Nûnerên partiyên Kurd ên li Kerkûkê: Dem dema kongreya netewî ye

Nûnerên partiyên Kurd ên li Kerkûkê gotin, "Divê di demek herî nêzîk de Kongreya Neteweyî ya Kurd li dijî metirsiyên dijmin bê kirin."

Nûnerên Kerkûkê yên Partiyên Kurdistanî girîng dibînin ku kongreya neteweyî di dema herî nêz de bê pêkanîn û ji aliyên siyasî daxwaz dikin ku berjewendiyên neteweyî li ser hemû berjewendiyên partiyan re bigrin dest.

EV GUHERÎN WÊ BANDOREKE DEMDIRÊJ LI GELÊ KURD BIKE

Rêveberê komîteya Partiya Komunîst ya Kurdistanê a Kerkûkê Bextiyar Mihemed derbarê girîngiya lidarxistina Kongreya Neteweyî got, "Niha di asta cîhanê de guherînên mezin di aliyê siyasî û aborî de pêk tên. Bi taybetî Rojhilata Navîn li ber guhertineke stratejîk e. Ev guherîn jî bandoreke demdirêj li ser gelê navçeyê dike. Em jî weke gelê Kurd gelê herî mezin yê bê welatîn divê em hevdu bigrîn û bi here kar bikîn ji bo bidestxistina mafê gelê xwe."

Bextiyar Mihemed her wiha ragihand: "Di kongreyê de divê em çend tiştan eşkere bikin weke diyarkirina xeta giştî ya asayişa neteweya Kurd, xeta giştî ya xebatên her çar parçeyên Kurdistanê bê zelal kirin ku al û sirûda neteweyî jî bê yek alîkirin. Di heman demê de divê dost û dijminên gelê ji hev bê cûdakirin."

Di dawiyê de Bextiyar Mihemed got: "Li darxistina Kongreya Neteweyî encameke mezin heye ku Kurd bigihije aramiyek baştir, ji ber wê li darxistina wê Kongreya Neteweyî Netewî bi giringiyekî mezin dibînim."

Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya meclisa Kerkûkê Rêhan Hemedanî jî got, "Lidarxistina Kongreya Neteweyî xwedî girîngiyeke mezine, bi taybetî dijminê gelê Kurd di van deman de planên qirêj li ser gelê Kurd dike. Her wiha çi li Rojavayê Kurdistanê be çi li Başûr be bi her awayî dewleta dagirker a Tirkiyê li ser neteweya me bê navber planan dike her wiha li Bexdayê qala destûr tê kirin ku ev jî metirsiyeke li ser gelê Kurd. Pêwîste di destûra Iraqê de rê neyê dayin ku destwerdana mafê gelê Kurd bê kirin.”

Rêhan Hemadî diyar kir, pêwîst bû ku piştî sala 1992’an Kongreya Neteweyî bihata li darxistin, lê mixabin nehate li darxistin ku carek din jî hewilda di sala 2013’an de bê pêkanîn lê ji ber sedemên hişmendiya parçegerî, berjewendiyên partî û desthilatiya hinek partî û aliyan ew hewildanên ji bo pêkanîna Kongreya Netewî ser neket.

Rihan Hemadî jî axivî û got: "Pêwîste ku ji niha ve aliyên Başûrê Kurdistanê li hemû beşên din ên Kurdistanê hewl bidin kongreya neteweyî pêk bînin. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê zêdetir ji her beşê din ê Kurdistanê di bin metirsiyê de ye, ji ber Erdogan jî ragihandibû ku wê Musil û Kerkûkê wegerîne ser axa Tirkiyê. Aliyên siyasî yên beşên din ê Kurdistanê ji bo lidarxistina kongreya neteweyî çend caran serdana Başûr kirine lê belê beşek ji partiyên Başûrê Kurdistanê ji ber berjewendiyên mana li ser desthilatdariyê xwe nedane ber pêkanîna kongreya neteweyî."

Di dawiyê de Rihan Hemadî ew anî ziman: "Ji her beşên rewşenbîr, mamoste û hemû beşên civaka me daxwaz dikim ku hewl bidin kongreya neteweyî pêk were da ku xwîna şehîdên me vala neçe."

GUHERTINA LI HERÊMÊ WÊ BANDORÊ LI ÇARENÛSA KURDAN BIKE

Sekreterya Çeqa Kerkûkê ya Tevgera Goran Mamoste Muhemed Nesredîn derbarê girîngiya lidarxistina kongreya netewî got, "Ew guhertina mezin a li herêmê çêdibe û ew rewşa ku her çar beşên Kurdistanê tê re derbas dibe, girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî ya di wê qonaxê de zêdetir kiriye. Ji ber ku ew guhertina li herêmê çêdibe bandorê li ser çarenûsa Kurd dike lewma pêwîste kongreya neteweyî bê lidarxistin.”

Nesredîn axaftina xwe domand: "Pêwîste gelê Kurd ji bo wan guhertinên li navçeyê çêdibin bibe xwedî nêrînekî hevpar û gava herî baş a destpêkê jî ku Kurd bikare ji bo li hemberî wan metirsiyên ku di encama wan guhertinên li herêmê de pêk tên  xwe amade bike ji bo lidarxistina kongreya neteweyî."

DIVÊ TI PARTÎ BERJEWENDIYÊN NETEWEYÎ NEKIN QURBANÊ BERJEWENDIYÊN PARTIYÊ

Mamoste Nesredîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya berjewendiyên neteweyî û got, "Pêwîste berjewendiya neteweyî li ser hemû berjewendiyên partiyan be û nabe ku tu partiyek berjewendiya neteweyî bike qurbanê berjewendiya partiyê. Lewre di çarçoveya kongreya neteweyî de ji bo berjewendiya neteweyî netewî dev ji berjewendiya partiyê berdan dibe destketek ji bo gelê Kurd."