Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê: Destketiyan biparêzin

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bereya Piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re nerazîbûn nîşanî êrîşên Tirkiye ya li ser Rojava û Başûr da ku bi dehan welatî bûn qurbanî û got ku divê gelê Kurd destkeftiyan biparêzin.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê gelek aliyan nerazîbûn nîşan da.

Bi pêşengtiya Nûnertiya Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi tevlîbûna nûnerên Bereya Piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re, Kongreya Star, PYD, PADÊ, kesayetên oldar û rewşenbîr li ber nûnertiyê kom bûn û nerazîbûn nîşandan.

Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê a Başûr Evîn Swêd daxuyanî li ser navê nûnertiyê da. Swêd diyar kir ku armanca van êrîşan têrkibirina destkeftiyên hemû gelê herêmê yên bi pêşengtiya gelê Kurd de hatine bidestxistin e.

Swêd bal kişand ser êrîşa li Îstiklalê ku bi destê dewleta Tirk a dagirker pêk hatiye û got: “Piştî lîstika dewleta Tirk ku hinek welatiyên xwe kirin qûrbanî kir ku êrîşek din bibin ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her çendî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD’ê sersaxî jî da malbatên qurbaniyan û piştras kir ku ti eleqeya wan bi vê bûyerê re nîne jî, dewleta Tirk di dijminahiya xwe de israr kir.”

Nûnera Rêveberiya Xweser Swêd anî ziman ku ji duh ve herêma Şehba heta Koban, Zirgat û Dêrikê tê bombekirin û bi dehan welatî şehîd û birîndar bûne. Swêd destnîşan kir ku çawa heta niha Kurdistanî û dostên wan xwedî li şoreşa mirovahiyê derketine wê careke din jî bang dikin ku bi hev re yek xelek li dorî destkeftiyan bibin yek û biparêzin.

Swêd ev bang kir: “Bang li saziyên navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabin û pêşiya hovîtiya dewleta Tirk bigirin ku ev yek daxwaza tevahî azadîxwazane.”

Daxuyaniya Bereya Piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re ji aliyê Bextiyar  Mistefa ve hate xwendin. Bextiyar anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker piştî li nav xwe di warê aborî û siyasî de têk çû, got: “Niha taybet Erdogan û AKP dixwaze ji bo têkçûna xwe ya siyasî û aborî veşêre bi bomberdûmankirina Rojava û Başûrê Kurdistan û her wiha bikaranîna çekên kîmyewî binixûmîne.”

Bextiyar Mistefa anî ziman ku bi seneryoya li Qada Îstiklalê ya Stenbolê dixwaze êrîşên xwe yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê zêdetir bike û wiha domand: “Di vê çarçoveyê de li Rojavayê dest bi êrîş û bomberdûmanê kir. Gelek sivîl şehîd û birîndar bûne. Ev êrîş li ber çavê NATO, Ewropa û hêzên navxwe pêk tên. Çavê xwe ji qirkirina Kurdan re girtine. Hewl tê dayîn ku me bikin qurbanê berjwendiyên xwe.”

Mistefa di serî de bang li gelê şoreşger ê Kurdistan kir bêdeng nebin, yek helwest bikin, her wiha bang li hemû mirovayetî, hêzên demokratîk û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku bêdeng nebin û sînorek ji bo dagirkeriyê danin.