtay, Eşref Aynik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner 18'ê Gulanê pêk anîn di dîroka azadiyê bûye kêliyên ku azadiyê pêk tînin.

Nûrhak got, ''Berxwedana Çaran, berxwedana zindan berxwedaniya bêhempa têkoşîn geş kir, kesayatiya şoreşger ava kir. Dîrokeke me ya berxwedaniya şoreşger a ji 40 salî zêdetir heye.''

'BERXWEDANA RÛMETÊ'

Nûrhak bi berdewamî li ser berxwedana Çaran got, ''Li zindanan a ku li ciwaên şoreşger hatî ferzkirin teslîmîyet îxanet e. Ciwanên şoreşger en li zindana li dijî teslîmiyet û îxanetê ji bo ku hebûna xwe bi azadiyê bidomîne, bi vîneke mezin û bi lehengiyekê berxwedaniya zindan pêk tînin. Li dijî teslîmiyeta ku hatî ferzkirin, li dijî tinebûna bi îxanetê bi xweşewitandinê, bi berxwedana rojiya mirinê û bi çalakiyê şerê heBûnê, hebûna azadiyê û rûmetê didin.''

Nûrhak got di dîroka azdiyê de kana berxwedanê li zindana Amedê bi berxwedana Mazlûm, a Çaran û piştre bi berxwedana 14'ê Tîrmeyê ya Kemal Pîr, M.Xeyrî Dûrmûş,  Akîf Yilmazû Alî Çîçek pêk tê, bi şehîdbûna wan pêk tê.

Nûrhak bi berdewamî got, ''Rebertî ji ob berxwedana zindanê ya dîrokî ya dastanî ya li dijî darbeya 1980'yî dibêje, ''Mirov bîrkor e, bi ser de mirov dikare bibêje ku bi hafiza-î beşernisya ne, ango bîra mirov bi nexweşiya jibîrkirinê ye. ''

Nûrhak her wiha got, ''Rêbertî ji bo Berxwedana Zindanê got, ''Belê em şehîdan bi bîr bînin, lê em rast bi bîr bînin!..Weke ku destpêkê me gotî, heke yên divê neyên jibîrkirin werin jibîrkirin ev dibe alçaxiyeke mezin. Lê ku neyên jibîrkirin wê demê peywira sereke ew e ku peywirên ku ew gavên ku neyên jibîrkirin bar dikin divê werin bicihanîn, kêmasiya mezin ji holê were rakirin. Me hê wê demê ev fêhm kir. Bi girî, bi fikirandinê ev nirx nayên bibîranîn.  Qurbaniyên qelsiyeke mezin in. Naxwe rêxistin wê xurt bibe, wê şer geş bibe û gel were ser şoreşê. Fermana ku me ji van çalakiyan standî ev bû.''

'DIVÊ RÊGEZ ESAS BIN'

Nûrhak bi berdewamî got, ''Weke ku Rêbertî diyar kirî naxwe berxwedan zindanê heqîqeteke wiha ye ku wê neyê jibîrkiri û divê neyê jibîrkirin. Ên ku di şerê Rûmetê de bi ser ketin dîroka azadiyê ya Kurdistanê ava kirin. Berxwedana zindanê rêgezên jiyanê û berxwedanê danî. Rêgezên esasî bûne serkeftina şerê rûmetê û vî şerî.

Çi ne ev rêgez? Dema ku em li hin rêgezan dinerin, ev fêhmkirina rasteqiniya dijimn, li dijî dijmin tim jiyana bîreweriya têkoşînê û şerê li gorî vê ye. Rêgezeke sereke ya şoreşger e. Esasê jiyana şoreşger û şerê sereke ye. Jibîrkirina dijmin devjêqerîna şoreşgeriyê ye. Hêza hezkirina hevrêtiyê ew e ku mirov li dijî dijmin hay ji bîreweriya têkoşînê hebe û ji rêxistiniya wê çêbibe. Hevrêtî ew e ku mirov di eynî rêyê de têbikoşe. Bi hevrêyê xwe re bûne, bi hevrêyê xwe re xebat, şer, çalakî helwesteke li dijî dijimn e. ''
Nûrhak gotina Kemal Pîr ya li ser çalakiya Çaran gotî, ''Diviya me ev bikira, peywir a me bû, li ser hevalên din me'' bi bîr xist û got, nîşan dide ku hevrêtî li ser çi hîmî ye, berpirsyariya li çalakiya hevrêyan divê çawa be nîşan dide. Hevrêtiya şoreşger ev hîm e.  Di roja berdest de weke gelê Kurdistanê û jinên Kurdistanê ku ber bi şerê sesfiraziyê ve dimeşin şertek e ku li gorî rêgezên hevrê Kemal Pîr, M. Xeyrî Durmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek danîne bijîn û şer bikin.''