Nûnertiya HDP’ê bi KTP û MDKP’ê re li hev civiyan
Li ser vexwendina Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê (KTP) û Bizûtneweyî Demokratîk a Gelê Kurdistanê (MDKP) li avahiya HDP’ê ya Hewlêrê civiyan.
Li ser vexwendina Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê (KTP) û Bizûtneweyî Demokratîk a Gelê Kurdistanê (MDKP) li avahiya HDP’ê ya Hewlêrê civiyan.
Li nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hewlêrê, nûnerên HDP’ê li gel Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê û Bizûtneweyî Demokratîk a Gelan li hev civiyan.
Di civînê de rewşa giştî, hilbijartina pêşwext a Iraqê, rewşa giştî ya Başûrê Kurdistanê hate nîqaşkirin.
Her wiha yek ji mijara esasî ya civînê yekîtiya netewî ku hemû partiyên siyasî û hêzên civakî têde cihê xwe bigire bû.